Friedrich Merz ji bo ciwanên Elman daxuyaniyeke balkêş da û got, ji ber rewşa heyî ew pêşniyar dike ku ti kes bi armanca perwerde yan jî xebitînê neçe DYE’yê.
Bi Katolîkên ciwan ên li Bavyera re civîn hate lidarxistin, Merz di vê civînê de axivî û got, “Îro ez ji zarokên xwe re pêşniyar nakim ku biçin DYE’yê perwerde bibînin yan jî bixebitin.”
Merz sedema vê yekê “rewşa civakî ya ku ji nişka ve li DYE’yê diqewime” weke hincet nîşan da.
NAVBERA BERLÎN Û WASHINGTONÊ RAGEŞÎ
Her çendî ku Elmanya salên dirêj weke yek ji mutefîkên nêzî DYE’yê xuya bike jî, piştî Donald Trump car din vegeriya Qesra Spî rageşiya navbera her du welatan zêde bû.
Rêveberiya Berlînê bi taybetî piştî şerê Îranê, rexneyên xwe yên li hemberî Washingtonê zêde kir. Merz gotibû, meha Nîsanê Tehranê li ser maseya muzakereyê Washington ‘biçûk xistiye’.
Trump jî li hemberî vê yekê îdîa kiribû ku serokwezîrê Elman “karekî pir xirab kiriye” û ragihandibû ku 5 hezar leşkerên Emerîka yên li Elmanyayê, wê vekişin.
‘HEYRANTIYA MIN A LI DYE’YÊ ZÊDE NABE’
Merz di axaftina xwe de anî ziman ku ew hîna heyranê DYE’yê ye, lê ‘niha ev heyrantî zêde nabe’.
Merz îdîa kir ku Elmanya ji bo ciwanan derfetên hîn baştir pêşkêş dike.
Merz got, li DYE’yê kesên perwerdeya baş dîtine jî, ji bo peydakirina kar zehmetiyan dikêşin û diyar kir ku derfetên ku Elmanya pêşkêş dike, divê hîn zêdetir derkevin pêş.

