Rêxistina mafê mirovan roja Duşemê daxuyaniyek da di daxuyaniya xwe de diyar kir ku polîtîkayên ku Îsraîl ev 22 meh in li Xezeyê bi rê ve dibe ‘’perçeyeke komkujiyê ne.’’
Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Birçîbûn û mirinên li Xezeyê ne encameke tesadufî ya operasyonên leşkerî yên Îsraîlê ne, encamên plan û polîtîkayên bi zanebûnî ne. Îsraîl, şert û mercên jiyanê bi awayekî zanebûnî li Filistiniyan fez dike ku wan bi awayekî fîzîkî têk bibe.
Amnesty diyar kir ku daneyên ji şahidan hatine wergirtin jî van yekan piştrast dikin. Rêxistinê polîtîkayên Îsraîlê weke ‘’perçeyeke komkujiya li Xezeyê berdewam dike’’ pênase kirin.
Îsraîlê beriya niha îdîayên Amnesty International weke ‘derewên bêbingeh’’ pênase kiribûn. Navenda rêveberiya sivîl COGAT’ê jî ku girêdayî Wezareta Parastinê yê, di daxuyaniya xwe ya 12’Tebaxê de diyar kiribû li li Xezeyê pirsgirêka birçîbûnê tune ye û daxuyaniyên Hamasê yên têkildarî mirinên ji ber birçîbûnê red kiribûn.
Amnesty Internationalê di meha Nîsanê de jî bi ‘’pêkanîna komkujiya di weşana zindî de’’ ew sûcdar kiribû.