Xebatên ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê re dest pê kir, bênavber didomîn. DEM Partî li Tirkiye û Kurdistanê civînên gel li dar dixe û di heman demê de ji bo rêxistinkirina pêvajoya nû jî dixebite.
DEM Partî li Dersimê ya ku yek ji cihên ku amûrên şerê taybet ên dewleta Tirk herî zêde lê têne hîskirin, ji bilî civînên giştî li ser pirsgirêkên taybetî yên bajêr jî xebatan dimeşîne.
Li Dersimê polîtîkayên wêrankirina ekolojîk û gendeliyê bi dijwarî tê jiyîn, DEM Partî bi hemû dînamîkên civakî yên bajêr re xebata hevpar dimeşîne.
Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu bûyerên li Dersimê û xebatên ku têne meşandin ji ANFê re nirxand.
‘DERSIM HER TIM DI HEDEFA DEWLETÊ DE YE’
Ayten Kordu destnîşan kir ku li Dersimê demek dirêj e pratîkek şerê taybet heye û diyar kir ku Dersim bi taybetî ji ber nasnameya xwe ya muxalîf hedef tê girtin û got: “Berî her tiştî, Dersim herêmeke pir kevnar e. Piştî înkarkirina dîroka Komarêû komkujiya 1938’an, bûye hedefa dewletê. Hebûna baweriya Elewiyan li vî bajarî, tevna wê ya civakî ya muxalîf û xwedîderketina wê ya li nirxên çepgir û sosyalîst, Dersim dike hedef.
Dersim ji ber nasnameya xwe ya demokratîk û muxalîf, baweriya xwe ya Elewîtiyê û bi sîstem û dewletê re li hev nake bi pirsgirêkan re rû bi rû ye. Her ku têkoşîn pêş ket, li Dersimê xeteke berxwedanê ya pir cidî derket holê û rêxistin geş bû. Di vêwateyê de gel xwedî li nirxên civakî derket.
Lê wekî ku hûn jî dizanin, li erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê û bi giştî li her derê polîtîkayeke şerê taybet a pir cidî heye. Ji çandê bigire heta perwerdehiyê û şêwazê jiyanê, ji her alî ve polîtîkayeke şerê taybet hate meşandin û li Dersimê jî bi awayekî piralî berdewam kir.”
Ayten Kordu anî ziman ku dewlet hewl dide çanda Elewiyan li Dersimê wekî şûngir nîşan bide û wiha berdewam kir: “Hewldanên biçûkxistina çanda Elewiyan, polîtîkayên dewletê yên ku Elewîtiyê wekî şûngir nîşan didin, Navenda Çanda Haci Bektaş wekî navendeke çandî pêşkêş dikin. Bi kampên havînê re anîna melayan; wekî ku hûn jî dizanin, rasterast ketine nav pergala perwerdehiyê. Ji ber vê yekê, ev polîtîkayeke asîmîlasyonê ya li dijî Elewiyan, di nava civakê de bi cih kirine.”
‘ZEXTÊN MEZIN LI SER CIWAN Û CIVAKÊ HENE’
Ayten Kordu anî ziman ku Dersim ji sala 1938’an vir ve bi pêvajoyeke koçberiyê ya bêdawî re rû bi rû ye û wiha domand: “Dersim ji sala 1938’an vir ve koçberiyek bêdawî dijî. Ev koçberî hem li Ewropayê û hem jî li metropolan belav bûye. Çend sal berê, pênc hezar kes ber bi Kanadayê ve çûn. Bi taybetî di nav ciwanan û civakê de bêbaweriyeke cidî heye. Polîtîkayên zext, dûrxistin û nebûna pêşerojê hene. Ji ber vê yekê mirov dibêjin, ‘Êdî li vir pêşeroj tine. Em nikarin xwe îfade bikin. Ji bo tiştên herî biçûk jî em rastî zextê tên. Jixwe bêkarî heye’.
