Sêşem, 12 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê her kes di bin vê sîwanê de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sezaî Temellî: Di mijara qanûnan de divê gav bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê pêkanînên şerê taybet – V

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo meşa 16’ê Gulanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan li Dersimê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 1025’an a nobeta li Mexmûrê de peyama têkoşînê hat dayîn  

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin
Kurdistan

Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

Polîtîkayên rizandinê, weke bajarên din ên Kurdistanê ji bo Êlih û Mêrdînê jî derbasdar in. Divê em van polîtîkayên  şerê taybet ên li ser ciwanên Kurd tên meşandin weke hewkeke rizandina civakî jî binirxînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Gulan 2026 Dema xwendinê: 19 dq.
Parvekirin

Êlih û Mêrdîn, li  gel nêzîkatiyên çandî û erdnigarî du ji bajarên Kurdistanê ne ku têkiliya di navbera wan de gelekî zêde ye. Ev avaniya civakî ya ketiye nava hevûdu, ji bo kesên ku polîtîkayên qirên ên dewleta Tirk bi rê ve dibin, rê li ber hêsaniyekê vedike. Polîtîkayên berbehs; di çarçoveya tiryak, fûhûş, çetebûn, ferzkirina sîxurtiyê de li van bajaran bi awayekî sîstematîk tên birêvebirin.

Her çend tora fûhûşê ya li van bajaran bi qasî ya li Amedê berbelav û xwe eşkere neke jî her ku diçe berbelavtir dibe û avaniya civakî dirîzîne.  Zilamên ji aliyê abirî ve rewşa wan baş e; li pavyon û baran yan jî li otêlên luks li gel jinên ku weke ‘’eskort’’ tên binavkirin dikevin têkiliyê. Li piştperdeya vê rewşê jî dîsa dewleta Tirk û polîtîkayên wê hene.

Li gorî daneyên Endeksa Sûcên Organîzekirî yên Gerdûnî ya sala 2023’yan, Tirkiye di nava welatên Ewropayê de di rêza  sûcên organîzekirî de yekemîn e û li seranserê cîhanê jî di rêza 14’emîn de ye. Her wiha di endeksê de pûana Tirkiyeyê ya bazirganiya însanan jî 8 eku ev yek jî nîşan dide ku meseleya berbehs gelekî pêş ketiye.

Lê belê nirxandina vê rewşê ya weke meseleyeke krîmînolojîk, tê wateya nedîtina pêlîtîkayn şerê taybet ên dewletê yên bi zanebûnû û piralî. Bi taybetî piştî pêvajoya 2015’an ciwanên Kurd, bûn hedefa sereke ya polîtîkayên şerê taybet ên dewletê.  Dewletê piştî berxwedana civakî ya di pêvajoyên berxwedana Kobanê û xwerêveberiyê de derkete holê, bi armanca astengkirina derketina vê enerjiyê ya ji nû ve hewl da ku bi rêyên cuda ciwanan krîmînalîze bike.

QOSER: BAREGEHA NAVENDÎ YA HILWEŞÎNÊ

Navçeya Qoser a Mêrdînê,  ji ber ku sînorê wê li gel Rojava heye û nifûsa wê ya ciwan zêde ye bûye yek ji hedefa taybet a polîtîkayên dewletê. Li navçeyê cureyên cuda ên tiryakê zêde bûne, jinên koçber yan jî xizan neçar tên hiştin ku fûhûşê bikin. Bi vî awayî hem gelê herêmê yê xizan tê dejenerekirin  hem jî tê plankirin ku di demên pêş de meseleya koçberan veguherînin hinceta dersînorkirinê.

Li Qoserê temenê bikaranîna tiryakê daketiye heya 9’an. Her wiha tê ragihandin ku bengîtiya qûmarê jî heya 10’an daketiye, ji ber deynên qûmarê hewlên xwekuştinê zêde bûne û ev bengîtî xwe di nava malbatê de jî nîşan dide û rê li ber tundiya li ser jin û zarokan vekiriye.

Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Mêrdînê ku di Mijdara 2025’an de hate avakirin, di danezana xwe ya ku bi îmzeya 47 saziyan hate weşandin de ev yek anîn ziman: ‘’Li herêmê temenê bengîtiya tiryakê heya 9’an daketiye û ev yek delîlê vê yekê ye ku pirsgirêk êdî ne takekesî ye, veguheriye rewşeke pergalî.’’

Di sala 2021’an de Ajansa Mezopotamyayê, eşkere kiribû ku kesekî bi navê Kemal Urun ku têkiliya wî li gel ‘’Çeteya Daltonan’’ jî heye, di serî de Nisêbîn, li Bakurê Kurdistanê sewqîyata tiryakê di bin navê ‘’ji dibistanan re alîkariya qirtasiyeyê’’ de dike. Ev yek nîşan dide ku bazirganiya tiryakê bi qasî ku di nava amûrên dibistanê de werin veşartin veguheriye avaniyeke organîzekirî û bi awayekî rastetrast destê dewletê di nav de ye.

RÛYÊN TÊKILIYA DEWLET-ÇETEYAN ÊN HATINE BELGEKIRIN

Têkiliya organîk a di navbera tora ku li ser Nisêbîn û Êlihê tiryakê dibin Bakurê Kurdistanê û dewletê de, li ser navên şênber hatibû belgekirin. Navê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan ê berê Arîf Çetîn; ji ber têkiliyên wî yên bi hin serokên mafyayê re û rola wî ya di belavkirina tiryakê ya li ser Kurdistanê ji bo Rojhilata Navîn di çavkaniyên eşkere de gelek caran hatibû rojevê.

Kemal Urun ê ku bi eslê xwe ji Nisêbînê ye, bi rêya têkiliyên xwe yên li gel Navenda Polîsan a Navçeyê, Fermandariya Cendirmeyan û rêveberên AKP’yî di nava raya giştî de bi îmaja ‘’kardêrê xêrxwaz’’ derdikeve pêş. Kemal Urun ê ku bi awayekî rasterast têkiliya wî li geş Arîf Çetîn jî heye, li ser rêxistina çeteyî ya bi navê Baygara berê ciwanên Bakurê Kurdistanê dide tiryakê, torên sûcan û çeteyan.

ÇETEYÊN SARALAN ÊN LI KURDISTANÊ

Dı encamê de çetebûnên li Kurdistanê, dibin xala hevpar a bazirganiya tiryakê û polîtîkayên şerê taybet û bi awayekî rasterast dibe avanî û saziyên dewletê. Her wiha tê zanîn ku navê şêwirmendê Serokkomariyê Oktay Saral di nava çetebûyîn û kiryarên tiryakê de derbas dibe. Tê zanîn ku di raya giştî de hate diyarkirin ku têkiliya Oktay Saral li gel koma Saralan a sûcên organîzekirî heye û van avaniyan têkiliyên Interpolê ava kirine û bi awayekî rasterast ji derfetên dewletê jî sûd wergirtiye. Ev nav û tora têkilyan, nîşan didin ku trafîka tiryakê ya li Êlih û Mêrdînê ne ‘’sûcên jirêzê ne’’ berhemeke polîtîkayên şerê taybet ên di bin kontrola dewletê de ne.

PERGALA KU MEXDÛR DIBIN SÛCDAR

Li Nisêbîna ku lê Berxwedanên Xwerêvebirinê çêbûn jî rewş armanctir û siyasîtir e. Polîsên ciwan ên hatine wezîfedarkirin, li ser medyaya dijîtal xwe digihînin jinên ji malbatên welatparêz; weke ku têkiliyeke hestiyarî ava dikin û hewl didin ku van jinan ji nirxên Kurdistanî û aîdiyetên civakî dûr bixin.  Veguherandina van têkiliyan a têkilyên zayendî û tomarkirina dîmenan jî di pêvajoyên piştre dibin çekeke şantajê.

