Hêzên Parastina Gel (HPG) 11’ê Tebaxê bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandar Nûreddîn Sofî roja 6’ê Nîsana 2021’ê li çiyayên Kurdistanê dema ku serdana Navenda Biryargeha HPG`ê kir, di encama êrişeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.
Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Sîpan Hemo û endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed ji Navenda Ragihandinê ya YPG’ê re der barê kesayet û têkoşîna fermandar Nûreddîn Sofî de axivîn.
Sîpan Hemo got: “Ez heval Sofî berî 35 salan nas dikim, dema ku em di rêwîtiya tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyeyê de hev nas kir û li serê çiyayên Kurdistanê bi hev re rêwîtiyeke dirêj a têkoşînê destpê kir. Bîranînên wan salan bi zehmetiyên xwe yên dijwar û kêliyên bi qîmet nayên jibîrkirin.
Di şert û mercên herî tarî de, Sofî di nav refên Hêzên Parastina Gel (HPG) de fermandarekî îlhamdar bû, bi sebir û baweriyeke bêdawî bi pêş ve diçû. Ew fermandarekî bêhempa bû, şehrezayî û wêrekî bi hev re dikir yek.
Kesayetiya heval Sofî bi peyvek an jî hevokekê nayê kurtkirin; ew ji ravekirinê mezintir e. Wî bingeha têkoşîna şoreşgerî temsîl dikir, wekî hemû têkoşîna tevgera Apoyî, ku bi taybetmendiyên xwe yên bêhempa têne naskirin, baweriya kûr bi dozê û dilsoziya mutleq a ji bo serketinê bi hev re dikin yek.
Heval Sofî ne tenê têkoşerek bû; ew kesayetiyek bêkêmasî bû. Wî hemû taybetmendiyên erênî yên têkoşerekî şoreşger di xwe de kom kiribû; berxwedan, şehrezayî, wefadarî.
Tevî pozîsyona wî ya fermandariyê jî, ew ne bi desthilatdarî lê bi hezkirin berpirsiyariya hevpar bi me re mijûl dibû. Wî hevalên xwe û gel li dora xwe kom kir, bêyî dudilî alîkarî pêşkêşî her kesî kir û bi zimanekî nerm, xweşik û dilovan hêvî di dilê mirovan de diçandin.
Her kesê ku bi heval Sofî re hevdîtin dikir, hest dikir ku ew ji zû de wî nas dike. Heta bi zarokan re jî bi hestek hevaltiyê mijûl dibû.
Heval Sofî fermandarekî ku neşikest bû, her tim ji bo serketinê hewl dida di şerê herî dijwar de rêberî dikir, dijwarî vediguherand derfetên serketinê. Wî di gelek şeran de li eniyên cur bi cur şer kir, karîna xwe ya bilind a fermandariya hêzên leşkerî û jêhatîbûna xwe di çêkirina planên rast nîşan da.
Di şoreşa Rojava de, xwedî roleke bêhempa û girîng bû. Ew yek ji kesên destpêkê bû ku bingehên vê şoreşê danî, li kêleka kesayetên nemir ên wekî şehîd Xebat û şehîd Rustem. Ew ne tenê beşdar bû; wî dîrok nivîsî, bingehên qonaxeke nû ya têkoşînê li Sûriyeyê danî.
Ji sala 2013`an û vir ve, heval Sofî yek ji rêberên pêşeng ên Rojava bû û li ser hemû hêzên leşkerî û parastinê şopek bêhempa hişt. Hebûna wî ne tenê sembolîk bû; lê belê, ew kevirê bingehîn bû di avakirina stratejiya ku bû sedema destketiyên dîrokî ji bo gelê Kurd û hemû gelên herêmê.
Em ji heval Sofî fêr bûn ka mirovekî azad çawa tê avakirin û çawa hişmendiya şoreşgerî ya rastîn ava dike. Wî ne tenê em perwerde kir ku em çekan hilgirin, lê di heman demê de em fêrkir ku em çawa ramanê bi kar bînin û mirovekî ku bi hişmendî û berpirsiyarî nirxên xwe biparêze, ava bikin.
Heval Sofî teoriya kuantumê û nakokiyên wê nas dikir, ne wekî teoriyek hişk, lê wekî felsefeyeke jiyanê. Heval Sofî teoriya kûantûmê ji bo zanîneke ziwa fêr nebû, lê belê di nakokiyên wê de kûr bû, analîz kir û encamên girîng derxist, dûvre ew xist xizmeta şoreşê, gel û Rêber de.
Di şoreşa Rojava de, me rêwîtiya xwe bi hev re destpê kir. Di destpêkê de, Heval Sofî girt ser xwe ku di nav refên civakê de têkoşînê bike. Her ku şoreş pêşve diçû û piştî ku biryara têkoşîna leşkerî hat dayîn, em bi hev re çûn navenda fermandariyê, li wir em rastî şert û mercên herî dijwar û kêliyên herî tevlihev hatin. Dema derî dihatin girtin û rê dihatin girtin, Sofî ew kes bû ku pencereyek ji bo çareseriyê vedikir.
Ji bo min axaftina li ser heval Sofî pir dijwar e. Me demek dirêj bi hev re derbas kir û rêwîtiyên me yên şoreşgerî bi hev ve girêdayî bûn. Ew ji hevalekî zêdetir bû.
