Pêncşem, 26 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di dozên erdhejê de bersûc yek bi yek têne berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ebrû Gunay: Pêwîstî bi helwesteke hîn bi biryar û wêrek heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 236 zarok hatin qetilkirin, 555 jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Qonaxa nû ya pêvajoyê wê destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Zeynep Karayilan: Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye, ne qencî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd mehkûmî îdamê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li hemberî biryara navçekirina Gulale greva giştî hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Bergarê piştî 3 salan vegeriyan gundê xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên YNK, QSD û DYA’yê li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê Botyan Amed bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê Botyan Amed bi rêzdarî bi bîr anî

HPG-NRÇ’ê gerîlayê li Qada Dersimê şehîd bû, bi bîr anî û got, “Em soza xwe dubare dikin ku bîranîna hevrêyê xwe Botyan her tim bidim jiyîn û ala têkoşînê ya ku dewrî me kirî, bi serketinê tacîdar bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Tebax 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayê şehîd ev agahî parve kirin:

“Em hevrêyê xwe Botyan Amed bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin ku 23’yê Tebaxa 2019’an dema li Qada Dersimê li ser wezîfeya xwe di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevrêyê me li Bakurê Kurdistanê ji bo bibe layiqê şehîdan gelek wezîfeyên zehmet bi cih anî. Bi hevrêtiya xwe ya kûr, tevlîbûna xwe ya dirûst û sekna xwe ya zelal a li ser xeta Apoyî milîtanek mînak bû. Ji bo bi ser xistina têkoşîna me û parastina destkeftiyên gelê me, li Bakurê Kurdistanê bi îradeyeke mezin gerîlatiyeke xurt kir û îspat kir ku xwedî karakterekî welê ye ku têk naçe. Hevrêyê me Botyan bi fedakariyeke mezin li dijî her cure zehmetiyê rabû û ji bo parastina hebûn û azadiya gelê me, weke yek ji lehengên fedayî navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrêyê me Botyan têkoşîna xwe ya bi coş, kelecan û hezkirina azadiyê destpê kirî, di lûtkeyê de temam kir. Em soza xwe dubare dikin ku bîranîna wî her tim bidim jiyîn û ala têkoşînê ya ku dewrî me kirî, bi serketinê tacîdar bikin.

Weke hevrêyên wî, di serî de malbata hêja ya hevrê Botyan em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên şehîdên xwe yên leheng timî bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me yê şehîd Botyan Amed bi vî rengî ne:

Nasnav: Botyan Amed
Nav û Paşnav: Berat Nazlican
Cihê Jidayikbûnê: Dara Hênî
Navê Dayik – Bav: Sabahat – Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 23’yê Tebaxa 2019’an / Dersim

