Pêncşem, 24 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silopiya û Qilebanê ji bo şehîdan bernameyên bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredariya Gimgimê di budçeya tevlîkar de li cîhanê bû duyemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riha bi 5.8 pileyî hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    CDK-F: Ji bo xwedîderketina li mîrateya Riza Altûn û hemû şehîdan em li hev dicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê SUDEF’ê Turker: Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê, amade ne ku bi berpirsyariya xwe rabin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sakarya, Konya û Hatayê 3 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn hunermend Aram Tîgran bi bîr anîn
Rojane

TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn hunermend Aram Tîgran bi bîr anîn

TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn hunermendê mezin Aram Tîgran bi bîr anîn û gotin: “Ew ne tenê bi stranên xwe, bi helwest û jiyana xwe jî weke pireke dostanî û hevjiyanê di navbera gelê Kurd û Ermen de bû. Em ê dengê wî bêmirin bihêlin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn bi wesîleya salvegera wefata hunermendê mezin Aram Tîgran daxuyaniya nivîskî weşandin. Daxuyanî bi vî rengî ye: 

“Rêber Apo bêyî ku hunermendê mezin Aramê Tîgran nas bike bi gotina “Ev deng divê nemire, divê her bijî” wî pênase kir. Hunermendê mezin Aramê Tîgran di 8’ê Tebaxa 2009’an de xatir ji jiyanê xwest.

‘ARAM DÎKRAN PIRA DI NAVBERA ERMEN Û KURDAN DE BÛ’

Aram Tîgran bi her awayî xwedî cihekî taybet bû. Bi hunera xwe ya resen, bi helwesta xwe ya dostane, bi Ermenîbûn û Kurdistanîbûna xwe. Gotin û awazê ku hildibijartin, ji hestên gel bûn, pir zû strana wî dikarîbû li ser her zimanî bigere û di dilê her kesî de cih bigre. Kêm hunermend hene ku mirov kare bi saetan bêyî ku aciz bibe guhdar bike. Ew yek ji wan bû. Guh neda êrîşên  hin derdoran ku ji ber bi Kurdî distrê, ew rexne dikirin. Berevajî wê yekê, wî riya dostanî û hevjiyanê hilbijart, parast û heya roja dawî wek xwe ma. Ew ne tenê bi stranên xwe, bi helwest û jiyana xwe jî weke pireke dostanî û hevjiyanê di navbera gelê Kurd û Ermen de bû.

‘TIMÎ BEHSA HEVJIYANA AZAD DIKIR’

Bi vê helwesta xwe ku digot: “Ez ê hemû çekan bişewtînim û wan bikim Tenbûr û Cumbuş” bi xwe behsa vê rojê dikir, behsa hevjiyana azad û civaka demokratik ku Rêber Apo û tevgera azadiyê destpê kiriye dikir.

Aram Tîgran di jiyana xwe de bi sedan stran gotin, her çiqasî bi Erebî, Ermenî, Suryanî û Yewnanî stra jî. Ji Qamişlo li dawet û şahiyan, heya bi radyoya Êrîvanê, heya bi şahî û pîrozbahiyên Kurdan li Ewropayê bi stranên Kurdî hate naskirin.

Di salên dawî de vegeriya Kurdistanê, Amedê ya her hesreta wî bû. Lê ji ber nexweşiya xwe vegeriya Yewnanistanê û her wesyetiya wî ew bû ku wî li Amedê veşêrin. Lê dewleta ku dapîr û kalên Aram di komkujiyan re derbaskiribû, nehişt ku cenazeyê wî derbasî warê kalên wî bibe.

‘EM Ê DENGÊ ARAM DÎKRAN BÊMIRIN BIHÊLIN’

Rêber Apo li ser wefata Aram ev tişt anîbû ziman: “Dengê Aram Tîgran dengeki tije û xemgîn bû, Wî dengî ez birim Kurdistanê. Ev deng nemire. Ez ji bo Aram nabêjim miriye, ew şehîd e, bêmirin e, şehideki mezin e, ji bo min nemiriye.” Wate û girîngiya Aram Tîgran vekirî û bêguman dike.

Em wek tevgera çanda demokratîk TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn bi pênasiya Rêber Apo xwe erkdar dibînin ku hem wê dostaniyê, hem jî wî dengî bêmirin bihêlin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiyê nexweş ku piştî 15 salan hate tehliyekirin, bi girseyî hat pêşwazîkirin
Nûçeya Pişt re HPG-NRÇ’ê Fermandar Elî Serhed bi rêzdarî bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li gundê Bîr Hiso barandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bîr Hiso yê li başûrê Kobanê bombebaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistinên maf û hiqûqê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ bang li Konseya Ewropayê kirin

Rêxistinên maf û hiqûqê û 10 baroyan di danezaneke ku pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên hikûmeta Şamê du ciwan qetil kirin

Hêzên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di 24 saetên dawî de du ciwan qetil kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

NY: Di şerê li Yemenê de herî kêm 125 sivîl mirin an jî birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?