Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ya bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” de îro li navenda Mêrsînê û navçeya Tarsusê bi ser gelek malan de hate girtin.
Di serdegirtinan de ji rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Nûray Şahîn û Fatma Demîr, Yilmaz Sevdîk, Hasan Huseyîn Bayar, Rojhat Tutmaz, Muhammet Tutmaz, Firaz Aka, Abdullah Çetîn û Hamdûllah Ozen hatin binçavkirin.
Ji bo dosyaya lêpirsînê biryara nepeniyê hate dayîn û xwegihandina dosyayê ya parêzeran ji bo 24 saetan hate bisînorkirin.
Îro serê sibehê polîsan li navçeyên Esenyûrt, Esenler, Maltepe, Pendîk û Kagithane yên Stenbolê bi ser gelek malan de girtin û hat zanîn di dema sergirtinan de malbatek hatiye êşkence kirin. Der barê hejmara kesên hatine binçavkirin de agahiyek nehat bidestxistin. Ji bo dosyaya kesên hatine binçavkirin heta 24 saetan biryara bisînorkirinê hate dayîn. Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Şahîn Ozyildirim, Riza Kaplan, Nesîm Ozkan, Nûreddîn Aydogan, Helîn Akman, Alattîn Altintaş, Erkan Talaş û Şukru Guler, Ûmût Delîl Aksoy, Devran Kûrt, Resûl Gedlec, Melîke Akman, Mîzgîn Akman.”
Li Îzmîrê jî rojnamevan hatin hedef girtin. Li vir jî nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (Ma) Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Funda Akbulut hatin binçavkirin. Ji bo dosyayê heta 24 saetan biryara bisînorkirinê hate dayîn.