Hevrêyê me Botyan weke ferdê malbatek welatparêz li navçeya Dara Hênî ya Çewlîkê hate dinê. Ji ber ku malbata wî û xizmên wî yên nêz di nava têkoşînê de bûn û xwedî li nirxên Kurdîtiyê derketin, ew jî girêdayî cewherê xwe mezin bû. Lewma di temenek biçûk de PKK nas kir. Mîna her zarokek Kurd ê li Kurdistanê dijî rastiya dijmin yekser jiyan kir û nas kir, dagirkerî û mêtingeriya dijmin a li Kurdistanê ti carî qebûl nekir. Li hemberî qirkirin, zext, êşkence û komkujiyên ku dijmin her roj bi rengekî sîstematîk li dijî gelê me pêk anî, bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me Botyan ji ber ku li herêmeke mîna Çewlîk a bi welatparêziya xwe ya kûr tê naskirin ji dayik bû û mezin bû, derfet dît ku PKK’ê ji nêz ve nas bike. Bi taybetî bi tevlîbûna keçxaletên wî ya nava refên gerîla re, rastiya Kurdistanê hîn zêdetir fêm kir. Ev geşedan ji bo hevrêyê me Botyan bûn xala werçerxê. Hevrêyê me fêm kir ku eger armancek jiyanê hebe divê bi wate be, ji bo vê ket nava lêgerînê. Hevrêyê me ferq kir ku kesekî ku gelê wî/ê tê qirkirin, bi tena serê xwe nikare azad bibe. Ji bo bi têkoşîna azadiyê ya gelê me re bibe yek, tevlî xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger bû. Weke ciwanek Kurd dizanî ku divê berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne û bi rengekî aktîf xebat meşandin. Ji bo li ser bingehê xweparastinê bersiva êrîşên li hemberî gelê me bide, ket nava hewldanek zêde. Hevrêyê me Botyan bi cesaret û bandora hevrêyên xwe, derket pêş. Bi taybetî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî Kobanê, komkujiyên li wir pêk anîn û piştgiriya dewleta Tirk a ji bo van êrîşên dermirovî, ji bo hevrêyê me Botyan bû xala dawî. Gelê me li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê, li gelek bajarên Kurdistanê rabû serhildanê û dewleta Tirk jî li hemberî gelê me ket hewldana komkujiyên nû. Vê yekê hêrsa hevrêyê me Botyan hîn zêdetir kir. Hevrêyê me fikirî ku li dijî van êrîşên dijmin, wê li çiyayên Kurdistanê bibe gerîla û bi vî rengî bersiva herî baş bide dijmin. Li ser vî bingehî berê xwe da çiyayên azadiyê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Botyan dema cara ewilî bi gerîlayan re hat ba hev, pir bi kelecan bû. Ji peywendiyên hevrêtiyê yên gerîlayan pir bandor bû. Fikirî ku divê teqez ew jî bibe gerîlayekî wiha bi bandor û bi heybet, ji kêliya destpêkê ve hewldanek mezin raber kir. Dema perwerdeya şervanên nû dît, ji jiyana gerîla û çiya coş û tameke mezin girt. Bi taybetî ji taybetmendiyên hevrêyên xwe yên dirûst, parvekar û rexneyî bandor bû. Lewma bi rengekî bêhesab tevlî jiyanê bû û ket nava lêgerîn û hewldanê ku van taybetmendiyên dilnizm di xwe de ava bike. Hevrêyê me Botyan bi keda xwe teqdîra hevrêyên xwe qezenc kir û tevlîbûna xwe hîn mezintir kir. Hevrêyê me bi perwerdeyên îdeolojîk xwe di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de kûr kir û di kesayeta xwe de guhertin û veguhertinên girîng pêk anî. Bi taybetî jî li hemberî pergala kapîtalîst ku ciwanan ji cewhera wan dûr dixe û ji bo ku wan bike amûr di kesayeta wan de hin taybetmendiyan diafirîne, kete nava şerekî dijwar û karî yek bi yek xwe ji van rizgar bike. Dîsa haya hevrêyê me ji nêzîkatiyên pergale mêran a serdest a ku jinan weke obje û koleyan dibîne, çêdibe û girêdayî vê yekê xwe ji kêmasiyên ku di nava pergalê de lê rast tê, rizgar dike û karî prensîbên azadiyê di kesayeta xwe de bide afirandin. Hevrêyê ne Botyan ê ku weke ciwanekî li Amedê mezin dibe û rastiya dijmin baş nas dike, di wê baweriyê de bû ku dijmin tu caran dev ji siyaseta xwe tunekirinê ya li ser gelê me bernade. Ji ber vê yekê biryarê dide ku divê parastina gelê me bi awayê herî xurt were kirin. Girêdayî van yekan giramiyeke mezin dide dersên leşkerî û ji bo ku xwe di terz û taktîkên gerîlayan de gelekî pêş bixe, kedeke bêhempa nîşan da. Li gel ked û hewla xwe ji aliyê hemû hevalên xwe ve gelekî tê hezkirin û karî ji wan re bibe gerîlayekî mînak.