MIDYAD: TAXÊN LI PIŞTÊ YÊN CIHÊRENGIYA ÇANDÎ

Midyad, li gel nifûsa xwe ya Kurd û Suryanî navçeyeke wisa ye ku bi pirçandî û potansiyeka xwe ya tûrîstîk derdikeve pêş. Lê belê li pişt vê tabloya xuya dike, polîtîkayên ihmalkirin ên dewletê bi awayekî zêde tê birêvebirin. Li herêmên ku lê qonaxên kevirîn, qadên dîrokî û navendên tûrîstîk hene pirsgirêka fûhûş û tiryakê hema bibêjin qet xuya nake; li taxên din ên navçeyê bi taybetî jî li herêmên ku lê malbatên koçber û gelê welatparêz ê xizan dimînin rewş gelekî cuda ye.

CIHÊKARIYA BI ZANEBÛNÎ YA DI NAVBERA HERÊMAN DE

Ev tabloya dualî, nîşan dide ku dewlet di navbera ‘’herêma paqij’’ û ‘’herêma ji rizandinê re hatiye hiştin’’ de bi awayekî zanebûnî cihêkariyekê dike. Ev cihêkarî bes ne mînakeke xemsariyê ye, di hemandemê de tercîheke siyasî ye ku bê ka wê kîjan tax were parastin û kîjan jî ji rizîbûnê re were hiştin. Torên tiryakê û avaniyên fûhûşê yên li taxên derdora Midyadê hatine tespîtkirin, nîşan didin ku hilweşîna sîstematîk a li seranserê herêmê li vir jî heye.

Welatiya bi navê G.S. ku bi salan e Midyadê têkoşîna jinan bi rê ve dibe, dibêje ku herî zêde jin ji nediyariya siyasî û aborî ya li welêt bandor bûne û van yekan tîne ziman: ‘’Zehmetiyên weke xizanî, bêkarî û xwegihandina pêdiviyên sereke jinan dikin armanca van avaniyên tarî. Gelek gotin hene ku bi rêya tundî, gef û deyndarkirinê jin di nava van toran de tên ragirtin.’’

NAVÇEYEKE BÛYE CIHÊ DERBASBÛNA TIRYAKÊ

Ji ber ku navçeya Dêrika Çiyayê Mazî nêzîkî Nisêbîn û sînorê Rojava ye xwedî girîngiyeke stratejîk e. Mîqtarên tiryakê yên di encamên operasyonên ku li vê navçeyê tê birêvebirin de nîşan dide ku ew navçe weke rêya derbasbûna tiryakê tê bikaranîn.

Çavkaniyên xwecihî yên li navçeyê jî diyar dikin ku piraniya van operasyonan bi armanca avakirina tota sîxuran tên kirin, amanca sereke ne têkoşîna li dijî tiryakê ye û armanca sereke kontrolkirina ciwanên welatparêz e.

‘’OPERASYONÊN AVKIRINA TORÊN SÎXURAN’’

DaxuyanIya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) a têkildarî vê mijarê, cewhera mijarê bi yek hevokê radixe ber çavan: ‘’Hemû bazirganiya tiryakê ya li Kurdistanê li gel hevkariya dewletê tê kirin û hemû operasyonên ku weke operasyonên narkotîkê tên binavkirin, ji bilî avakirina tora sîxurtiyê ne tiştekî din in.’’

Divê ev tespît neyê jirêzkirin; ji ber ku ev yek bes ne îdîayake siyasî ye, nirxandineke avanî ye ku girêdayî bi dehan mînakên li qadê hatiye kirin.

