Li Kurdistanê gelek çiya û zozan hene ku bi hinceta ‘ewlekariyê’ çûn û hatina wan qedexe ye. Bi taybetî herêmên li Şirnex, Colemêrg, Wan û Serhedê li xelkê sivîl hatine qedexekirin. Gelek zozan jî bi salan e li koçeran hatine qedexekirin û weke herêma leşkerî hatine ragihandin. Li gel zozanan gelek gundên ku di salên 1990’î de hatine valakirin ji ber van qedexeyan vala dimînin, gundî nikarin li cih û warê xwe vegerin. Ji ber van qedexeyên ku bi hinceta ‘ewlekariyê’ bi rêk û pêk têne ragihandin, gundî ne dikarin li çiyê pincaran kom bikin ne jî heywanan biçêrînin.
Yek ji deverên ku ev qedexe herî zêde lê tê ragihandin navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Ji gundiyên Melesa ku di nava çar çiya de ye Gullu Şeker a 56 salî anî ziman ku gundê wan bûye mîna girtîgeheke vekirî û xwest, dawî li qedexeyan bê anîn. Gullu Şeker diyar kir ku ji ber qedexeyê ew nikarin karekî bikin û got, “Eger aştiyê dixwazin bila hingî xwe ji van qereqolan vekişînin, leşkerên xwe vekişînin.”
Gullu Şeker ku di salên 1990’î de gundê wan hate şewitandin û zexteke giran li wan hate kirin, qala zilma wê demê û binpêkirina mafên mirovan ê vê demê kir.
Gullu Şeker anî ziman ku aştî tenê bi avên du aliyan dikare pêk were û got, “Di vê demê de me gelek tişt dît, gelek bûyer qewimîn. Di salên 1990’î de gundê me hate şewitandin. Em neçar man ku gundê xwe biterikînin, piştre careke din li gund vegeriyan. Wê demê timî diavêtin ser malên me. Hema bibêje her roj dihatin malên me û kesek dibirin. Weke me gelek malbatan zor û zehmetî kişandin, zext li wan hate kirin.
Ji malbata me gelek kes hatin girtin û şehîd bûn. Hîn jî xizmên me yên girtî hene. Wê demê ez li hemberî zilmê ti carî bêdeng nemam. Dema ku avêtin ser gundê me, hevjînê min binçav kirin. Min jî jinên li gund kom kir û ji gund heta navenda navçeyê meşiyan û em çûn qereqolê. Wê demê ji min re digotin, ‘tu çawa natirse’. Lê belê ez netirsiyam. Ne doh tirsiyam ne jî îro ditirsim.”
‘EM NE DIKARIN BIÇIN ZOZANAN NE JÎ PINCAR KOM BIKIN’
Gullu Şeker ragihand ku li gundê wan hîn jî leşker û cerdevan hene, ji ber vê yekê mirov nikarin jiyana xwe ya rojane bimeşînin û got, “Li çar aliyên gundê me leşker û qereqol hene. Mirov nikarin bi hêsanî ji mala xwe biçin nava bostanan. Dema ku em diçin komkirina pincaran ji nîvê rê têne vegerandin. Li gel ku ne qedexe ye, dema ku em diçin çiyê têne hişyarkirin û vegerandin. Li ser xaka xwe weke ku em di girtîgehê de ne. Em dibêjin, ‘Çek bi me re nîne’ lê dîsa jî destûrê nadin.”
Gullu Şeker işaret bi tinekirina çavkaniyên wan ên debarê kir û anî ziman ku qedexeyan jiyana wan zehmet kiriye. Gullu Şeker got, “Ev çiya, ev pincar çavkaniya me ya debarê ne. Ji ber ku zozanên me hatine qedexekirin em nikarin biçin. Komkirina pincar li me qedexe kirine. Em bi firotina pincarê ku kom kirine debara xwe dikin. Bi van qedexeyan re çavkaniyên me yên debarê ji me distînin. Em nikarin heywanên xwe xwedî bikin, ne jî dikarin wan bibin çiyê. Niha dixwazin darên me bibirin. Ji ber qedexeyan em ne dikarin debara xwe bikin ne jî di karekî de bixebitin. Li vê derê karek nîne ku mirov lê bixebitin. Her devera van çiyayan qedexe kirin.”
‘BILA DAWÎ LI VAN QEDEXEYAN BÊ ANÎN’
Gullu Şeker diyar kir ku ji bo bangên aştiyê samîmî be di vê dawî li zextê bê anîn û got, “Em dixwazin li xaka xwe bijîn. Em bi hev re bijîn lê belê bi rengekî azad û wekhev bin. Em aştiyê dixwazin; em naxwazin kes bimire, xwîna kesî biherike. Lê belê aştî bi yekalî nabe, bi hev re dibe. Eger dibêjin aştî bila leşker û cerdevanên xwe ji vê derê vekişînin. Ev xak a me ye, ev mal ên me ne. Çi dibe bila bibe em ê li vir bin û li ber xwe bidin.”