Rojnamevan û nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku di 20’ê Îlona 1992’yan de ji aliyê JITEMê ve li Amedê hate qetilkirin, di salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hate bîranîn. Bernameya bîranînê ji aliyê MEBYADER û Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) ve li taxa Sîtîlîlê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate organîzekirin.
Di bîranînê de wêneyên Apê Mûsa li dora gorê hatin daliqandin. Girse bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” ber bi mala Anter ve meşiya, bername dest pê kir. Rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê, parlamentera Mêrdînê ya DRM Partiyê Salîha Aydenîz û xizmên Mûsa Anter jî beşdarî bîranînê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftin dest pê kirin. Hevseroka MEBYADER^ê Makbûle Okmen pêşî axivî û têkoşîna Mûsa Anter vegot. Piştre kurê wî Dîcle Anter axivî û bal kişand ser girîngiya parastina bîranîna bavê xwe û got, “Divê zarokên Kurd bi Kurdî mezin bibin û divê di her malê de bi Kurdî bê axaftin” û spasiya beşdaran kir.
‘TOVÊ KU JI HÊLA APÊ MÛSA VE HAT ÇANDIN BI SER KET’
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz, kurê Apê Mûsa Anter Anter bi bîr anî û got ku Mûsa Anter “dengê heqîqetê” bû. Aydenîz diyar kir ku qetilkirina Anter hewldanek ji bo bêdengkirina heqîqetê bû û wiha domand:
“Di 33 salên borî de gelek komkujî çêbûn û bedelên giran hatin dayîn. Lê tovê ku ji hêla Apê Mûsa ve hatî çandin ewqas xurt bû ku, tevî hemû komkujiyan, mezin bû û bi ser ket. Ger Kurd îro li çaraliyê cîhanê têne nasîn, ev bi saya têkoşîna wî û têkoşîna kesên ku rêya wî şopandine ye. Generalên wî yên piçûk mezin bûn û têkoşîn dijwartir kirin. Rehet razê Apê Musa, gelê Kurd xurt e û li ser piyan e.”
‘EM Ê ROJNAMEVANIYA AŞTIYÊ BIKIN’
Rojnamevan Huseyîn Aykol jî got, “Îro, maseya aştiyê ya ku wî xeyal dikir hatiye danîn. Belê, bi êş û zehmet bû, lê em li vir in. Ev pêvajoya ku ji hêla gerîlayan ve hatiye meşandin, radestî me hatiye kirin. Wekî rojnamevanan, me heta niha çi ji destê me hat kir û em ê rojnamevaniya aştiyê bikin. Divê ev bar tenê nekeve ser milê dayikên aştiyê; werin em hemû xwedî lê derkevin.”
Bernameya bîranînê bi danîna gulên li ser gorê û xwendina duayan bi dawî bû.