Li Şirnexê li gel serlêdanan jî li Besta, Gabar, Cûdî û gundên li bejahiyê birîna daran bi rêk û pêk dewam dikin. Bêyî agahî û destûra gundiyan zeviyên wan di bin çavdêriya leşkeran de ji aliyê cerdevanan ve têne talankirin. Cerdevan her wiha gefê li gundiyan dixwin, ku dema nerazîbûnê nîşanî wan didin.
Ji ber birîna daran a bi destûra walîtiyê tê kirin û bi salan e dewam dike, ji sedî 14 ê daristanên li bajêr tine bûne, cerdevanên ku daran dibirin û difiroşin jî dewlemend dibin.
Birîna daran, talankirin bi dîmenên ji peykê jî bi şênberî tê dîtin; cerdevanên ku darên kevn an jî nû dibirin, vê carê jî ketin bexçeyên gundiyan. Bexçeyên li wan gundan ên ku beriya 30 salî ji ber ferzkirina cerdevaniyê hatin valakirin, ji aliyê cerdevanan ve têne talankirin. Gundî ji ber qedexeyê salê yan jî du salan carekê dikarin biçin bexçeyên xwe, çandiniyê dikin an jî gwîzan kom dikin, bêyî ku agahî ji wan re bê dayin bexçeyên wan têne talankirin.
Ji gundiyan Abdulmenaf Bayik anî ziman ku bêyî destûr jê bê standin û agahî jê re bê dayin, bexçeyên wî yên ji keda salan tê talankirin û got, “Dema ku me xwestin vê yekê asteng bikin, bi çekê gef li me xwarin.”
‘BÊYÎ AGAHDARIYÊ BIKE KETIN BEXÇEYÊ MIN Û DAR BIRÎN’
Abdulmenaf Bayik anî ziman ku birîna daran a du sal in li Bestayê dewam dike, êdî gihîştiye nava bexçeyê wî û diyar kir ku cerdevan ji bo zeviyên ji kalkê wî jê re mane dibêjin, ‘zeviyê me ye’ û dest bi talanê kirine.
Bayik got, “Ne tenê yê me, ev yek li gelek zeviyên gundiyên herêmê kirin. Gundê me û zeviyê me li Bestayê ne. Dema ku me bihîst dar lê têne birîn, em rabûn çûn herêmê. Ji ber qedexeyan em nikarin bi hêsanî bikevin herêmê, lê belê cerdevanên ku daran dibirin bi hêsanî dikarin bikevin herêmê. Bêyî ku destûrê ji me bistînin dest bi birîna darên li bexçeyê me kirine. Bi salan e em bi zorê diçin wî bexçeyî, hewl didin çandiniyê bikin. Lê belê niha hewl didin wê jî ji me bistînin.”
‘BI ÇEKÊ GEF XWARIN’
Bayik anî ziman ku dema bi gundiyan re çû herêmê li cerdevanan rast hat ku bi traktoran dar hildigirt û qala diyaloga bi wan re kir:
“Dema ku em çûn dest bi birîna daran kiribûn. Dema ku me ji wan pirsîn, gotin ‘Walî destûr daye’, lê belê dema ku me ji walîtiyê pirsîn, got ‘Eleqeya min jê nîne’. Dema ku me ji wan re got divê birîna daran rawestînin û divê ji nava zeviyên me biçin, gotin, ‘Me eleqedar nake, em ê bibirin, ji vir biçin’. Em jî neçûn û em axivîn. Dema ku me nerazîbûn nîşanî rewşê dan, cerdevanan destê xwe avêtin çekên xwe û bi çekê gef li me xwarin, gotin, ‘Ji vir biçin’. Nehiştin em li ser zeviyê xwe jî biaxivin. Darên me dibirin û difiroşin û pere jî dixin bêrîka xwe. Ev ne mirovî ye ne jî wijdanî ye.”
‘EV BÊHIQÛQÎ DIVÊ BI DAWÎ BIBE’
Bayik ragihand ku birîna li bajêr zerareke mezin dide gundiyan û xwediyên sewalan û anî ziman ku wê xwedî li bexçeyê xwe derkeve û got, “Her roj qemyonên tijî darên hatine birîn ji ber mala min derbas dibin. Gundiyên li vir ne av ne jî darek bi destê wan dikeve; lê belê her roj bi tonan dar têne birîn. Dema ku em vê dibînin dilê me dişewite. Walîtî bi biryarên qedexeyê vê birînê hêsan dike. Ti fêda vê birînê li me nîne. Divê ev bêhiqûqî û neheqî bi dawî bibe. Eger bi vî rengî dewam bike wê dareke bi tenê jî nehêlin.”