Hevrêyê me Botyan ê ku piştî kperwerdeyên xwe temam dike li herêma Zapê demekê beşdarî xebatan dibe, xwest têkoşîna xwe li qadên herî dijwar bidomîne. Hevrêyê me yê ku di vêmijarê de gelekî bi biryar e, bi taybetî jî derbasî Bakurê Kurdistanê dibe û dixwaze ji êrîşên tunekirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê me tolê hilîne. Hevrêyê me yê ku bi vê hewl û sekna xwe baweriyeke mezin dide hevrêyên xwe, ji bo ku xwe di taktîkên gerîlayan de gelekî bi pêş ve bibe beşdarî perwerdeyên leşkerî dibe. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoya perwerdeyê de bi kûrbûn, ked û hewla xwe di warê gerîlabûnê de tecrûbeyên mezin bi dest dixe, xwe ji bo gerîlatiya li Bakur amade dike.

Hevrêyê me Botyan ê ku di sala 2016’an de berê xwe dide Bakurê Kurdistanê, tevî ku gelekî dixwest derbasî Eyaleta Amedê bibe jî ji ber hewcehiyan derbasî Eyaleta Erziromê dibe. Ji ber helwest û sekna wî ya milîtanî ya têkildarî vê mijarê hevrêyên wî rêzeke mezinlê digirin. Hevrêyê me yê ku dixwaze di pêvajoya ku li Bakurê Kurdistanê derfetên têkoşînê gelekî kêm in û şert û mer dijwar in de şoreşgertiyê bike, bi vê helwesta hem ji hevrêyên xwe re û hem jî ji ciwanên Kurd re dibe milîtanekî fedaî yê Apoyî yê mînak. Hevrêyê me yê ku dema li Erziromê dimîne tim di nava hewl û lêgerînên derblêxistina dijmin de ye, bi vê sekna xwe ji hevrêyên xwe re dibe çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me bi enerjiya xwe ya ciwantiyê, hêrsa xwe a li hemberî dijmin û xîreta xwe ya têkoşînê di demeke kurt de gelekî tecrûbeyan bi dest dixe. Hevrêyê me yê ku piştî demekê li Erziromê dimîne û piştre derbasî Dersimê dibe, heman tempoya têkoşînê li wir jî nîşan dide. Hevrêyê me yê ku haya wî ji têkoşîna me ya azadiya Dersimê û girîngiya wê ya dîrokî ya ji bo gelê me heye, dizanî ku divê têkoşîna li vir zêdetir were mezinkirin û di vê çarçoveyê de tev geriya. Hevrêyê me yê ku tim bi hevrêyên xwe re nîqaşa vê yekê dikir û ramanên xwe li gel wan parve dikir, ji bo fikir, xwestek û çalakiyên xwe pêk bîne bi performanseke mezin têkoşiya.

Hevrêyê me Botyan ê ku di 23’yê Tebaxa 2019’an de li Dersimê di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê nemiran dibe; wê bi kesayeta xwe ya jidil, durist û sade û dilsoziya xwe ya bêhesab a ji bo nirxên xwe û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin a kûr tim di nava têkoşîna me de bijî û wê bibe meşaleyeke ku rêya têkoşîna me ronî dike. Di şexsê hevrêyê me Botyan de em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên hemû şehîdên xwe pêk bînin.’’

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Umît: Civak bi fikar e ku AKP ji pêvajoyê vegere
Nûçeya Pişt re Li wargeha Mexmûrê bîranîna cangoriyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bersivên KE, DMME û CPT ên ji bo nameyên li ser tecrîdê

Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de dar têne birîn

Li Herêma Bestayê, di bin çavdêriya leşkeran de bi destê cerdevanan dar têne birîn, xweza…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî wê namzetên xwe di 29’ê Çileyê de bide nasandin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku namzetên bi dengdana gel hatine diyarkirin wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Zeynep Karayilan: Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye, ne qencî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd mehkûmî îdamê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li hemberî biryara navçekirina Gulale greva giştî hate ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?