Pêncşem, 5 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nîlufer Koç: Divê Konseya Ewropayê mercên pêvajoya nû li ber çavan bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    2’yemîn salvegera qeyûman li gelek bajaran hat protestokirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî serdana Fîgen Yuksekdag banga ‘Ji girtiyan re azadî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sincanê bang hate kirin: Astengiyên li pêşiya aştiyê rakin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pîranşarê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên Mexmûrê piştgiriya ji bo çalakiya Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Serokatiyê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna destpêkê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Foza Yûsif: Destûreke ku jinan tine dihesibîne ne demokratîk e
Jin

Foza Yûsif: Destûreke ku jinan tine dihesibîne ne demokratîk e

Foza Yusif di konferansa li Hesekê axivî û diyar kir ku destûra ku mafên jinan misoger neke wê ne adîl be. Nûnerên ji neteweyên din peyama "Aştiya rastîn tenê bi diyaloga di navbera gelan û pêşengiy jinan de dikare were bidestxistin" dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Îlon 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsiv di konferansa “Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî” de ku li Hesekê tê lidarxistin, axivî.

 

Foza Yûsif bal kişand ser rola girîng a jinan di pêkanîna azadî û demokrasiyê de. Her wiha der barê gotar û xitaba gefxwarinê de hişyarî da û got: “Aştîya rastîn bi gefan dest pê nake û şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingeha bidestxistina azadiyê ye.”

Fozayê destnîşan kir ku “Danezana Destûrî” ya ku ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatiye derxistin, divê were sererastkirin da ku mafên jinan û cihê wan di hikumeta bê de garantî bike. Foza da zanîn ku ev konferans platformek ji bo yekkirina jinan û bidestxistina daxwazên wan ên bingehîn, bi taybetî sererastkirina Danezana Destûrî da ku destûrek jinan ku mafên jinan diparêze û beşdariya wan a di jiyana siyasî de pêk bîne, were danîn. Foza di axaftina xwe de jinên şehîd ên ku jiyana xwe ji bo parastina mafên jinan feda kirine bi bîr anî, û diyar kir ku jinan, bi têkoşîna xwe, şoreşek rastîn ji bo pêkanîna azadiyê ava kirine.

Der barê hilbijartinên parlamentoyê yên ku hikumeta veguhêz amadekariya wan dike, Foza Yûsif bal kişand ser paşguhkirina jinan û civakên din ên Sûriyeyê, her wiha bal kişand ser binpêkirin û kuştinên li dijî jinan, êrişa rasterast a li dijî pêşeng, siyasetmedar û rojnamevanên jin û kampanyayên medyayê yên reşkirinê.

Foza Yûsif nakokiyên helwestên hikûmeta veguhêz rexne kir, û destnîşan kir ku hikûmet banga  diyalogê dike lê li ser medyaya dîjîtal gotara nefretê pêş dixe, ev jî parçebûnê zêde dike û Sûriyeyê ber bi şerê navxweyî dibe. Foza got ku  aştî bi gefan dest pê nake, lê bi diyalogê dest pê dike.

Fozayê bal kişand ser rola Tirkiyeyê li Sûriyeyê û da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyeyê berdewam dike û hikûmeta veguhêz helwestek zelal negirtiye. Her wiha daxuyanî û gefên dawî yên Tirkiyeyê ku dibêje ew ê êrişekê li ser herêmê pêk bîne bi bîr xist û got, “Kanî çareserî? Kanî diyaloga rastîn a Sûrî-Sûrî? Eger her tişt bi gefan pêk tê, Aştî bi çavtirsandinê dest pê nake, lê bi diyalog û naskirina mafên hemû pêkhateyan dest pê dike. “

Foza Yûsif her wiha diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyeka biçûk e, hemû pêkhate û koman tîne ba hev û xwe ji terorîzm û dijminan diparêze. Foza da zanîn ku nasnameya wan biratî, demokrasî û jiyana hevbeş e û divê mafên jinan beşeke bingehîn a her destûrekê bin.

Berdevka Civaka Jinan a Zenûbya Xod El Elî, rêvebera Yekîtiya Jinên Suryanî Silva Elasya, nûnera Yekîtiya Jinên Ermenî Anahîd Qesabiyan, nûnera jinên Elewî Dr. Ebir Selman, nûnera Durzî Înas Neîmî di konferansê de axivîn, bal kişandin ser yekîtî, wekhevî û têkoşîna hevpar a jinan.

Bi navê Yekitiya Jinên Ermen jî Anahîd Qesabiyan jî îşaret pê kir ku jinên sûriyeyî bi hemû pêkhateyên xwe dikarin beşdarî avakirina siberojeke hevbeş a demokratîk û adilane bibin. Anahîd ezmûnên jinên Ermen bi qirkirin û koçberiyê re vegot û got divê êş û zehmetî veguherin hêza avakirina aştî û demokasiyê.

Anahîd Qesabiyan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî, nenavendî ku rûmeta jinan biparêze û mafên hemû gelan mîsoger bike, dê bi xwişkên xwe yên ji pêkhateyên din ên Sûriyeyê re bixebitin.

Bi navê jinên Elewî yên perava Sûriyeyê lêkolîner Dr. Ebîr Selman jî behsa nakokî û cudabûna di navbera belgeyên olî û pêkanîna wan de kir. Ebîr rola tevgerên jinan ên nûjen di daxwaza mafên jinan de vegot û bal kişand ser ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Rêveberiya Xweser ezmûneke pêşeng e ku rola rasteqîn a jinan di qadên siyasî, civakî û hiqûqî û hwd de nîşan dide.”

Ebîr di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di destpêka şoreşa Sûriyeyê de û di nava salekê de lêkolînek çêkir û got, derket holê ji fîlozofên herî zêde ku piştgirî dane jinan Rêber Apo ye.

Bi navê jinên Durzî Înas Neîmî bi rêya bernameya Zoomê beşdar bû û got beşdariya jinan di vê konferansê de armanc dike ku eniyeke jinan a yekgirtî ava bike ku rûmeta jinan vegerîne. Înas destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweser rê dide jinan ku beşdarî biryardayînê, derxistina qanûnan û parastina mafên xwe bibin, nivîsandina qanûnek jinan ji bo tevahiya herêmê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mûsa Anter li ser gora xwe hate bîranîn: Tovê ku çandiye bi ser ket
Nûçeya Pişt re Rohilat Efrîn: YPJ bûye artêşeke hevbeş a jinên Sûriyeyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên dagirkeriyê bê navber didomin

Êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk a dagirker bê navber didomin. Dagirkeran di navbera…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz diyar kir ku Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Viyan Tekçe: Di şexsê min de mafê jinan ê hilbijartinê jê hate standin

Viyan Tekçe ku wezîfeya wê ya Hevşaredariya Colemêrgê bi darbeya qeyûm hate desteserkirin got, "Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê kirin bû hedefa êrişa çekdarî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

29 gerîlayên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?