Guhertinên dîrokî yê ku roja me ya îro şahidiyê jê re dike, hêviyên xwişk û biratî, wekhevî û jiyana azad ku îro di dilan de henaseyên bi heyecan davêjin dîsa û ya herî girîng misogeriya ku îro hebûna gelê Kurd nas kiriye û di cîhanê de weke gelê berxwedêr tê nasîn e. Ev hemû berhemê fedakariya şehîdan e. Berhema lehengiya Doga û bi sedan rêhevalên wê ye. Wan kevirê rêka azadiyê bi rik û vîna xwe raxistin, emrê tekoşîna azadiyê dirêj kirin, serketî û nemir kirin. Di nava vê artêşa nemir de, nasnameya jineke dilwêrek, ji gel û welatê xwe re evîndar e Doga. Sînor nasnekir, li ku derê hate xwestin ew amade bû, ji bo azadiya gelê Kurdistan jiyan kir û şer kir.
BINEVŞ NAVÊ GULEKE NARÎN E
Dayik û bavê Binevş navê guleke narîn lê kirine, ev gul bi gelemperî rengê kulîlkên xwe mor e û gelekî çeleng e. Bedewiya navê Binevşê ji bedewiya giyan û dilê wê ne qut e û ev nav pir lê hatibû. Bi ser vê bedewiyê de ew keça xakên bi berekete, ji Rihayê pîroz e. Binevş Altay di ferqa pîroziya xaka xwe de bû, jê hez dikir û gelekî serbilind bû ku ew li ser heman xaka ku Rêber Apo hatiye dinyayê jiyan dike. Malbata wê welatparêz e û şopdarê doza Rêber Apo ne. Ji bo serxistina vê dozê ne can û ne jî malê xwe didine paş. Binevşa Kurdistanê bi tu şêweyan bi sextekariya pergalê naxape, bala wê nakişîne û rojekê jî nafikire ku bibe parçeyekî ji lîstokên wê.
EW ROJ HAT!
Gerîlatî û tekoşîna di oxira azadiya Kurdistanê de armanca wê ye, mîna tavê zelal û bi biryar e. Ew roj hat, roja ku Binevş bigihîje xeyalên xwe û bibe yek ji şervanên doza welatê xwe. Sala 2014’an di rojên ku tê de rûpelên dîrokê di bin ser nivîsa “Berxwedana Kobanê” de dihatin dagirtin, Binevşa dilwêrek berê xwe dide nava wê destana bi heybet û bi navê Doga Şîn cihê xwe di nav de digire. Di nava giraniya şerê Kobanê de tevî ku heval Doga nû ye jî, dikare bi rola xwe rabe, bi wêrekî bikeve çeperên herî pêş û li hemberî hovîtiya DAÎŞ’ê xwe bike sîperekî neketî. Li wê derê ew rojên xwe yên destpêkê, bi gelek hevalên hêja re derbas dike, di nava nêvenga şer de hevaltiya herî xurt, hestên herî têr ku bi hezkirin û eşqa welat ve neqişkirî jiyan dike. Lewre ev jî dibe pêşwendiyek ji bo heval Doga ku ew di nava rêxistinê de, bi eşq û heyecaneke di vê astê de dest bi meşa xwe bike, ji ber tê zanîn destpêk girîng in û gelek caran çawa tê destpêkirin wiha dewam dike û bi encam dibe. Di nava giraniya şer de gerîlayên pêlav sor tirseke mezin dixin nav dilê DAÎŞ’ê. Ew ê li wir egîdên vî gelî ew pêşwazî kiribana û ji wan re nîşan dabana ka îradeya xurt, hezkirina welat û parastina wê, xwediyê çi qudretê ye. Bi dil û can her kes di nava bezekê de ye, da ku Kobanê nekeve. Lehengên Apoyî bê dudilî canê xwe feda dikin û gotina wan a dawî dibe “Bijî Berxwedana Kobanê” ye. Doga jî lehengeke vê berxwewedanê ye, bê hesab mexzena qilêşa xwe diguherîne, ne tiliya wê, ezim û îradeya wê pêlî tetîkê dikin. Heval Doga di nava cenga Kobanê de ji rûyê xwe bi giranî birîndar dibe û neçar ji meydana şer derbasî tedawiyê dibe.
