Li gorî daneyên herî dawî yên ku ji hêla EDO’yê ve hatine weşandin, rêjeyên hişkesaliyê ji navînîya salên 2012-2024’an bi 21 xalan derbas bûne û gihîştine asta herî bilind. Hişkesalî ji hêla bernameya Copernicus ve li gorî barîn, şilbûna axê û nebatan têne şopandin û di sê astan de têne dabeş kirin: çavdêrîkirin, hişyarî û alarm.
ROJHELATÊ EWROPAYÊ DI ALARMÊ DE YE
Ziwabûn li rojhilatê Ewropayê û Balkanan di rewşek krîtîk de ne. Li Sirbîstanê ji %99’ê ax pirsgirêka peydakirina avê dijî û her wiha ji %68’ê ax ji ber ziwabûnê alarm dide. Hilberînerên tirî di xetereyê de ne.
Macaristan (%63), Bulgaristan (%52) û Romanya (%51) jî di hişyariyê de ne.
LI ROJAVAYÊ EWROPAYÊ HIŞKSALÎ KÛRTIR DIBE
Brîtanya: %21’ê erdê welêt di rewşa hişyariyê de ye, piştî bihareke germ rewş girantir bû.
Elmanya: Rêjeya hişyariyê ji %9 derket %26’an.
Fransa: %19 di rewşa hişyariyê de ye; hişkbûn bandorê li herêmên rojava dike. Şewata mezin a daristanan li herêma Aude asta krîzê nîşan da.
LI TIKIYEYÊ ZENGILÊN HIŞYARIYÊ LÊDIKEVIN
%76’ê Tirkiyeyê bi ziwabûnê re rû bi rû ye, di heman demê de ji %18’ê jî di rewşa hişyariyê de ye. Bikaranîna avê di navbera geştyaran û xelkên herêmî de, bi taybetî li derdora Îzmîrê, dibe sedema aloziyê.
GEŞTYARÎ Û HIŞKSALÎ
Welatên Deryaya Spî ji bo %30’yê geştiyariya cîhanê malvanî dikin, di heman demê de kêmbûna baranê çavkaniyên avê tehdît dike.
Spanya (%7) û Portekîz (%10) di nav welatên ku herî kêm ji hişkbûnê bandor bûne de ne.