Tevgera Jinên Azad (TJA), der barê qedexeyên sîstematîk ên li ser jiyan, perwerdehî, tenduristî û hebûna jinan a li Efganîstanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
TJA’yê diyar kir ku qedexekirina ji zanîngehan, astengkirina gihîştina perwerdehiya bijîşkî, rakirina berhemên nivîskarên jin ne tenê desteserkirina mafên takekesî ne, di heman demê de tinekirina siberoja civakî ne jî.
Di berdewama daxuyaniya TJA’yê de ev tişt hatin gotin:
“Her çend êrîşên li ser jinan li her erdnîgariyê bi awayên cuda xuya dibin jî, ew di bingeha xwe de hevpar in. Li dijî vê pergala ku jinan ji civak, jiyan û siberojek azad dûr dixe; dengê jinên li Efganîstanê berxwedana jinan bilindtir dike. Her wiha dibe yek ji parçeyekî berxwedana ku ji Rojava heta Emerîkaya Latinî û tevahiya Rojhilata Navîn belav dibe. Qedexeyên ku li ser jinên Efganîstanê tên ferzkirin ne yên rêveberiya herêmî ne; bi heman awayî yên bi têkiliyên mêtingerî, tundiya feraseta mêrperestî û newekheviya desthilatdariyê ve girêdayî ye.
Em wek Tevgera Jinên Azad TJA’yê bi hêza ku em ji paradîgmaya xwe digrin ve bi berxwedana xwe ya bi rê ve dibin ve em wek berpirsyariyeke rêgezî û dîrokî dibînin.
BANG LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ HAT KIRIN
Neteweyên Yekbûyî û hemû mekanîzmayên navneteweyî yên pêwendîdar divê polîtîkayên qedexeker ên li dijî jinan li Efganîstanê hatine pêşxistin wekî sûcek eşkere li dijî mirovahiyê nas bikin û ji bîr nekin ku ew mecbûr in ku li dijî van sûcan biryarên hewcedar bidin.
Divê hikûmetên herêmî û saziyên dîplomatîk bi rengekî demildest mekanîzmayên zext û çavdêriyê yên bi bandor deynin holê da ku jin bikaribin mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin.
Berfirehkirina têkoşîna jinan a navneteweyî, bilindkirina dengê xwe, eşkerekirina zîhniyeta serdestiya mêran û gengazkirina jiyaneke azad û wekhev ji bo hemû jinan, berpirsiyariya dîrokî ya me hemûyan e.
Çawa ku jinên li Rojava di têkoşîna azadiyê de li dijî hişmendiya serdestiya mêran pêşengî kirin, berxwedana ku îro li Efganîstanê bilind dibe beşek ji heman xeta azadiyê ye, berdewamiya heman sozê ye. Têkoşîna azadiya jinan dê bi bîranînek dîrokî û wêrekiyeke veguherîner ku hem sînoran û hem jî şêweyên desthilatdariyê derbas dike, pêş bikeve û mezin bibe. Em dizanin ku civak bêyî azadiya jinan nikare azad bibe.”