BIRÎNA WÊ, EW HÎN BEDEWTIR Û ASÎ NÎŞAN DIDA
Birîna rûyê heval Doga rehet bibû, lê şopeke kûr û pir diyarker li şûna xwe hêla bû. Şopa mezinahiya berxwedana şerê Kobanê xwe tê de veşartibû. Dilwêrekiya jinên Kurd û hezkirina wan a ji welatê xwe tê de veşartibû. Lewre her dema ku mirov li rûyê heval Doga temaşe dikir, enerjiya di çavên wê de û şopên birînên wê, bi hev re dibûn zimanek û ji te re carake din, çîroka jinên berxwedêr vedigotin. Birîna wê ew hîn bedewtir û asî nîşan dida. Di rewşên asayî de jî, her mirovek di ber çi de ked bide, bi awayekî xwezayî di encamê wê ked dayîna xwe de, bi wî tiştî ve tê girêdan û nirx dide. Ya rast ev ked dayîn di ber azadiya gel û welatekî bindest de be, di ber rêhevaltiyeke rasteqîn de be, bêguman ev dihêle ku girêdana her gerîlayekî/ê bi dehan caran xurtir bibe. Doga Şîn, ne tenê ked da, bi birîna di rûyê xwe de re parçeyek ji canê xwe kiribû berdêl. Xwîna wê niqutî ser vê xakê, êdî yekîtiya di navbera wê û Kurdistanê de, ne tenê ruhî bû, bi rijandina xwînê re yekîtiyeke fîzîkî jî çêkiribûn bi hev re. Êdî ew yekbûn û bi qutbûnê re xatir xwestineke ebedî kiribûn. Lewre wê girêdana Doga pir cûdabûya; ew ê hezkirin û nirxdayîna wê jî di astê pir cûda de bûya.
TEVLÎBÛNA HEVAL DOGA BI QASÎ GIRÊDAN Û HEZKIRINA WÊ BÛ
Doga Şîn; di wê baweriyê de bû ku jiyana her gerîlayekî/ê di nava vê tekoşînê de, bi serê xwe çîrokeke qehremaniyê ye. Her gerîlayek jî lehengê çîroka xwe ye. Bi tevlîbûna xwe, bi tarzê jiyana xwe, bi têkîliyên xwe ve, ew ê diyar bike ka wê rêveçûneke çawa bide tomarkirina çîroka xwe û çiqasî bike xwedî nirx û çawanî. Lewre wê her dem bi eşq û coşeke mezin seharên xwe pêşwazî dikir. Wê hedef kiribû ku çîroka xwe bi meşandin û serxistina erkên demê re bixemilîne, bi tomarkirina gelek serketiyan û lidarxistina gelek çalakiyan re dîsa bi avakirina gelek têkiliyên hevaltiyê re, bi geşkirina hêviyê re, bi hezkirin, rêz û dilnizmiyê re rûpelên çîroka xwe neqiş bike. Ji bo vê jî, jiyana heval Doga di hizaya armanca wê de bû, yanî ew kadroya “fikir, zikir û çalakiyê” bû. Wê tiştek nedigot û piratîka wê tiştekî cûda nedigot, zimanê dilê wê û çalakiya wê yek bû. Ya ku Rêber Apo ji me dixwaze ev e, ya ku mirovan ji parçebûnê, ji dirûtiyê xilas dike jî ev e. Doga xwe ji van neyîniyan xilas kiribû; bi piratîk û jiyana xwe re hinekî din xwe nêzî Rêber Apo kiribû. Li gel wê biçûk û mezinbûna kar û erkan tunebû. Ji bo wê her kar xwedî wateyeke cuda bû û di encamê de, eger bi serkeftî were bicih, diket xizmeta şoreşê. Bi vî mebdeî, ew diçû bi ser her erkî û hema bêje wê berê xwe dabana çi karî adeta fetih dikir. Di pêvajoyên ku tê de şer û berxwedanî li Herêmên Parastinê yên Medyayê derketibû lûtkeyê. Heval Doga kete nava hewleke mezin ku ew jî derbasî wan qadan bibe û mil bide milê hevalên xwe. Lê ji ber karê ku ew têde serketîbû û xwedî roleke diyarker bû, guncaw hate dîtin ku li ser erkê xwe bimîne. Ruxmî vê, ew bi hîskirina xwe ya kûr ji hevalên xwe yê qada şer re, her kêliya jiyana xwe bi sekna wan re dipîvand; yek kêliyê ji giraniya şerê wan xafil nedibû, bi kar û xebatê xwe dixwest destê wan xurt bike.
