Gerîlayê HPG’ê Rohat Rover (Azad Akinci) 10’ê Îlona 2024’an di êrîşa hewayî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû. Akinci sala 1989’an li bejahiya Rover a navçeya Kerboran a Mêrdînê ji dayik bû. Rohat û malbata wî sala 1992’an piştî ku gundê wan hate şeiwtandin koçî Êlihê kir. Rohat Rover li nava malbateke ji 9 zarokan mezin bû, ji têkoşîna bavê xwe Nazim Akinci bi bandor bû. Bavê wî Nazim Akinci li Mêrdîn û Êlihê li hemberî nêzîkatiya teslîmiyetê ya dewletê paşve gav neavêt û têkoşîn hînî zarokên xwe kir. Rohat Rover jî bi vê têgihiştinê mezin bû û tevlî kar bû.
Rohat Rover sala 2005’an tevlî nava karên ciwanan ên PKK’ê bû û li gelek bajarên Kurdistanê kar kir. Sala 2008’an hate girtin û piştî hate berdan jî kar dewam kir. Sala 2009’an Rohat Rover careke din hate girtin û piştî 10 mehên girtîmayinê ji girtîgehê derket. Piştre berê xwe da çiyayên azad û 10’ê Îlona 2024’an di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Makbûle Akinci (40) qala têkoşîna birayê xwe kir.
Makbûle Akinci anî ziman ku birayê wî heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya. Makbûle Akinci diyar kir ku bavê wan ji ber dilxwaziya xwe ya azadiyê navê Azad li birayê wê kir û got, “Li gorî navê xwe bû. Ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi rengekî mezin li ber xwe da. Em hîn biçûk bûn, neçar man ji gund koç bikin. Li gund timî diavêtin ser mala me. Êşkence li bavê min dikirin. Heqaret li me dikirin. Ji ber ku em Kurd bûn ev yek dianîn serê me. Dixwestin Kurdan bitirsînin. Em ti carî netirsiyan û me serî netewand. Bavê min gelekî êşkence dît, lê paşve gav neavêt. Weke zarokên wî me jî dan ser rêya wî. Azad yekî gelekî şîrîn û sempatîk bû. Derdora wî gelekî jê hez dikir. Timî dixwest ji bo gelê xwe tiştekî bike.”
‘JI ALIYÊ HIŞMENDIYA JINÊ VE BÛ PÊŞENGÊ MIN’
Makbûle Akinci destnîşan kir ku ji aliyê hişmendiya jinê ve gelekî xwe bi pêş ve xist û got, “Em 9 xwişk û bira bûn, ez û 8 birayên min hebûn. Rojekê li taxê çalakî hebû; Azad got, ‘Hadî em bi hev re biçin’. Min jê re got, ‘Ez keçika yekane ya malê me, karên malê hene, nikarim bêm’. Azad jî got, ‘Cudahî di navbera me de nîne, em ê bi hev re biçin çalakiyê, em dikarin karê malê bi hev re bikin’. Piştre jî em bi hev re diçûn çalakiyê, me karê malê jî bi hev re dikir. Di mijara hişmendiya jinê de bû pêşengê min.”
Makbûle Akinci qala bîranîneke Newrozê ya bi birayê xwe re kir û got, “Serê sibehê zû em çûn Newrozê. Êvarê dema em hatin, got, ‘Kêf kêfa we ye’. Dema me pirsî bê çi bûye, got, ‘Di dema Newrozê de em 60 zarok di binê çavan de hatin hiştin’. Moralê Azad ji ber binçavkirinê xerab bû. Newrozên din em bi hev re çûn. Piştî Newrozê nehat malê. Meş hate lidarxistin. Ji qada Newrozê li kolanan belav bûn. Êvarê dema hat malê gelekî kêfxweş bû.”
‘EM AŞTIYEKE BI RÛMET BIKIN DIYARÎ’
Makbûle Akinci bi dewamî got, “Em ji xwişk û bira wêdetir bû. Em bi hev re diçûn çalakiyê, me bi hev re karê malê dikir. Ti carî ez bi tenê nehişt. Her tişt bi min re parve dikir. Xewn û xeyala wî civakeke azad bû. Pêvajoyeke aştiyê hate destpêkirin. Divê gelê Kurd xwedî li pêvajoya aştiyê derkeve ku bi berdêlên giran hate afirandin. Xwedîderketina li pêvajoyê xwedîderketina li nirxan e. Em aştiyeke bi rûmet diyarî wan bikin. Di vê pêvajoyê de divê dewlet gavên lezgîn biavêje. Em civakeke azad diyarî Azad û hevalên wî bikin.”