Ji fermandarên HPG’ê Gurcan Komata qala yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn kir ku şehadeta wî di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de hate ragihandin.
Gurcan Komata anî ziman ku şehadeta Riza Altûn hem ji bo tevgerê hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo Rêber Apo windahiyeke mezin bû û destnîşan kir ku Riza Altûn fermandarekî mînak, zane û xwedî tecrûbe bû. Gurcan Komata bi vî rengî qala şehîd Riza Altûn kir:
“Di destpêkê de di şêxsê hevalê Riza Altûn, hevalê Fûat (Alî Haydar Kaytan), hevalê Kara Emer (Heydar Altûn) de hemû şehîdên şorêşa Kurdistanê, şoreşa PKK’ê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Min çawa hevalê Riza nas kir, yan jî min li ku derê dît? Di sala 1993’an de li Şamê dît. Dema min dît, li mala Serokatî bû. Serokatî gelek caran bi hevalê Riza re li ser berxwedana zindanê û jiyana hevalên zindanê çawa hat meşandin nîqaş dikir, bi vî awayî me ji nêz ve temaşe dikir. Hevalê Riza li hemberî Rêbertî hem samîmî hem jî cîdî bû. Di rûyê hevalê Riza de xuya dibû. Di hêla ruh, coş û kelacan de dîtina Serokatî, dîtina hevalê Riza bi Serokatiyê re, hem bandor li ser min kir hem jî pir kêfa Rêber Apo û hevalê Riza jî dihat. Ji ber ku piştî demek dirêj hatina wî ya ji bo Şamê û derketin ji zindanê, cihê moral, coş û kelecanê bû. Min pir navê hevalê Riza bihîstibû, lê min qet nedîtibû. Lê ji beriya ku bibînim ji bo min mereqekî pir mezin bû. Pêşiya wî jî hevalan ji me re çalakiyên ku hevalê Riza kiriye digotin.
Piştî ew qas sal min di 1993’an de li Şamê Zahîr El Aadîm dît. Lê naskirina wî wiha bala min kişand; hem Rêber Apo hem hevalê Riza wiha bi hev re hem nîqaş hem jî pirs dikirin, heta ku Rêber Apo pirs nekiriba hevalê Riza bersiv nedida, bi rêz û hurmet nêzîkî Rêber Apo dibû. Piştî ku Rêber Apo pirs dikir hevalê Riza bersiv dida. Hevalê Riza li hemberî Serokatî hem cidî bû hem jî bi pîvan bû. Bejna hevalê Riza zirav û dirêj bû, wiha pir zindî xuya dikir. Li wê derê yanî hem li mala Serokatî hem jî wekî din jî li Lûbnanê li gel hevalê Riza danûstan û nîqaş destpê kirin. Mînak Rêber Apo jê re digot, ‘Eger berxwedanek bê gotin, ya li Zindana Amedê li hemberî dewleta Tirk hat meşandine’. Dema berxwedana zindanê ji hevalê Riza pirs dikir, jê re got, ‘Ew kîn û nefreta ku bi we re ye pêwîste hûn li hemberî dijmin, li hemberî dewleta Tirk bi kar bînin.
Dema ku dibêjin hevalê Riza hevalan digotin kodên wî pir bûn, wekî şef, teşkîlat, wekî şîrket, nav li ser hevalê Riza pir bûn. Hem di hêla jiyanê de hem jî di hêla rabûn û rûniştinê, sekin de li ser min pir bandor kir. Jixwe ji min re meraq bû ez wî bibînim. Yek hevalê Riza Altûn, duyemîn jî hevalê Karasû, hevalê Remzî Avcioglû, hevalê Celalê Ereb bûn. Bi Rêber Apo ew nîqaş û danûstandin pir bala min kişand û pir bandor li ser min kir. Hevalê Riza li wê dêrê yanî li Lubnanê gelek caran perwerde dida. Dema ku perwerde dida, bi Tirkî şîrove dikir lê dema ku îzah dikir ji bo ku bê fêmkirin, ji bo ku bikeve hişê hevalan pir bandor dikir. Di hêla şêwaz, pîvan, rê û rêbaz de pir tesîr dikir. Heval Riza Altûn li cem hevalê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Mehmet Hayrî Dûrmûş hatibû, ji ber vê yêkê heval bi çar guhan û çar çavan li heval dinêrin. Ez bibêjim min wî li wê derê nas kir, zehmete ez bêjim min li wê derê nas kir. Lê piştre di cih û dîrokên cuda de me hev dît. Ez dikarim bêjim jiyana bi hevalê Riza re, kaniya jiyanê, romana jiyanê ye. Lê demekî dirêj, ez ê cih û dîrok jî bidim; Di 94-95 kongreya 5’an de li Heftanîn Geliyê Pirbila em bi hev re man. Di kongreyê de dema ku diaxivî, yan jî nêrînên xwe dianî ser ziman, bala hemû havalan dikişand, çi hevalên jin çi jî hevalên xort. Dema li ser Rojhilata Navîn, Ewropa, li ser dîrokê, civakê û dewleta Tirk diaxivî, tesîr li ser hemû hevalan dikir. Ji ber ku hevalê Riza hem di zindanê de ma, hem li cem Serokatî ma hem jî êdî hevalê Riza gerîla ye û cilê gerîla li xwe kiriye. Min hevalê Riza li wê derê zêdetir nas kir. Hevalê Riza Altûn heta ku roja şehîd bû, jiyana xwe di şoreşa Kurdistan, şoreşa PKK’ê de yanî li ser çiya û zindanê derbas kir.