Belê, tevlîbûna heval Doga bi qasî vîn û hezkirina wê bû, mirov ev tenê ne di şêwazê wê yê kar de didît, ev di dengê kenê wê yê bi coş de dihate bihîstin, di çirisîna çavên wê yên hingivîn de dihate dîtin, di dilnizmî û xwîngermiya wê ya bi hevaltiya wê re dihate hîskirin.
QELEMA WÊ BI HESTÊN KÛR DIHERIKÎ
Heval Doga rengîniya gerîlayên Apoyî ji me re vedibêje, dibêje ku ew tenê şervaneke ku çek radike nîn in: ew xwediyê jiyan û behremendiyên gelekî rengîn in. Xwediyê bîrdoziyeke giranbihan e. Aliyên xwe yên rewşenbîrî, felsefî, dîrokî û hunerî hene. Ji xwe li serê van çiyayan, yê ku fikrê Rêber bixwîne û pê re jiyan bike, ne gengaze ku aliyên xwe yên hunerî keşif neke yan jî pêş nexe. Ji ber ev fikir gelek xweşikbûnan di mirov de pêşdixe, hemû tarîtî, zelal nebûnan radike, li şûnê wê giyaneke şefaf, mirovî û jiyanheziyê diçîne. Doga ya çeleng jî para xwe ji vê bedewiyê girtibû û bi qelema xwe re ji derdora xwe re dida der. Wê helbest dinivîsandin. Helbestên bi teşbîhên gelekî bedew li ser jiyana gerîla dinivîsand, li ser kesayet û qehremaniya hevalên xwe yên şehîd dinivîsand. Di hevokên xwe de lehengî û qehremaniya wan neqiş dikir, bi gotinên herî xweş dibir guhê civata ku ew lê ye. Helbestên heval Doga jî dibûn zimanek. Bi rêbazê xwe ji me re qala nazenîniya hestên xwe, kûrahiya rihê xwe dikir û dîsa hezkirina xwe çiya û gerîlayan dikir.
DOGA WÊ HER LI SER ZIMANAN BE Û CIHÊ WÊ DI DILAN DE MEHFÛZ BE
Heval Doga bi sekna xwe ya nehêj, bi pîvan û rêgezên xwe yên bilind re, ji her kesî re dabû nîşandan ku ew çiqasî milîtaneke xurt ya Rêber Apo ye. Xwedî li erkên demê derdikeve û xwediya zehmetiyan e. Ji bo vê jî, wê xebatên girîng ku baweriyeke mezin dixwaze meşand. Zêdetir bi hevalên li kêleka xwe re mijûl dibû û fêm kiribû ku hêz û serxistin bi giştîbûnê re derbas dibe. Bi vê kesayeta xwe ya mirovhez û mitewazî, dilê her hevalên ku pê re dima fetih dikir û nirxekî mezin qezenc dikir. Weke hevalên xwe yên jin, bi hevalên xwe yên xort re jî hevaltiyeke bi manewiyat da meşandin, ji bo hunandina hevjiyaneke azad, ked da wan û tekoşîneke çêker da meşandin. Ji bo vê her çiqasî heval Doga fîzîkî ji nava hevalên xwe çûbe ji, ew tu caran ji dilê wan û ji ser zimanê wan danakeve. Dema qala hevaltiyê were kirin wê were bibîranîn. Dema qala fedakarî, lehengî, wêrekî, dilnizmî û rêhevaliya zehmetiyan were kirin wê her navê wê were gotin û bi wan re jiyan bike.
Doga Şîn di 11’ê Çileya 2025’an de bi qasî mezinahiya jiyana xwe mertebeyeke binirx qezenc dike û dibe şehîda axa Kurdistanê, şehîda jiyana birûmet û azad.