Çarşem, 14 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrîşên li ser Helebê li gelek bajaran hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Êrîşa li Helebê êrîşa li dijî pêvajoyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê li Enqereyê ne: Bila êriş bisekinin, Hakan Fîdan îstifa bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Şerê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo Kurdan rewş û qonaxeke nû ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran êrîşên ser Helebê hatin protestokirin, berxwedana Rojava hat silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ di 25’ê Çileyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê melayên ku bêrêzî li hemberî şervanên jin kirin, hatin gilîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Helebê û pêvajoyê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Rûken: Perestgeha jinên çiyayî Kurdistan a bedew e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îrmez: ‘Mafê Hêviyê’ wê rê li ber aştiya civakî veke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogan: Li gel êrişan hemûyan jî gelê Kurd wê bibe xwedî statu

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê yên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin gihîştin Rihayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê jin barê aştiyê hilgirin û edaletê kontrol bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Jinê: Divê hesabê sûcên hatine kirin bê pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êşkence û teşhîrkirina laşê jinên berxwedêr sûcên şer in!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdebûna mirina bi guman a jinan: Polîtîkaya bêcezahiştinê hêzê dide kujeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hêzên Parastina Jinan wê tu caran gav paşde neavêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Derdora Bendava Tişrînê tê topbarankirin
Li 2 gundên Dêr Hafirê malên sivîlan hedef hatin girtin
Komên çete derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin
Li Şêxmeqsûdê agirbesta qismî hat ragihandin
Li Şêxmeqsûd çalakiyên fedayî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Milîtanê Ragihandina Azad: Ferzad Medî
Kurdistan

Milîtanê Ragihandina Azad: Ferzad Medî

Ferzad Medî, li ser şopa hevalên xwe Deniz Firat, Rubar Kerboran û Evîndar Cûdî, berxwedana gerîlla û gel bi raya giştî re parve kir, bi ked û têkoşîna xwe bû mîlîtanekî Ragihandina Azad.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tebax 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Kes dizane ku ev zarokê dildar çawa ye! Ew zarokê bi rûkenî û çavên tijî hêvî ne. Ew mirovên ku xwe bi çiyan re kirine yek, bi çav û dilên tijî hêvî, her tim xwe bi jiyanê re kirine yek, ji riyên dûr û dirêj berê xwe dane riyên asê û çiyayî, bi her gav avêtinekî xwe dibin hêz û çavkaniya hêviya mirovên azadîxwaz. Yek ji parezvanê welat, ew bi hêza xwe bû ziman, çav, deng, û hestên hemû gelê Kurd. Hevalê Ferzad bi kamera û pênûsa xwe, bû milîtanê Ragihandina Azad.

Zarokê Medî, ku bi çîrokên berxwedanê mezin bûye, her çîrokek di bîra xwe de parastiye, ev yek jî li ser mezinbûna Huseyîn bûye xwedî bandorekî mezin. Huseyîn di nava malbatekî welatparêz de, bi nirxên xwe re girêdayî mayî mezin dibe. Ew di sala 1989’an li bajarê Îdirê ji dayik dibe, zarokatî, çand û exlaqê xwe ji malbata xwe ya xwedî nirx digire. Elbet çanda malbatê ya bi nirxên xwe re girêdayî mayî, li ser têşe girtina Huseyin jî bandor dike. Huseyin hîn di zarokatiya xwe de, ji ber welatparêziya malbatê, her wiha dema ku dest bi karkirine dike, rastiya dijmin ji nêz ve dibîne, ev yek jî dibe sedem ku bikeve nava lêgerînên xwe naskirinê.

Lêgerîn û mereqa wî dihêle ku gavên ber bi şoreşgertiyê re bavêje. Bi vê yekê dest bi xebatên ciwanan dike, bi awayekî çalak bi rolê xwe radibe. Lewma dibe hedefa dijminê dagirker. Ruxmê ku sê salan dîl tê girtin jî, lê ti carî dev ji doza xwe bernade, her wiha têkoşîna xwe bilindtir dike. Ew soz dide ku wê bibe deng û çavê gelê xwe. Bi vê yekê re rêwîtiya wî ya azadiyê despê dike. Di sala 2012’an meşa di têkoşîn û şopa heqîqetê de ya şervanê heqîqetê despê dike.