Em kongreya 5-6-7 de em bi hev re man. Em piştre li Xinerê, Garê, Qandîlê bi hev re man. Hevalê Riza romanek yê şoreşa PKK, şoreşa Kurdistanê ye, efsane û xezîneya jiyanê û zanistê bû. Hevalê Riza wekî pirtûkxaneya PKK’ê bû. Rêber Apo her tim digot, ‘Hevalê Kemal Pîr û hevalê Mazlûm Dogan wekî pirtûkxane ne’. Hevalê Riza Altûn jî yek ji wan bû. Hevalê Riza Altûn dikarî ji tehtê jiyanê biquliqîne. Yanî bê derfetî dikarî jiyanê biquliqîne. Yek ji taybetmendiyên hevalê Riza ev bû. Du jî pir bi sîstem jiyan dikir. Pir dixwest rastiya Rêber Apo, rastiya hevalê Kemal Pîr, rastiya hevalê Mehmet Hayrî Dûrmûş hem di şexsê xwe de hem jî di derdor û gel de bide jiyîn. Ev taybetmendiya wî pir pêş ketibû. Bi hevalên jin û xort re pir bi eleqeder bû. Nimûne, bi axê re çandiniyê re, yan jî karê dîplomasiyê re, karê siyasetê re eleqeder dibû, yanî çi tiştê baş tu dixwazî di şexsê hevalê Riza de tê dîtin. Lê di me hemû mirovan de tiştê baş jî heye kêmasî şaşitî jî heye ev rastiyek e. Yanî mirov bê kêmasî bê şaşitî nikare jiyan bike. Lê di jiyanê de di suhbetê de heta li ber televizyonê, li ser xwarinê her bîranînên xwe digot. Bîranîn xwe yên şoreşê digotin, yên di zindanê de digotin, yên di gerîlatiyê de digotin, heta ku bê derfetiyê çawa tişt ji bo PKK afirandine digotin. Zor û zehmetiya ku ji bo peydakirina pirtûkekê kişandine jî digot. Ji min re carekê got, ‘Kemal Pîr dinya min e’. Ji min re got ez te dinêrim, li sekna te dinêrim, ger hevalê Egîd dinya te ye, hevalê Kemal Pîr jî dinya min e. Vêca niha hevalê Riza ji bo min hem dinya min e hem rihê min e. Ji gel re ji hevalan re jî wiha bû. Li hevalê Riza binêrî, tu yê bigota eceba hişk dixweyî an naxweyî, lê min rojekê jê re got, ‘Hevalê Riza tu di hindirê xwe de pir bihestiyarî lê tu ji derve wisa xuya nakî’. Mesele digot binketin mirin e, Serokatî jî welê digot. Di 89’an de li sehaya Serokatiyê li Akademiya Mahsûm Korkmaz dema Serokatî futbolê dileyst û me temaşe dikir, Serokatî jî eynî welê digot. Digot, ‘Binketin mirin e, pêwîste em bin nekevin.’ Hevalê Riza gelek bîranînên xwe yên bi hevalê Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûş re ji min re digot. Ji ber vê yekê di bîra min de ye. Tiştê ku min ji hevalê Riza girtî, yek ji bo min roman e, ya duyemîn ji bo min zanyar e. Mesela carna dema em pîvazê dikin qet em zêde diavêjin, ew tenê pelikê serde diavêt. Yanî ew qas xwedî li nirxan derdiket, ji çavê xwe bêtir xwedî li nirxan derdiket. Di hêla uslûb, rêbaz, pîvan, nêzîkbûna li hemberî hevalan de mirov nedizanî hevalê Riza fermandar e. Hevalê Riza di jiyan û pratîkê de raye û bandor dikir yek. Danûstandinên wî yên bi hevalan re yên bi gel re bi yên biyanî re wiha bû. Xizmeta her kesî dikir. Hevalê Riza di karê dîplomasiyê de li Rojhilata Navîn di asta herî jor de bû, helbet di perwerdeyê de jî. Yanî li ser dewletan, li ser civakan, li