NAVENDA ÊLIHÊ: DI NAVBERA PÎŞESAZÎ Û XIZANIYÊ DE YE

Li navenda Êlihê, bi taybetî jî derdora ku li tesîsên pîşesaziyê yên weke PETKIM Û TPAO’yê dixebitin, aliyê ‘’otêla luks’’ a tora fûhûşê bi rê ve dibin. Di heman demê de Êlih, di derbaskirina esrara ku li ser xeta Licê û Nisêbînê tê de jî li xaleke lojîstîk cih digire.

Ji ber ku li bajêr birêxistinbûna civakî ya tevgera siyasî ya Kurd bi awayekî dîmane xurt e, polîtîkayên rizandinê yên dewletê li gorî hin navçeyên din hine zêdetir kontrolkirî ye. Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku Êlih ji vê pêvajoyê nesîbê xwe nestandiye. Li bajêr li şûna rizîbûneke ku bi awayekî eşkere pêk tê, pêvajoyeke dejenerebûnê ya gav bi gav kûr dibe, heye. Li gorî daneyekî îstatîstîkî ya sala 2024’an, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber sucê bikaranîna çekan û kêrkirinê derheqê 11 hezar û 64 zarokan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di lêkolînên DEM Partiyê yên têkildarî vê mijarê de jî hatibû ragihandin ku ev yek li bajarên wele Êlihê jî gelekî zêde bûye.

JINÊN KU BI DARÊ ZORÊ BERÊ WAN DANE FÛHÛŞÊ

Tê diyarkirin ku li Êlihê jî  bi darê zorê berê jinênkoçber didin fûhûşê. Li ser jin û zilamên koçber ên ku bi darê zorê berê wan dane fûhûşê, exlaqa civakî tê jinavbirin. Li vir jî tê xwestin ku dema ku wextê wê hat bi hinceta ku ‘’bi xwestina xwe fûhûş kirine’’ hem ji mexdûrbûna wan were veşartin hem jî ji bo dersînorkirina wan zemîna qanûnî were avakirin.

Ev yek li bajarên din jî hatibûn belgekirin. Di Gulana 2025’an de di operasyoneke mezin a li Îdirê de, 107 jinên biyanî piştî bi darê zorê fûhûş li wan ferzkirin, hatibûn dersînorkirin. Ev operasyon, rewşa torên bazirganiya însanan a organîzekirî ya li herêmê radixe ber çavan.

‘JI DALTONAN BER BI KOLANÊN BAKURÊ KURDISTANÊ VE’

Di belavkirina tiryakê (kokaîn û metamfetamîn) ya li kolanan de ciwanên Kurd tên bikaranîn. Gelek ciwan ji ber bêkarî û xizaniyê bi awayekî hêsan dibin hedef. Dîsa deydarkirina girêdayî qûmara neqanûnî û gefa tundiyê hem berê ciwanan didin bengîtiyê hem jî dixin bin kontrola xwe. Amûreke din jî çetebûyîna bi awayekî rasterast e; tê diyarkirin ku li taxan li gel avakirina avaniyên hiyerarşîk  ciwan bi sozên ‘’parastin’’ û qezanca aborî ji van rêxistinan re tên daxilkirin.

Nê pêkan e ku em bibêjin têkiliya van komên çeteyan bi dewletê re tune ye. Ev avanî bi awayekî eşkere nîşan didin ku ew perçeyekî sepanên şerê taybet in.  Di vê çarçoveyê de têkiliya avaniyên çeteyan yên weke Dalton, Red Kît, Casper û yên din ên li navçeyên Êlih û Mêrdînê, hem bi torên ‘’tiryakfiroş’’ ên li herêmê hem jî yekîneyên ewlehiyê yên dewletê re di nava têkiliyê de ne.

FERZKIRINA SÎXURTIYÊ: ALIYÊ HERÎ KÛR Ê ŞERÊ PEXÎL

Yek ji aliyê herî pexîl ê polîtîkaya ku dewlet li herêmê bi rê ve dibe jî ferzkirina sîxurtiyê ye. Operasyonên ku di vê çarçoveyê de tên birêvebirin, li ser mekanîzmayeke girêdayî hev û çar aliyên wê hene, tê birêvebirin.