Milîtanê Heqîqetê, Egîdê Ragihandina Azad Ferzad Medî, bi ked û hezkirina xwe ya jiyanê re, bi baweriya xwe ya bi azadî û ramanên Rêber Apo re, dibe çavkaniya hêz û tevlîbûna bê tereddud. Ew di sala 2012’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê dibe. Li qada Garê perwerda xwe ya bingehîn dibîne. Bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe bi dawî dike, piştî perwerdê vesaziya wî li qadê çêdibe. Ew bi kelecanekî mezin derbasî piratîkê dibe.

Heval Ferzad piştî ku derbasî qada pratîkê dibe ji ber ku xwedî wê zanebûnê ye, bi çavekî hunerî li jiyana gerîla meze dike. Ev yek jî dibe bingeha gavên nû ji bo meşa hevalê Ferzad. Lewma piştî demekî kurt derbasî qada ragihandina Gerîla dibe. Bi derbasbûna xwe ya van xebatan re, bi soza ku xwedî derketina li keda mîrasa heyî, heman demê bi soza her tim wê bibe şopînerekî rast yê Xelîl Dag û Gurbettelî Ersoz gav diavêje. Lewra bi her nivîsekî xwe, bi wêneyekî xwe rastiya têkoşîna gerîlayên azadiyê, bi her kesî dide nasîn. Bi taybet li hemberî medyaya şerê taybet, bi hêrsekî mezin têkoşîn dike, bi xebatên xwe dibe hêza bersiv dayinê.

 Di nava xebatên xwe de, her tim bi kelecan û dildariyekî mezin nêz dibe. Heval Ferzad bi ciddiyetekî mezin nêzî xebatên xwe dibe. Heman demê ti carî gavên xwe paşde navêje, berovajî wê her tim di nava lêgerîna xurt kirina xebatên xwe de bûye. Lewma kedekî mezin raber dike. Ruxmê pir zehmetiyan jî bi israra xwe dixebite. Ew bi kedkari û hezkirina xwe ya ji xebatan re, di nava rêhevalên xwe de tê nasîn, her wiha dibe cihê mînakê ji rêhevalên xwe yên çapemeniyê re. Ew di her hêla xebatên xwe de bi pisporî û bi ciddiyet nêz dibe. Bi nivîsên xwe, bi taybetî jî di aliyê wergera ziman de xwedî kedekî mezin e.

Bi ked û hewildanên xwe ve, ji hemû hêzên gerîla re dibe alîkar, ji ber bi xebatên xwe di milê amedekariya meteryalên perwerdê de xwedî roleke mezin e. Ew bi xebat û keda xwe xwedî li gotina xwe derdikeve, ji ber ew her tim wiha dibêje “ya ku piştî Gerîla dimîne, wêne û fikrên wî ne”. Ew bi vê zanebûnê her tim nêzî xebatên xwe dibe, bi awayekî bê navber dixebite, bi kamera xwe her kêliyên gerîla dikişîne, di heman demê de bi pênûsa xwe, her kêliya têkoşîn û lehengtiya gerîlayan dike roman ji gelê xwe re.

Ew ne tenê berxwedaniya gerîla diteyisîne, di heman demê de ew berxwedaniya gelê qeherman jî diteyisîne. Bi destpêkirina êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yê li ser qadên Mexmûr û Kerkukê, hêzên gerîla ango şervanên gelê xwe dema derbasi berxwedanîya wê heremê dibin, ew jî piştî demekî ji bo cihê hevalên xwe dagire ew jî berê xwe dide. Di çanda tevgera Apoyî de ti carî şûna şehîdan vala nayê hîştin. Lewma piştî şahedeta heval Denîz Firat, heval Rûbar Kerboran û heval Evîndar Cûdî ew berê xwe dide qadên Mexmûr û Kerkûkê. Di eniyên herî pêş de bi rolê xwe radibe, ew li wir lehengtiya gel û hêzên gerîla bi her kesî dide nasîn. Her tim di milekî wî de çekê wî, di milekî de kamera wî, her tiştî dike bîr û ji dîrokê re dihêle. Piştî bi erkên xwe yên şoreşgerî bi dawî dike, careke din berê xwe dide çiyayên azad.  