ser hizban, li ser partiyan, li ser eşîran, li ser dîrokên cîhanê di asta herî jor de zana bû. Ger karê dîplomasiyê bê kirin pêwîste mirov di fikir, felsefe û polîtîkayê de xurt be ku bikaribe vî karî bide meşandin. Ji ber vê hevalê Riza karê dîplomasiyê dida meşandin. Taybetmendiyên hevalê Riza sîstema jiyanê ye. Yanî Serokatî, hevalê Kemal Pîr, hevalê Mazlûm Dogan, hevalê Egîd çawa jiyan dikir, hevalê Riza jî welê jiyan dikir. Ji ber ku ez di nêzîk de li cem wî mam dizanim, saniye, deqîqe, saet çi ye, roj çi ye, hefte çi ye, sal çi ye pir bi sîstem û zanebûn tevdigeriya. Yanî dema xwe vala nedibir. Kengê bixwîne, kengê li kompûterê binêre, kengê xwarinê çêbike, kengê bi hevalan re biaxive, yan jî kengê bi gel re biaxive, kengê bi rojnamevanan re biaxive hemû plan dikir. Ji ber ku sîstema jiyanê ku ji Kemal Pîr û Serokatî girtiye, ji bo hevalê Kemal Pîr, Mazlûm Dogan û Rêber Apo bide jiyîn di asta herî jor de dida pêş. Bi her kesî dida fêmkirin. Jiyana Serokatiyê, rastiya wî, tarzê wî, uslûba wî, her tiştê Serokatiyê dida fêmkirin. Mesele di paradîgmaya kevin de, di paradîgmaya nû de ez dikarim du taybetmendiyên wî bêjim, hevalê Riza di paradîgmaya kevin de jî rêya şoreşa Kurdistanê jiber kiribû, di paradîgmaya nû de yê ku herî zêde xwend, herî zêde fêm kir, herî zêde da jiyîn, da meşandin, hemû jiber kiribû. Mînak, di 2009’an de min du dewre perwerde dît, her du dewre jî hevalê Riza perwerde da. Bi perwerdeya dayî re di nava PKK’ê de yê herî serwerê paradîgmaya nû yek ji hevalê Riza bû. Pir tesîr li ser min kir. Ji ber ku 24 saetan fikir dikir, pirtûkan dixwend, bi hevalan re nîqaş û suhbetê dikir. Yanî di perwerdeyê de jî min rojekî nedît ku rojekî bi uslûbekî hişk bi ser hevalek jin an jî xort de çû. Hevalên jin jî radibûn nêrînên xwe dianîn ser ziman. Ji gelek ji wan hevalan jî şehîd bûn hinek jî jiyan dikin. Mînak yekê ji wan ji Rojhilat bû, 6 mehan di perwerdeyê de ma, rojekî jî ne axivî ne jî pirs kir. Lê dawiyê li Zagrosê 5, 6 bombe di xwe de teqand, çalakiya fedayî kir. Wekî din, yek ji taybetmendiyên hevalê Riza ew bû ku pir ji mirovan hez dikir. Dibe ku ji dûr ve ji hinek kesan re xişk duxuya, lê min welê nedît. Ji ber ku min pir pê re jiyan kir. Ez dikarim taybetmendiyên wî welê bînin ser ziman. Jinên Kurd, jinên PKK’ê, jinên şoreşger bi hevalê Riza re jiyan kirine. Min rojek tenê jî nedît hevaleke jin şikand. Ji bo gel jî wisa bû, ne tenê ji bo hevalan. Di 2008’an de got em biçin ser Şekîf, saet 6’ê êvarê çûn 5’ê siharê em ketin ser Şekîfê. Naskirina çiyayên Kurdistanê, naskirina gund, bajarên Kurdistanê, naskirina cih û warên Kurdistanê ji bo hevalê Riza pir mereq bû. Ser Şekîf me dîmen, wêne kişandin. Hevalê Riza di hêla fikir, zanist, uslûb, rêbaz, pîvan, îzahkirin de xwedî zanîn bû. Mînak di kongreya 6’an de hêviyên Serokatiyê jî ji hevalê Riza pir bûn, hêviyê