Heval Sofî ne mirovekî asayî bû, lê fermandarekî bêhempa bû ku raman, huner û ezmûna leşkerî li hev dicivand. Ji refên hêzên leşkerî bigire heya serkêşiya hemleyên stratejîk ên li dijî DAIŞ`ê, ew her gav li pêş bû. Ew helbestvan, hunermend û endezyarekî civakî bû ku Rêber Abdullah Ocalan bi kûrahî dixwend û ramanên wî dixist xizmeta gel.
Ez bêriya wî dikim û ez ê wî her û her di dilê xwe de hilgirim.”
AXAFTINA NEWROZ EHMED
“Min di destpêka şoreşa Rojava de heval Sofî nas kir. Ew di wê demê de, di dema avakirina hêzên leşkerî de, di nav êrişên berdewam ên li ser gelê herêmê de, fermandarê herêmê bû. Ew bi bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan hatibû, hebûna wî hêzeke rastîn bû. Wî ezmûna xwe xist xizmeta gelê xwe, tevî hemî zehmetiyan.
Ew bi berpirsiyariyeke bilind nêzî hemî xebatan dibû, guh dida ramanên her kesî û wan li ber çavan digirt da ku şoreşê pêşve bibe. Di vê yekê de tu zehmetî tunebûn; wî moralê her kesî bilind dikir û baweriyê bi wan dianî. Belê, me di têkoşîna leşkerî de bûn, lê ew fermandarek dûrî şervanan nebû. Wî serdana wan dikir û moral dida wan, bi taybet di dema êrişên li ser Serêkaniyê de. Di destpêka şoreşê de, li kantona Cizîrê, êriş li ser gelek deveran hebûn. Tevî zehmetiyên wê serdemê, Sofî giyanek xweşik afirand û moral di nav şervan û gel de çand, rasterast bandor li her kesî kir.
Di nav wan şeran de, tevî ku gelek hêzan êrişî me dikirin, wî bi her kesî re li ser şer nîqaş kir û ji bo pêşxistina taktîkên guncaw ji bo bersivdayîna wan êrişan xebitî. Di hemleyên paşê de, wî cihê xwe di nav wan de girt, û bi damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk re, bandorek girîng li ser pergal û rêvebirina hêzên leşkerî kir.
Ew bi hemû pêkhateyên herêmê re; Ereb, Suryan û Ermenan, di têkiliyê de bû. Wî bi gel û şervanan re civîn li dar xistin û şervan bi baldarî rê ve dibirin, ji cil û berg û dîsîplîna wan bigire heya hewcedariyên wan ên rojane. Ew di her hûrgiliya têkoşînê de fermandare nêzîk, amade û bi bandor bû, wî xema her kesî dixwar.
Heval Sofî her gav tiştek nû dianî her nîqaş an civînek ku ew li dar dixist. Giyanek wî yê şad û kesayetiyeke balkêş hebû, ku her kes dixwest beşdarî nîqaş û civînên wî bibe. Hebûna wî ne asayî bû; lê belê, ew zindî bû, di yên derdora xwe de hewesa beşdarbûnê geş dikir.
Heval Sofî xwedî nêrînek zelal û kûr a azadiya jinan bû, bawer dikir ku têkoşîna wan beşekî têkoşîna rizgariya giştî ye. Wî her tim digot “Hevalên jin xebata xwe didomînin, û ez naxwazim ji bo wan bibim asteng.” Ev ne tenê gotin bûn; ew helwestek asê bû, ku di piştgiriya wî ya domdar û pêşniyarên avaker ên di derbarê têkoşîna jinan de, nemaze di nav refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de diyar bû.
Wî di vê derbarê de lêkolînên kûr dikirin, têgihîştinek berfirehtir û piştgiriyek xurttir xwest. Di asta xebata hevbeş de, bi taybet di nav rêveberiya QSD`ê de, Sofî jîngeheke rehet afirand ku xebata kolektîf kir ezmûnek berhemdar. Wî me ber bi lêkolîn û pêşkeftinê ve bir, û girêdayî prensîbên hevaltiyê bû, ne wekî dirûşmeyek, lê wekî pratîkek rojane ku bingeha têkiliya di navbera hevalan de nîşan dide.
Sofî fermandarekî rastîn bû. Ew rêberek gelêrî bû ku zehmetiyan nas nedikir, lê bi biryardariyek bê şik û guman li hember zehmetiyan radiwestiya. Di demên herî dijwar de, bi taybetî di êrişên dijwar ên li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de, ew bi raman û lêkolînên xwe amade bû, ne dûrî wan êşan bû, û êşa sivîlên ku di êrişan de şehîd bûn, paşguh nekir.
Ew der barê berpirsiyariyên xwe yên rêvebirinê pir hesas bû, dizanibû ku bersivên ku me didan her gav ji bo gelê me têrê nedikirin. Ji ber vê yekê, wî qet dev ji lêgerînê berneda, lê her gav hewl dida ku van paşketinan derbas bike û wan veguherîne serketinên nû. Ew bi bêçalaktiyê razî nebû, lê di her tengasiyê de derfetek ji bo pêşkeftinê û di her êşê de toveke hêviyê didît.
Şehadeta wî berpirsiyariyeke mezin danî ser me û em ê li pey şopa wî bin û xebata wî bidomînin, dilsozê giyanê wî rêya wî bin.”