Siyaseta şerê taybet jî di her warî de tê rêxistinkirin. Siyaseteke ku bêkariyê çareser bike tineye. Piştî piştî salên 1990’î valakirina gundan çandinî û xwedîkirina heywanan jixwe pir kêm bû. Ji ber polîtîkayên çandinî û aborî yên pir xirab ên piştî wêhatine sepandin, li vir çandinî û xwedîkirina heywanan pêş neket. Jixwe pîşesazî tineye.
‘DEWLET ÊRÎŞÎ SAZÛMANKARIYA GEL DIKE’
Ayten Kordu destnîşan kir ku Dersim di bin êrîşa wêrankirina ekolojîk de ye û diyar kir ku bi taybetî dewlet rê li ber sazûmankirinê digire û her gava ku hewldana sazûmankirinê tê kirin, dewlet êrîşên xwe zêde dike. Ayten Kordu wiha domand: “Polîtîkayên madenê yên pir cidî têne sepandin. Ev polîtîka ne tenê xwezayê talan dikin; ew êrîşî mîrata me ya çandî jî dikin. Ev pirsgirêk demek pir dirêj e hene. Her wiha hewldanek rêxistinkirinê jî heye, lê qeyûmê tayînkirin rê li ber rêxistinkirinê digire.
Mînak, qeyûmê ku di sala 2016’an de hat tayînkirin siya Genç-Senê girt. Astengiyeke berdewam li pêşiya pêşketina dînamîkên herêmî heye. Ji ber vê yekê, ev dînamîk nikarin xwe birêxistin bikin, pirsgirêkên xwe çareser bikin, an jî saziyên xwe di nav şaredariyan de ava bikin. Bi giştî, dewlet li dijî sazûmankariyê di nava hewdana zextan de ye. Ew destwerdanêdike, terorîze dike û heta rêxistineke herî piçûk jî ceza dike.
Li bajêr bûyerên birîndarbûnê yên di demên dawî de qewimîn û belavbûna madeyên hişbirê bi hev ve girêdayî ne. Li vir gelek çete nînin. Ev cihek e ku ji hêla mobeseyan ve tê şopandin, wekî tedbîrek ewlehiyê hatiye çêkirin û li dijî me, muxalefetê, hatiye çêkirin.
Em nikarin zêdebûna hişbirê ji polîtîkayên polîsan ve cûda bigirin dest. Me bi eşkereyî pêvajoyek bêalîkirina ciwanan dît. Ciwanên di temenê diyarkirî de ku nikarin ji xwe re cihekî bibînin, di nava hêzên navendî tên dixwazin bifirîbib de ji xwe re cih dibînin. Em dizanin ku zîhniyeteke çeteyan hewl dide xwe li vir bi cîh bike. Me vê dawiyê bi beşdariy hemû dînamîkên bajêr re meşek li dar xist.”
‘PÊDIVIYA ME BI AVAKIRINA AMÛRÊN SAZIYA XWE HEYE ‘
Ayten Kordu li ser pêwîstiya rêxistinbûna li dijî polîtîkayên şerê taybet rawestiyanû wiha got: “Civak dizane ku çavên xwe ji polîtîkayên şerê taybet ên li vir têne meşandin re digirin. Bendewariya civakê ji dînamîkên demokratîk ên bajêr heye. Pêvajoyek nû li pêşiya me ye. Tevgera Azadiya Kurd ji bo hemû dînamîkên civakî perspektîfan pêşkêş dike. Divê em van perspektîfan bidin pêşiyê. Divê em di bajarên xwe de têgihîştinek hevpar derxînin holê. Wekî DEM Partî, em dizanin ku divê em vê xetêberfireh bikin. Ev pirsgirêk wê bi rêxistinkirina demokratîk, afirandina saziyên xwe û mezinkirina têkoşînê çareser bibe.
Divê em bi rêxistinkirina xwe re amûrên wê yên sazîbûnê biafirînin. Bi rêxistinkirina li ser van xalan, divê em bandora polîtîkayên şerê taybet li ser bîra kolektîf, xweza, nasname, çand, ziman û jinan bêhtir bi civakê re parve bikin.
Pêwîste em bêtir xwe birêxistin bikin, meclîsên taxan û komunên xwe ava bikin û bîra xwe li wir zindî û rêxistinkirî bihêlin.”