Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
Teorîsyenê Fransî Nils Andersson got, “Fikrên Ocalan û tecrûbeya Rojava ji bo paşeroja mirovahiyê mînakeke girîng e.”
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê ekolojîst Arîn Muxtar û Mûhammed Şêx Haydar bi bîr anî, ku dema hewl didan şewata li bejahiya Helebceyê vemirînin jiyana xwe ji dest dan. KCK’ê got, wan mînakeke herî mezin a welatparêziyê nîşan dan.
Rojnamevan Sînem Adali diyar kir ku Gulistan Tara hem bi pîşeyê xwe hem jî bi jiyana xwe şopek xurt li pey xwe hişt ku nayê jibîrkirin û got, “Şehadeta wê ji bo me windahiyeke giran bû. Lê belê bi sedan Gulistan wê li ser xeta wê bimeşin.”
Kekê girtî Firat Îşgoren, Zulkîf Îşgoren li ber ferzkirina poşmaniyê ya ji bo berdana girtiyan rabû û got, divê dewlet ji ber zilma li Kurdan dike poşman bibe.
Ji Dayikên Şemiyê Îkbal Eren ku beriya niha li pêşberî komîsyonê axivî, anî ziman ku ji wê derê encamek derneket holê û got, “Êdî ji wijdanê wan -komîsyon- maye.”
Tundiya hêzên dewletê ku li Colemêrgê bi rêk û pêk bûye, bê ceza tê hiştin. Hevserokê Şaxê ÎHD’ê Ozan Akbaş diyar kir ku ev yek hêzê dide kiryaran.