Sêşem, 27 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li herêma Saratov a Rûsyayê çalakiya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîr û Denîzliyê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji gerîlayên YJA Starê piştgiriya berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Êrîşa li ser Rojava, komployeke berfireh a li dijî Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêzî 200 ciwanên dixwazin derbasî Rojava bibin li deriyê Sêmalka tên astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Guhbel a Şengalê ji bo Rojava meşa piştevaniyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê meşa piştevaniya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Abdî bi Bafil Talabanî re axivî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    180 hunermendan bang kir: Ji Rojava re statu!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK Skandînaviya ji bo Rojava banga hevgirtinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Li Rojava îradeya jinên azad hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê piştgirî dan berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê bazin diyarî kesên ku tevlî alîkariyê dibin dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrişê dibin ser gundên Kobanê, şer dewam dike
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Abdullah Ocalan wê peyamên girîng bide
Rojane

DEM Partî: Abdullah Ocalan wê peyamên girîng bide

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku Rêber Apo ji Şandeya Îmraliyê re gotiye: “Tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Îlon 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî rojevên duh di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) de hatine nîqaşkirin, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Ayşegul Doganê anî ziman ku di civîna wan a MYK’ê de gelek mijar hatinê nirxandin. Ayşegul Doganê, di serî de bal kişand ser zextên ser partiyên muxalîf û got: “Mixabin, muxalefet her roj bi rewşeke nû re rû bi rû dimîne. Li Tirkiyeyê, operasyonên siyasî bi salan e mijara herî zêde tê axaftin. Em bi rewşeke derveyî hiqûqê re rû bi rû ne.”

 

Bi domdarî Ayşegul Doganê sepana qeyûm bi bîr xist û weke “derbeya li dijî vîna gel” nirxand. Ayşegul Doganê, got: “Me her tim got ku zîhniyeta qeyûman zîhniyeteke xirab e. Ev ne meseleya parastina CHP’ê ye, ev meseleya ewlehiya hiqûqî, parastina pergala hilbijartinê û siyaseta demokratîk e.”

‘DADGEH DIVÊ HIQÛQÊ BIPARÊZE’

Ayşegul Doganê di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku komîsyona li meclisê hatiye avakirin divê rê li ber demokratbûnê veke û ev tişt gotin: “Di vê pêvajoyê de hûn qeyûm li kongreyên partiyan jî tayîn bikin, ev yek pirsan çêdike; ‘Gelo ev gavên demokratîkbûnê bêwate ne?’ Divê ev pirs neyên pirsîn. Komîsyon divê rêyekê ji bo qada siyasî veke. Dadgeh bi salan e tenê wekî amûreke siyasî tê bikaranîn. Em hewl didin vê yekê biguherînin. Dadgeh divê hiqûqê biparêze. Lê di vê dema ku em li benda firehbûna qada siyasî ne, ev kiryarên qeyûman li dijî demokrasiyê ne. Komîsyon divê vê qada teng a siyasî fireh bike.”

Di berdewamê de Ayşgul Doganê destnîşan kir ku divê komîsyon bi Rêber Apo re hevdîtin bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komîsyon divê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Komîsyona li Meclisê divê cidî nêz bibe. Em weke DEM Partiyê girîngiya vê komîsyonê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê destnîşan dikin. Lê divê ev komîsyon bi muxatabên esasî, wekî birêz Ocalan, hevdîtinê bike. Birêz Ocalan dibêje, ‘Tiştên girîng hene ku ez ê ji komîsyonê re bibêjim’ û dixwaze rasterast bi wan re biaxive. Em careke din bang dikin, divê komîsyon zû rêyekê ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re veke. Ev hem hewce ye, hem jî wekî xwezaya çareseriya pevçûnan jî pêwîst e.”

TIŞTÊN GIRÎNG ÊN JI KOMÎSYONÊ RE BÊN GOTIN

Ayşegul Doganê anî ziman ku Rêber Apo ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re gotiye “Tiştên girîng ku ji komîsyonê re bibêjim hene” û wiha axivî: “Komîsyon, mecbûr e rêyeke hevdîtina bi birêz Ocalan re bibîne. Ev pêwîstiyeke. Divê wisa be. Anku heke hûn bi xwazin bi awayekî xwezayî pêş bikeve, divê hûn rê bidin rêberekî bi sala ye ji bo çareseriyê, aştiyê û zemîneke siyasî û hiqûqî tevdigere. Birêz Ocalan bi qasî giravekî dûr e lê li vir nîqaşên cuda tên kirin. Em vê rast nabînin û divê teqez bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.”

Ayşegul Doganê diyar kir ku ji bo Koma Aştî û Civaka Demokratîk a çekên xwe şewitandin bikarin daxilî siyaseta demokratîk bibe, hewceye gav bên avêtin û wiha pê dê çû: “Birêz Bahçelî salek berê got, ‘Bila Ocalan were Meclisê biaxive, bila mafê hêviyê jê re bê dayîn.’ Lê piştî salekê, çi pêş ket? Ev kelecanî divê di qirikê me de nemîne. Birêz Bahçelî, serokkomar, birêz Kurtulmuş, hûn ê çawa vê koma aştiyê têxin nav siyaseta demokratîk? Divê her kes bersiva vê pirsê bide. Gel dibêje ‘Ji şer re na. Ji qetlîaman re na. Ji ji înkarê re na!’ Ev daxwaza aştiyê ya civakê ye. Divê ev deng bê bihîstin. Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e. Divê ev bêdengî mayînde be. Divê Tirkiye ji bo aştiya mayinde gavan biavêje.

Zimanê li dijî destkeftiyên Kurdan divê bê terikandin. Em dibînin ku YPG, PYD û HSD wekî gef tên nîşandan. Ev ziman tenê nakokî û bêbaweriyê çêdike. Divê ev ziman bê terikandin. Kurd, li ku dibin bila bibin, gef nînin. Lê ji bo yekitiya Tirkiyeyê firsend in. Tirkiye divê bi rêveberiya Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê re têkiliyên baş deyne û mafên wan biparêze. Ev ji bo ewlehiya Tirkiyeyê jî firsendek e.”

ŞANDEYA DEM PARTIYÊ DÊ BIÇE ÎMRALIYÊ

Di dawiya axaftina xwe de jî Ayşegul Doganê da zanîn ku hefteya pêş dê şandeyeke ku Hevserokên Giştî û endamên MYK’ê jî tê de cih digirin biçe serdana Girava Îmraliyê û got: “Weke DEM Partiyê, em amadekariyê dikin ku şandeyeke hevserokên me yên giştî û endamên MYK’ê jî tê de cih digirin, hefteya pêş biçe serdana birêz Ocalan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mehmet Durak piştî 30 salan hate berdan
Nûçeya Pişt re Tebaxa 2025’an bû sêyemîn Tebaxa herî germ
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nerazîbûna TMMOB’ê ya li dijî qeyûman: Vîna gel nikare were xespkirin

Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), xespkirina Şaredariya Colemêrgê û girtina hevşaredar Mehmet…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser têkildarî plana ‘dûrxistina Êzidiyan a ji Şengalê’ hişyarî da

Rêveberiya Xweser a Şengalê civîna Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê weke hewldanek ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanên QSD’ê xwe ji Girtîgeha Eqtanê vekişandin

Şervanên QSD'ê ku Girtîgeha Eqtanê ji êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê diparastin, piştî berxwedana bi rojan xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li herêma Saratov a Rûsyayê çalakiya ji bo Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?