Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê, li hemberî biryara demkî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya derbarê “mafê hêviyê” yê Rêber Apo de daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya DEM Partiyê ya bajêr hate dayîn û ji bilî Dayikên Aştiyê, Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydeniz jî beşdarî daxuyaniyê bû.
Li Mêrdînê, li bin pankarta “Dengê Dayîkên Mêrdînê, hêviya Îmraliyê ye!” Dayika Aştiyê Halîme Kaya axivî û wiha got: “Em ji bo azadiya Serok li vir in. Ger Serok azad bibe, Rojhilata Navîn azad dibe. Ger Serok azad bibe, ciwan, jin, gel azad dibin. Ger Serok azad bibe, xwîn nayê rijandin û aşitî tê cîhanê. Em weke Dayikên Aşitiyê, azadiya xwe di azadiya Serokê me de dibînin. Ev azadî ji bo me hemûyan e. 26 sal in ku mifteya aştiyê li Îmraliyê girtî ye. Vê yekê her kes dizane. Mifteya aştiyê di destê Birêz Ocalan de ye. Bi gotineke wî, PKK’ê kongre lidar xist û çekên xwe şewitandin. Ew ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesî aşitiyê dixwaze. Em aştiyê dixwazin. Bila xwîn neherike. Êdî bes e, bila kes nemire. Bila êdî hêsrên dayikan neyên. Êdî bes e.”