Ey Felek ji bo te dinalim
Ji bo çi nêrgîs çilmisîn
Ew çima bextê me ho ye
Em bê dost û bê kes in*
*Ji strana nemir Mihemed Şêxo
Di nav rojên qiyametê û dîmenên mehşerî de, çîrok û serpêhatiyên zarok, jin û kalemêrên Êzidî hê jî dil dax dikin. Yek ji van çîrokan, çîroka zarokekî bênav û bêkes e ku li Şengalê çavên xwe ji dest da û jiyana wî bi dawî bû. Ev serpêhatî, çîroka zarokekî di qiyametê de tenêmayî ye ku qêrîna wî li asîmanê heftan deng vedabû. Çîroka vî zarokî qiyameteke bêdeng e ku bi bîr dixe ka çawa şûrê fermanê dikare jiyana zarokekî bêguneh bidirîne.
DI NAV QIYAMETÊ DE ZAROKEKÎ TENÊ Û PÊXWAS
Li aliyekî toz û dûxana lingê hespên hesinî yên çeteyên DAÎŞ’ê, li aliyekî jî toz û hecaca bi deh hezaran kesên ku li rêya rizgariyê digeriyan. Her çend dayikên dilşewat bi destên zarokên xwe girtibin jî, ba û bagera fermanê ew ji hev qut dikirin, dûr dixistin. Zarokên berşîr ji pêsîra dayîkên xwe dihatin qutkirin! Di nava vê rewşa mehşerî de, zarokekî pêxwas û tenê li derdora xwe digeriya lê nedihat zanîn ka li çi digere. Rûyê wî bi toz û dûmanê pêçayî, çavên wî ji rondikan ziwabûyî. Bi dilê xwe yê nazik, nedizanî berê xwe bide kîjan aliyê dinyayê.
ÇAV ZIWA DIBE, TARÎTÎ ŞÛNA RONDIKAN DIGIRE
Li aliyekî li dayîka xwe digeriya, li aliyekî li firek av digeriya ku tîna dilê xwe bişkîne û li aliyekî jî li starekê digeriya ku serê xwe lê deyne. Lîstokên zarokanî di bîra wî de bûn, lê ne şûrê fermanê lîstok bû ne jî qehremanên zarokan xwe gîhandibûn ba wî. Di nava vê bêkesî û windahiyê de, çavên wî yên ku berê bi rondikan tije bûn, hêdî hêdî ziwa dibûn, kêlî bi kêlî dinya li ber çavan tarî dibû. Kesên ku didît dizanî, êdî wê giliyên xwe çawa li ba xwedayê bike.
JI BO TEDAWIYÊ EW DIBIN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
3 rojan di nav kelegerma havînê de û pêxwas li hemû gelî û newala Çiyayê Şengalê qêriya û li dayîka xwe geriya, êdî rondik di çavên wî de neman, ziman ziwa û reş bû. Ew çavên reş û belek ziwa bûn û ji her du çavan kor bû. Ew zarokê bêguneh, bê nav û bê kes, û ji her du çavan kor, hinek kesên ku bi hawara Şengalê ve hatibûn, ji bo dermanek jê re peyda bikin ew bi xwe re birin Rojavayê Kurdistanê, nexweşxaneyeke li Dêrikê. Lê ne lokman hekîm ne jî dermanan têrî êşa wî ya giran kirin. Piştî rojekê, nefesa xwe ya dawî da û rih jê kişiya…
GORA ZAROKÊ BÊNAV LI MEZARGEHA FELEKÊ YE
Bedena wî ya biçûk û nazik li mezargeha Êzidiyan a diyarê Felekê, li bajarê Tirbesipiyê yê Rojavayê Kurdistanê hat veşartin. Heta roja me ya îro jî, kes nizane ew kî ye, kurê kê ye û ji kîjan deverê ye. Wisa ma, goreke bêkes û bêxwedî, ji her du çavan kor û bû çîrokek a ji hezaran çîrokên ku nehatine bihîstin.
Ev çîrok di rastiyê de ne çîroka zarokekî ye, kakilê çîroka mirovahiyê ye. Bêkesiya wî, bêkesiya bîr û baweriyekî ye. Korbûna çavên wî, korbûna demîr û wijdana dinyayê ye. Ne ku ev zarok bê dayik, bê welat û bê kok e. Ew zarok di gora xwe de li bendê ye ku kesên ji însanetiya xwe neketine, biçin ser tirba wî û ne li ber wî zarokî lê li ber xwe bikevin. Ew banga wijdana mirovahiyê ye ku li hemberî vê qiyametê kes bêdeng nemîne.