Ji bo ji fermandarên HPG’ê Mihrali Yilmaz (Tamer Koç) ku 14’ê Çileya 2025’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Garê de şehîd bû, li wî ya li navçeya Yenîmahle ya Enqereyê şîn hat danîn. Şîn wê 3 rojan berdewam bike.
Nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komaleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di roja yekemîn de serdana şînê kirin. Di şînê de sersaxî ji bo malbatê hate xwestin û dua hatin xwendin.