Pêncşem, 6 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tecrûbeya demokrasiya herêmî li Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejdet Atalay: Divê Kurd karibin biryarên li ser pêwîstiyên xwe yên siyasî û çandî bi xwe bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gelekî girîng e ku alî li hev civiyan û ev metna hiqûqî çêkirin”

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîlgesû Erenûs jiyana we ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    CHP’ê jî pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyê’ îmze kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şopên ji heqîqetê: Fermandar Zekiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzikjenên jin ji çar parçeyên Kurdistanê bi hev re konser dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Ked û Demokrasiyê piştgirî da qanûna çarçoveyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wargeha Mexmûrê di salvegera 12’emîn de êrişên DAÎŞ’ê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: ‘Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Ji bo Mafê Hêviyê divê tavilê gav bê avêtin
Rojane

DEM Partî: Ji bo Mafê Hêviyê divê tavilê gav bê avêtin

Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê diyar kir ku ji bo mafê hêviyê biryar di destê dadgehê û organa siyasî de ye û destnîşan kir ku desthilatdarî, meclîs û her kesên berpirsyar divê tavilê gavê biavêjin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Îlon 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser “Mafê hêviyê” li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da.

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan bi lêv kir ku tevî 11 sal bi ser biryara komîteyê derbas bûnê jî, ji aliyê Tirkiyeyê ve tu gav nehatinê avetin û Rêberê Apo û bi hezaran kes ji ber vê yekê bandor dibin û bang li Komîteya Ewropa kir ku li dijî Tirkiyeyê prosedura binpêkirinê bide xebitandin.

Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku ji bo pêkanîna “mafê heviyê” hewcehî bi guhertinên qanûnî yên pêwîst heye û got: “Divê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bi lez û bez bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike û ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’, qanûnên Entegrasyona Demokratîk nîqaş bike û pêşniyarên xwe pêşkêşî komîsyona têkildar bike. Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’, em bang li Serokatiya Meclisê, partiyên siyasî yên ku di Mecliisê de ne û parlamenteran dikin ku xalên 25, 107/2 û 16, 110/9 û madeya demkî ya 2’yan a Qanûna Înfazê ya 5275’an, herwiha xala 17/4 ya Qanûna 3713’an bêne rakirin û guhertinên pêwîst di TCK’ê de bêne kirin. Wekî ku di biryara Komîteya Wezîran de hatiye diyarkirin, pêşniyarên qanûnê yên ku hatine pêşkêşkirin divê bikevin rojevê û bibin qanûn.”

Ozturk Turkdogan bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku gotibû “Ji bo aştiyê divê her dû baskên kevokê hebin” û ev tişt anî ziman: “Divê Wezareta Dadê ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ gavan biavêje. Di Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de, divê hevkarên Tifaqa Komarê sozên xwe yên der barê ‘mafê hêviyê’ de bi cih bînin û ji bo ‘her du baskên aştiyê’ temam bibin gavên pêwîst bavêjin. Heta ku mafê hêviyê bi cih bê, divê hemû mafên birêz Ocalan ên ku ji qanûna îcrayê tên, bi temamî bêne cîbicîkirin, hevdîtinên bi parêzer û malbatê re bi rêkûpêk bêne kirin, serdanên Şandeya Îmraliyê zêde bibin û serdanên parlamenter, rojnamevan, akademîsyen, STK û rêberên raya giştî bêne hêsankirin. Ji bo serkeftina Pêvajoya Aşitiyê û Civaka Demokratîk, dabînkirina tenduristî, ewlehî û şertên azadiyê yên birêz Ocalan mecburiyek e. Divê mafê hêviyê bi lez û bez bê pêkanîn.”

Ozturk Turkdogan, têkildarî biryara “Mafê hêviyê” ya Komîteya Wezîran axivî û got: “Şert e ku di çarçoveya Plana Çalakiyan a Mafên Mirovan de sererastkirinên hiqûqî bên kirin. Dikarin bi rehetî vê sererastkirinê di ‘mafê hêviyê’ de bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fîlozof Robert Pfaller: Banga Abdullah Ocalan firsendeke dîrokî ye
Nûçeya Pişt re Meclîsa ISIG’ê: Di nava salekê de herî kêm 72 karkerên zarok jiyana xwe dest dane
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berxwedana li dijî derbeya qeyûm berbelav dibe

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berxwedana li dijî derbeya qeyûm berbelav dibe.

Ji aliyê Stêrk TV

Werîşe Muradî: Êriş li dijî tevahiya civakê ye, lê berxwedan wê bi ser bikeve

Siyasetmedara Kurd Werîşe Muradî ku cezayê darvekirinê li Îranê lê hatiye birîn, got "Hewl didin…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hat eşkerekirin

HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em hevrêyên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tecrûbeya demokrasiya herêmî li Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nejdet Atalay: Divê Kurd karibin biryarên li ser pêwîstiyên xwe yên siyasî û çandî bi xwe bidin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Gelekî girîng e ku alî li hev civiyan û ev metna hiqûqî çêkirin”

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?