Li Rûsyayê erdhejeke bi pileya 8,8 pêk hat. Navenda erdhejê wekî 119 kîlometre başûrê rojhilatê bajarê Petropavlovsk-Kamçatskiyê hate diyarkirin.
Tê ragihandin ku li herêmê erdhejên piştî yên bi pileyên 6,9 û 6,3 jî çêbûne.
Ji bo peravên Pasîfîkê hişyariya tsunamiyê hate kirin.