Ya yekemîn: Ciwanên ku berê wan dane bengîtiya tiryakê, zor li wan tê kirin ku li gel yekîneyên îstîxbaratê hevkariyê bikin.

Ya duyemîn: Dîmenên têkildarî têkiliyên zayendî, bi taybetî jî jinên ji malbatên welatparêz tên hedefgirtin û weke amûreke şantajê tên bikaranîn.

Ya sêyemîn: Bi sozê pere û karî li nêzî zarokên ji malbatên xizan dibin. Di demê re zor li van kesan tê kirin ku derbarê Tevgera Azadiyê de agahiyan bidin.

Ya çaremîn: Kiryarên ferzkirina sîxurtiyê yên di bin navê ‘’têkiliya evînî’’ de tên kirin, bi taybetî jinên ji berê  malbatên welatparêz hem di çarçoveya siyasî de hem jî ya takekesî de didin rizîbûnê.

DI NAVA 2 SALAN DE 87 KIRYARÊN FERZKIRINA SÎXURTIYÊ

Tabloya vê mekanîzmaya çar aliyên wê hene ya li Êlih û Mêrdînê, li gel rapora ÎHD’ê ya têkildarî salên 2022-2024’an hate eşkerekirin. Di serdema berbehs de piraniya 87 serlêdanên ferzkirina sîxurtî û revandinê yên ji ÎHD’ê re hatine kirin, li Êlih û Mêrdînê hatibûn kirin. Di rapora Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê de jî bûyerên ferzkirina sîxurtiyê  di bin kategoriya ‘’cureyên din ên tundiyê’’ de hatibûn tomarkirin.

FERZKIRINA SÎXURTIYÊ YA SÎSTEMATÎK

Li bajarên Bakurê Kurdistanê berê ciwanan bi awayekî zanebûnî didin koçberiyê û ji bo ku bikevin van toran zemîn tên amadekirin. Em dibînin ku ferzkirina sîxurtiyê bes lawaziyên takekesî hedef nagire, destpêkê ew awazî bi destê dewletê bi xwe tê çêkirin, piştre jî ew lawazî weke çekekê tê bikaranîn. Bi nêzîkatiya weke  koçberkirin, bêkarî, bêparhiştina ji xizmetên civakî û piştre jî ‘’em bibin alîkar’’ ev pêvajoya jinavbirinê tê birêvebirin. Navê vê çerxê yê tam ferzkirina sîxurtiyê ya sîstematîk e.

ÎSTÎSMARKIRINA ZAROKAN: RÛPELA HERÎ TARÎ YA ŞERÊ TAYBET

Li Êlîh ve Mêrdînê zêdebûna bûyerên destdirêjiya li ser zarokan, balê dikşîne. Pısporên xizmetên civakî yên li van her du bajaran dixebitin diyar dikin ku îstîsmara zayendî bi awayekî rasterast girêdayî şer û derdora tundiyê ye.

ROJANE SÊ BÛYERÊN ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ DIQEWIMIN

Li gorî rapora Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê ya sala 2022’yan, di nava salekê de bes li Amedê 865 serlêdanên bûyerên îstîsmarkirina zarokan hatine kirin. Ev yek nîşan dide her roj sê zarok tên îstîsmarkirin. Li gorî heman raporê, bajarên Bakurê Kurdistanê yên ku lê herî zêde zarok bi awayekî guman jiyana xwe ji dest didin, Dîlok, Amed, Wan û Mêrdîn e.

Avanîbûna îstîsmarkirina zarokan ya ev qasî zêde, bes ne encameke sûcên takekesî ye; encameke polîtîkayên şerê taybet e ku bi awayekî zanebûnî civakê perçe dike.