gel jî jê hebû, ya partiyê ya hevalan hebû. Ji ber ku Rêbertî hatibû girtin. Yanî ez dikarim bibêjim, parêzvanê Serok Apo, parêzvanê şehîdan, parêzvanê PKK’ê bû. Çi ketiye ser milê hevalê Riza negotiye ez nakim yan jî nikarim. Nirxekî pir mezin dida hevalên jin. Ya din, bi hevalên jin re li ser tevgera jin, li ser çawa destpê kir, çawa gihîşt vê astê, çawa mezin bû, kî mezin kir, kî pêş xist, kî xwedî lê derket nîqaşan dikir ku yek ji Rêber Apo û şehîd in. Ya duyemîn jî yên wekî hevalê Riza xwedî lê derketin. Taybetmendiyên hevalê Egîd bînim ser ziman pir baş dibe. Danûstandin, uslûb, pîvan, tevger, heta exlaqê hevalê Egîd bi gel û hevalan re ser xeta Serokatî bû. Hevalê Egîd xet û felsefeya Serokatiyê di şexsê xwe de dida jiyîn, di pratîka xwe de dida jiyîn. Ya din jî, tesîr li ser hevalan dikir. Min di nav axaftina xwe de gotibû û ez dîsa dibêjim, ji bo min dinya min hevalê Egîd bû. Hevalê Riza jî digot dinya min heval Kemal Pîr e. Vêca niha dinya min yek jî hevalê Riza Altûn e, ji ber ku hem rihê min e hem jî tiştên ku di hêla aqil, tecrûbe, zanebûn, tarzê jiyanê de min jê girt pir bandor li ser min kir. Yanî hem fermandarê min bû, hem mamosteyê min bû, hem hevalê min bû, hem ruhê min bû. Tesîrek wek hevalê Egîd li ser min kir. Çima? Dema hevalê Egîd şehîd bû, pir zehmet bû bi rastî jî. Erê ez li ser hevalê Riza axivîm lê, vegotina rastiya hevalê Riza, sekna wî, zanebûna wî, kedê wî, karê wî zehmet e, ez nikarim ji bandora wî derkevim. Ji ber ku rastiya hevalê Riza, rastiya jiyanê wî, rastiya pratîka wî, rastiya her tiştê wî nikarim ji ser xwe biavêjim. Ji bo min, ji bo gelê me, ji bo partiya me, ji bo Serokê me, windahiyekî pir mezin çêbû.
Min hevalê Fûat jî di 1985’an de li Heftanînê dît, hevalê Kara Emer (Heydar Altûn) jî di 1989’an de li Cûdî dîtibû, ji ber vê yekê tesîr, taybetmendî, jiyan, suhbet û nîqaşa wan pir tesîr li ser min kir. Tişta herî rast jî ew e ku hevalê Riza di ruh, mejî, jiyan û pratîka xwe de bidin jiyîn. Her hevalên ku bi hevalê Riza re mane, hem bi hevalên nû hem jî bi gel re bidin naskirin, bidin jiyîn. Ji xwe pîvan, tarz û uslûbê me ew e ku em bidin jiyîn. Mezin bidin jiyîn ku mezin jiyan bikin. Ew li cem me şehîd nebûne, ew li cem me jiyan dikin, tu car namirim û wê her jiyan bikin. Rast e şehîd bûne, lê di aliyê manewî de jiyan dikin, ez wisa nêzik dibim. Di dawiyê de dixwazim bêjim, divê hevalê Riza, hevalê Fûat, hevalê Kara Emer (Heydar Altûn) hemû şehîdan bi nivîsan, nirxandin, nîqaş û roportajan bidin jiyîn ku her kes bizane şer û berxwedanekî çawa hat jiyîn. Ne tenê li gelê Kurd, li hemû mirovan wan mezin bidin naskirin, jiyîn û fêm kirin. Em wiha dikarin xwedî li wan derbikevin. Ji ber ku nirxê herî mezin, xeta sor Serok Apo û şehîdên me ne. Ez bejna xwe li hemberî hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê, şoreşa PKK’ê ditewînim.”