Pêncşem, 12 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana 4 girtiyên din jî hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Sîrwan Ariyo Liylax û Amed Şaho bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya nexweş Pinar Tikit cara sêyemîn hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat piştî 34 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E: Salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amed û Xarpêtê ji bo girtiyên jin û nexweş banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya têkildarî êrişên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Divê Iraq îradeya siyasî û îdarî ya Êzidiyan jî nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Têkoşîna me ji bo naskirina îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bîr nekin ku em şervanên azadiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Nisêbînê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Daxuyanî û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê starda 25’ê Mijdarê: ‘Li Kurdistanê birêxistinbûna jinan nayê astengkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva li fermana 74’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed: Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Rihayê ji bo fermandar Koçero Urfa meşa girseyî
Kurdistan

Li Rihayê ji bo fermandar Koçero Urfa meşa girseyî

Li Rihayê girseya gel bi meşeke girseyî serdana qada sersaxiyê kir ku ji bo endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Metîn Arslan (Koçero Urfa) hate danîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Ji bo endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Metîn Arslan (Koçero Urfa) ku 4’ê Mijdara 2019’an di êrîşa hewayî de şehîd bû, li navçeya Xelfetî ya Rihayê li gundê Amarayê serdanên sersaxiyê têne kirin.

Bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Winda Kirin re (KATDER), di têketina gund ber bi cihê sersaxiyê ve meş tê lidarxistin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Ruştu Tiryakî, wekîlên DEM Partiyê Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan û Saliha Aydenîz, Mehmet Ocalan, rêveberên MEBYA-DER’ê, Dayikên Aştiyê yên Riha, Amed û Dîlokê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. Girseyê wêneyên Arslan hilgirt û ji têketina gund heta cihê şînê meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Şehîd, sembola mezinehiya dozekê û serkeftina wê ne” û dovîzên “Em ji mirinê mezintirin”, “Şehîd xwediyên rasteqîn ên dijîn û hatine afirandin in” hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Girse, li qada şînê ji hêla malbat û xizmên Arslan ve hate pêşwazîkirin.

Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan di şînê de axivî û got: “Vî gelî heta xwe gihandî van rojan her êş kişand. Divê êdî ev êş bi dawî bibin. Bi salan şerekî gelek qirêjî meşandin. Li hemberî rastiya înkarkirina gelekî, têkoşînek hebû. Me di vê rêyê de gelek mirovên xwe winda kirin.” Ocalan, bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Ev gel ji tevger û serokê xwe bawer e. Koçer Urfa, xizmê birêz Ocalan bû. Li ser navê rêbertiya xwe em serbilind in.”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di bîranînê de wiha got: “Di şexsê Koçero Urfa de hewceye em ji bo her mirovekê xwe yê me di vê rêyê de winda kiriye pirsên ‘armanca me çi bû?’, ‘me çi xwest?’ bikin û rêya xwe vekin. Bi saya kesên ev 55 sal in bi pêşengtiya Abdullah Ocalan têdikoşin em îro daxwaza azadiya xaka xwe dikin. Em dizanin ku em bi saya van pêşeng û şehîdên Kurdistanê îro li vir in. Lewma divê em têkoşînê mezin bikin. Divê em berpirsyartiya li ser milê xwe bi awayekî herî baş bicih bînin. Her şehîd, dilê me dişewitîne lê di heman demê de heqîqetekê nîşanî me dide. Tînin bîra me ku çiqas zehmet dibe bila bibe divê em vê rêyê bidomînin. Em careke din soz didin wan ku dê vê têkoşînê mezin bikin.”

Serdanên sersaxiyê wê 3 rojan dewam bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Hevalê Sofî wê her tim pêşengê me yê nemir be’
Nûçeya Pişt re Dayika şehîd Koçero Urfa: Ez pê serbilind im
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

Polîtîkayên rizandinê, weke bajarên din ên Kurdistanê ji bo Êlih û Mêrdînê jî derbasdar in.…

Ji aliyê Stêrk TV

KNK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

KNK'ê Cejna Çarşema Sor bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Kovara Jineolojiyê û DFG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî

Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê û DFG’ê endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amed û Xarpêtê ji bo girtiyên jin û nexweş banga berdanê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji YRK’ê daxuyaniya têkildarî êrişên Îranê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

TAJÊ: Divê Iraq îradeya siyasî û îdarî ya Êzidiyan jî nas bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG’ê şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?