Di sala 2024’an de ji ber sûcên bi çek û kêrê derheqê 11 hezar û 64 zarokan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ev yek nîşan dide ku ev rizîbûn bes bi îstîsmarkirina zarokan re sînordar nîne; bi darê dorê berê hemû ciwanan dane kiryarên sûcî.

FAKTORA HIZBULLAH/HUDA-PAR’Ê: LINGÊ ÎDEOLOJÎK Ê STRATEJIYA DUSERÎ

Ji bo fêmkirina polîtîkayên şerê taybet ên li Êlih û Mêrdînê, bes lênêrîna torên fûhûş û tiryakê bi têrê nakin. Lingekî din ê îdeolojîk û rêxistinê yê vê polîtîkayê jî heye: Hizbullah/HUDA-PAR.

Hızbullah/HUDA-PAR serkêşiya van avaniyan dikin. Rola HUDA-PAR’ê ku bi destê AKP/MHP’ê hate rewakirin û ew kirin pêkhateyeke siyasî  û ji boku li hemberî avaniya birêxistinkirî, polîtîk û îdeolojîk ya gelê Kurd were bikaranîn, ji aliyê Suleyman Soylû ve ji araya giştî re bi awayekî eşkere hatibû ragihandin.

HIZBULLAHA XWE WEKE SIYASÎ NÎŞAN DIDE

Bingeha Hizbullaha Tirkiyeyê li Êlihê hatibû avakirin. Ev avanî di salên 1990’î deî bi awayekî koordînekirî li gel JITEM’ê li hemberî aktîvîst, rojnameger û ewşenbîrên Kurd êrîş pêk anîbûn. Di roja me ya îroyîn de jî HUDA-PAR li heman herêmê weke avaniyeke siyasî tê nîşandan û weke mekanîzmayeke muhafazakar-olî ya zextê ya li dijî dînamîkên azadîxwaz ên civaka Kurd hatiye bicihkirin.

Stratejiya dewletê ya dualî fonksiyoneke mezin tê birêvebirin. Ji aliyekî ve li ser kevmeşopiya Hizbullah/HUDA-PAR’ê mekanîzmayên zexta civakî yên Îslama siyasî dixin dewrê ji aliyê din ve jî bi rêya torên tiryak, fûhûş û çeteyan rizîbûna civakî tê zêdekirin. Li gel van yekan hem helwesta welatparêzên azadîxwaz hem jî aliyê civaka laîk-demokratîk tên hedefgirtin. Derdorên din jî yan teslîm dibin yan bêdeng dibin yan jî ji nav diçin.

WEKE POLÎTÎKAYÊN RIZANDINÊ ŞERÊ TAYBET

Polîtîkayên rizandinê, weke bajarên din ên Kurdistanê ji bo Êlih û Mêrdînê jî derbasdar in. Divê em van polîtîkayên şerê taybet ên li ser ciwanên Kurd tên meşandin bes ne di çarçoveya ewlehî yan jî aboriya sûcî de binirxînin di heman demê de divê weke hewkeke rizandina civakî jî werin nirxandin.

Sibehî: Dêrsim: Şerê taybet ê ji sala 1937’an heya niha bedewam dike-VII

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir
Nûçeya Pişt re NY: Di şerê Pakistan û Efganîstanê de herî kêm 370 sivîl mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Netanyahû: Divê hêzên NY ên li Lubnanê ‘tavilê vekişin cihekî ewle’

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku leşkerên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdeya alternatîf tê dayin

Li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 4 hezar û 775 xwendekar dixwînin. Mamosteya Sosyolojiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi deh hezaran beşdarên Newroza Êlihê: Divê Rêber Apo azad bibe!

Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza li Êlihê bûn û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Kongra Star: Divê Kurdî bi destûra bingehîn bê misogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Pakistanê êrişa xwekujiyê: Herî kêm 7 kes mirin, 20 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

NY: Di şerê Pakistan û Efganîstanê de herî kêm 370 sivîl mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?