Zarokê çiyayî vê carê xwe ji rêwîtiyekî dûr û dirêj re amede dike. Heval Ferzad her tim xwe li gorî qadên Bakur amede kiriye, li gorî vê jî her tim xwe perwerde kiriye. Ji ber ew dixwaze proje û xebatên heval Xelîl Dag û heval Arîn Amed bidomîne. Li ser vê bingehê bi çek û kameraya xwe re, di sala 2017’an de derbasî qadên Bakurê welat dibe. Ew bi têkoşîn û keda xwe, di qadên herî dijwar de cih digire, bi vê yekê hemû rewşên heyî bi kamera û pênûsa xwe bi belge dike. Bi van xebatên xwe li hemberî wijdanê mirovahiyê bi erkên xwe yên şoreşgerî radibe û pêk tîne.

Heval Ferzad, her tim bi kesayeta xwe ya dilnizim, bi kelecan û morale xwe yê bilind, bi rihê xwe yê zarokatiyê ku ti carî wenda nekirî, cihê xwe di dilê me hemû hevalên xwe de hêştiye. Lewma dema di civata hevalan de navê wî tê ziman, ked, hezkirina jiyanê, kelecan û girêdana bi çiyan re tê bîra her hevalekî.

Ew hezkirin û girêdana xwe ya bi jiyanê re bi van hevokan pênase dike. “Ger ku jiyan bi têkoşînê ve were xemilandin bi wate ye. Yan ti wateyeke xwe nîn e. Ji lewra jiyîn nayê weteya rast jiyandinê. Di roja meya îroyîn de gelek mirov hene ku ti cudabûna wan ji zombiyan nîn e,l ê bes tu ji wan bipirsî ew jî xwe wekî dijîn dibînin. Heta ku bawer dikin ku jiyana rast û azad ew dijîn. Ji ber vê yekê girîng e ku mirov çarçoveya jiyana rast, azad û rasteqîn bi xetên sitûr xêz bike”.   

Heval Ferzad di têkoşîna xwe ya 6 salan bê navber ked raber kiriye. Di dîroka 28’ê Hezîrana 2018’an de li qada Garzanê de, di encama êrîşekî hovane ya dewleta Tirk de tevlî karwanên nemir ên Kurdistanê dibe.

Heval Ferzad di qada ragihandinê de, her tim bûye sembola keda bê hesab. Bi taybet dildariya wî ya ji çiyayan re, bawerîya wî ya bi hevaltiyê re, her tim ji me re bûye rênîşander ku em hemû rêhevalên wî di şopa wî de bimeşin û têkoşînê bilind bikin. Ew bi ked û xebatên xwe re bûye mînaka milîtaniya ragihandina azad. Wekî rêhevalên wî em soz didin ku em ê xwedî li mîrasa wî ya ku ji me re hîştîye derkevin û em ê xeyalên wî pêk bînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 30’Ê TEBAXA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Li Hesekê li dijî DAÎŞ’ê operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Engîzek: PKK weke destaneke azadî û vejînê wê di dilê me de bijî

Endama Dîwana Kongreya 12’emîn a PKK’ê Xalîde Engîzek anî ziman ku dibe ku PKK weke…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em ê dijmin poşman bikin ku êrîşî herêmên me kirine

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku di çarçoveya bersivdana êrîşan de, hêzên wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Agirbesta Xezeyê: YE’yê nerazîbûn nîşanî Hamas û Îsraîlê da

Hamasê qebûl nekir ku qonaxa destpêkê ya peymana agirbestê ya li Xezeyê were dirêjkirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ di 25’ê Çileyê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê melayên ku bêrêzî li hemberî şervanên jin kirin, hatin gilîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê ji bo Helebê û pêvajoyê daxuyanî da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîla Rûken: Perestgeha jinên çiyayî Kurdistan a bedew e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?