Cîhan li ber serdemeke krîtîk ku tundî û kaos her ku diçe zêdetir dibin û şaristaniyên modern li ber hilweşînê ne. Lê ev tundûtûjî êdî ne tenê ji ber dengê balafirên şer an jî guleyên tankan çêdibe; ew di heman demê de ji ber pûçkirina hişan, jêbirina bîranînan û bêbandorkirina civakan jî hildiberîne.
Gotineke ku ji bo fîlozofê Elman Gunther Anders re tê gotin ev kontrola şêweya nû bi awayekî şênber pênase dikir: “Ji bo pêşî her cure serhildanê bifetisîne divê teqez serî tundiyê nede. Rêbazên kevnar ên mîna yên Hitler êdî ne derbasdar in. Daxistina asta perwerdehiyê, gihîştina zanyariyê veguherînin cûdekariya elîtan û girseyan bi şahiyên bêdawî û serxweşiya serfkariyê re mijûl bikin. Bi vî awayî, serxweşiya serfkariyê û reklam dibe asta pîvana bextewariya mirovan û modela azadiyê.”
Îro jî heman dîmen li ber me ye: tundî ne bi rêya qedexekirina rasterast, di heman demê de bi rêya valatî û jibîrkirinê jî pêk tê. Ji civakan re her tim dibêjin “qediya”, têkiliyên bi bîran re têne qutkirin û vîn neçar dimîne ku teslîm bibe. Tam di vê nuqteyê de gotinên helbestvanê Fransî Charles Baudelaire olan dide: “Hîleya herî baş a şeytan ew e ku we qanih bike ku hûn tine ne.”
Biryara Kongreya 12’emîn a fesixkirina PKK’ê ji hêla gelek derdoran de wekî “dawî” hate şîrovekirin. Lê ev ji hewldanek xapînok a nixumandina rastiyê wêdetir ne tiştek e. Bidawîbûna serdemekê rast e; lê ev nayê wê wateyê ku pêdiviya gel a ji bo azadiyê bi dawî bûye. Berevajî vê yekê mezinbûna valatiyê pirsek nû ferz dike: Gelo jinûve avakirina PKK’ê?
Bi fesixkirinê PKKê re, têgeha “valahî” bi gelekî tê nîqaşkirin. Lê rastî ev e: Dîroka PKK’ê ji serî heta binî dagirtina vê valahiyê ye, li hemberî tinebûnê têkoşîna afirandina heqîqetê ye. Bi damezrandina xwe re înkara ku li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin red kiriye, ya tinebû derxist holê, dengê hatibû bêdengkirin veguherand dengekî û mîrata ku dewr girtibû bilind û mezin kir.
PKK îro ji rêxistineke ku hatiye fesixkirin wêdetir, heqîqeteke dîrokî ya ku nîv sedsal e didome û agirê serhildanê ye ku qet venamire.
Ji kongreya damezrandinê ya 1978’an bigire heta biryara fesixkirinê ya 2025’an demê kongre bi awayên cuda jinûve avakirina vê heqîqetê bûn. Di sala 1982’an de vegera welêt û destpêkirina têkoşîna gerîla, di sala 1986’an de kûrbûna îdeolojîk û bi îlankirina ARGK’ê re avakirina artêşê, Kongreya Heftanînê ya 1990’an a ku wekî kongreya gerîla tê zanîn, reforma 1995’an, tevî Komploya Navneteweyî vejîna 1999’an, “kongreya avakirinê” ya li ser bingeha paradîgmaya nû ya 2005’an; sazîbûna xeta Neteweya Demokratîk a di 2013’an de û fesixkirina 2025’an…
Her yek ji wan bersiva krîza kûr a serdemekê bû; her yek ji wan pêvajoyeke avakirina nû bû.
Ji ber vê yekê pirsa ku divê em îro bipirsin ev e: Gelo fesixkirin dawîbûn e yan jî jinûve vejîna heqîqeta dîrokî ya formeke din e? Dixwazin ku fesixkirina PKK’ê bi vî rengî were şîrovekirin; lê rastî ew e ku ew wekî hêviyekê di wijdan û bîra gel de dijî.
Akademîsyenên ku pirsgirêkên dîrokî bi perspektîfa civaknasî re lê hûr dibin û taybetir me ji mamoste Hamît Bozarslan guhdar kiriye di Muqaddîma Îbn Xaldûn a ku referansek sereke ye, têgeha “nifş” bi pêşxistiye û ji bo têgihîştina aliyê veguherîna civakî û siyasî girîng e. Li gorî wî, temenê civatek an xanedaniyek bi qasî sê nifşan ve sînorkirî ye û her nifşek bi qasî çil salan dom kiriye. Bi vî awayî, temenê xwezayî yê hêza siyasî bi qasî sed û bîst sal in.
Di vê çerxê de, nifşê yekem a ku ava bû, têkoşîn û hevgirtinê temsîl dike, nifşê duyem ji feydeyên desthilata qezenckirî sûdê werdigire û nifşê sêyem jî ji bîra têkoşînê qut dibe û ber bi hilweşînê ve diçe.
Îbn Xaldûn vê rêgeza dîrokî bi mînaka Îsraîliyan re rave dike. Civaka Cihûyan a ku di bin serokatiya Mûsa de ji Misrê derket, rasterast neket “Axa Sozdayî”; 40 salan li çolê geriyan. Nifşê ku kolêtî jiya li çolê tine bû, li şûna wan nifşek nû ya azad ava bû. Di vê çarçoveyê de “nifş” ji kategoriyek biyolojîkî wêdetir, weke hilgirên bîra civakî û hişmendiya siyasî tê destgirtin. Ji bo ku veguherîna civakî pêk bê, divê herî kêm nifşek biguhere.
Ger em têgeha “nifş” a Îbn Xaldûn di vê çarçoveyê de binirxînin, em ê bibînin ku pêvajoya guhertina rejîma li Tirkiyeyê di rastiyê de desthilateke ku nêzîkî dawiya çerxek nifşî dibe û hewl dide dînamîkên civakî yên heyî di çarçoveya guhertina rejîmê de entegre bike.
Di vê çarçovê de wekî ku di navbera CHP, MHP û AKP’ê de cudahî hene tên nîşandan, di rastiyê de beşek ji stratejiya rejîmê ne ku hemû hêmanan bixe bin kontrola xwe. Wekî ku Îbn Xaldûn dibêje, veguherînên civakî di nav çerxek nifşî de digihêjin. Di vê pêvajoya heyî de, mîrata exlaqî û civakî ya ku ji hêla Tevgera Azadiya Kurdistanê ve bi salan e hatiye pêşxistin, nikare bi dîmenê wisa xapînok ên muzakereyan re were entegrekirin. Ev ji ber ku cûdahiyek exlaqî, berxwedana nifşî û bîra civakî li vir dikeve dewrê.
Ji ber vê yekê divê ev hewldanên guhertina rejîmê tenê wekî dabeşbûnek taktîkî ya rûxalî neyên dîtin, lê divê di bin van cûdahiyên bingehîn ên nifşî û exlaqî de werin nirxandin. Di dawiyê de em bi demeke Kurdistana ku bi hilweşîna Tirkiyeyek ji hêla aborî, siyasî û exlaqî ve hildiweşe re rû bi rû ye.
JINÛVE AVAKIRIN ÇI YE?
Fesixkirina PKK’ê ne dawî ye; ew jinûve avabûna heqîqeteke dîrokî ye. Lê ev jinûve avabûn nabe tenê dubarekirinek nostaljîk be. “Jinûve avakirina PKK’ê” tê wateya adaptekirina mîrateyek nîv sedsalê li gorî şert û mercên kaotîk ên cîhana îroyîn û jinûve avakirina wê li ser astek siyasî, civakî û exlaqî ya pêşketîtir.
DAXWAZA AZADÎ Û AŞTIYÊ NIKARE BÊ TINEKIRIN
Fesixkirina PKK’ê pêdiviya gel ji bo azadiyê ji holê ranake. Heta ku vîna gelê Kurd, jinan û bindestan berdewam bike, ev daxwaz wê ji hêla rêxistineke din ve, bi şêweyekî din, di bin navekî din de ji nû ve were organîzekirin. Dîrokê ev yek fêrî me kiriye: Mîna qanûnên xwezayê, vîna gel valahiyê qevûl nake.
MÎRASA EXLAQÎ WÊ BIGIHÊJE KIRDEYEKE NÛ
Hêza herî mezin a ku PKK’ê li dû xwe hiştiye ne destkeftiyên wê yên leşkerî an siyasî ne, lê bingeha exlaqî ya berxwedanê û nirxên wê yên şoreşger in. Ev rastiyek eşkere ye ya destkeftiyên leşkerî û siyasî pir caran demkî û konjekturel e.
Hişmendiya jiyana deyndar li hember gelê xwe, mîrateya şehîdan, xeta azadiya jinan… Ev mîrateya exlaqî bingeha jinûve avakirinê ye.
KIRDEBÛN STRATEJÎK PÊWÎSTIYEK E
Divê Kurd êdî tenê kartên li ser maseyên danûstandinê yên kesên din nebin; divê ew maseya xwe ava bike. Ev hevsengiya ku her tim di danûstandinên asimetrîk de winda dike, tenê wê demê biguhere dema ku Kurd asoyên xwe yên stratejîk ava bikin. Jinûve avakirin bi rêya dîplomatîk, binesaziya aborî û sazûmanî û yekparebûna vîzyonek civakî pêkan e.
Dîaspora, jin û ciwan pêşengên vê pêvajoyê ne.
Têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê di sedsala 21a’n de ne tenê ji hundirê welêt, lê di heman demê de ji dengên ku ji dîasporayê jî derdikevin, tê hunandin. Riya azadiyê ya ku ji hêla jinan ve hatiye çêkirin, dînamîzma ciwanan, bandora navneteweyî ya dîasporayê û ezmûna berfireh a berhevkirî. Ji nû ve avakirin bêyî bikaranîna van hersê çavkaniyan dê netemam be.
Dîaspora, jin û ciwan pêşengên vê pêvajoyê ne.
Di nava kaosa Rojhilata Navîn de, di nava wêraniya ku kesî nekariye çareseriyekê ji bo wê çêbike de, konfederalîzma demokratîk, modelek çareseriyê, ne tenê ji bo Kurdan e, lê ji bo hemû gelên herêmê ye. Jinûve avakirin îro tê wateya sazûmankirina vê asoyê û afirandina mekanîzmayên ku wê ji herêmî ber bi gerdûnî ve bibin.
Ji ber vê yekê, fesixkirina PKK’ê ne dawiya dîrokê ye; destpêka serdemeke nû ye.
Di nava vê tundiya kaotîk a cîhanê de, derketina kirdeyek ku pêdiviya gelan a ji bo aştî û azadiyê pêk bîne, êdî jêveneger e. Navê wê çi dibe bila bibe, şêweyê wê çi dibe bila bibe, yekane rastî ev e: Jinûve avakirina PKK’ê dest pê kiriye.