Tevgera Azadiyê ya Kurd li gel ku tevgereke berxwedanê ye her wiha tevgereke bênavan e ku navê wan zêde nayê zanîn an jî qet nehatiye bihîstin. Bi hezaran ciwanên Kurd ji bo rizgarî û azadiya gelê Kurd li nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd jiyana xwe ji dest dan. Çîroka her yekî dikare bibe romanek, bibe fîlmek. Van şehîdan ji bo rizgariya gelekî kevneşopiya têkoşînê li pey xwe hiştin.
Yek ji van şehîdan jî Tahsîn Cîrîk bû. Çîroka Tahsîn asta berxwedana gelê Kurd a li hemberî zext û zordariyê nîşan dide. Tahsîn ku di salên xwe yên 20’î de tevlî berxwedana li nava refên ARGK’ê bû, hîn di zarokatiyê de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir.
DI ZAROKATIYÊ DE ZEWICÎ, LI STENBOLÊ TEVGERA AZADIYÊ YA KURD NAS KIR
Jiyana Tahsîn ku li Mêrdînê ji dayik bû, bi hatina Stenbolê guherî. Malbata Cîrîk ku ji ber zextên dewletê ji gund reviya, neçar ma koçî Stenbolê bike. Tahsîn li Stenbolê dest bi firoşkariya seyar kir ku debara malbata xwe bike û hingî Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir.
Malbata wî li Tarlabaşiyê dima ku gelek Kurdên ji gundê xwe koç kiribûn lê bûn. Li vê derê ji aliyekî ve hewl dida debara xwe bike, li aliyê din jî bi naskirina Tevgera Azadiyê ya Kurd re tevlî nava têkoşînê bû.
Kekê wî Yûsûf Cîrîk Tahsîn weke yekî ‘zindî’ û ‘kelecan’ pênase kir û anî ziman ku piştî têkoşîn nas kir demekê bi komeke ji welatparêzan şano kir. Yûsûf Cîrîk diyar kir ku vê pêvajoyê 5-6 mehan dewam kir û anî ziman ku wê demê li Stenbolê li gelek malan ev lîstika li ser zextên dewletê û berxwedana gerîla hate lîstin.
Kek Cîrîk ragihand ku piştre hemû ciwanên di nava lîstikê de cih digirtin biryar dan ku tevlî nava refên gerîla bibin û diyar kir ku Tahsîn dema ku tevlî nava refên têkoşînê bû sê zarokên wî hebûn.
JI BER KU DEST JI MALBATA XWE BERDA Û TEVLÎ BÛ NAVÊ RIZA LÊ HATE KIRIN
Yûsûf Cîrîk anî ziman ku Tahsîn dema ku biryar da tevlî nava refên gerîla bibe malbata wî û zarokên wî yên biçûk hebûn, kadroyên Tevgera Azadiyê xwestin wî qanih bikin ku neçe û diyar kir ku vê pêvajoya qanihkirinê çend mehan dewam kir, lê belê ji ber ku Tahsîn ji biryara xwe venegeriya, destûr ji tevlîbûna wî re hate dayin.
Ji ber vê israra Tahsîn, dema ku tevlî nava refên ARGK’ê bû fermandarên wî jê re gotin, “Ji ber ku tu bi rizaya xwe hate vê derê, em ê ji niha û pê ve ji te re bibêjin Riza.” Yûsûf Cîrîk anî ziman ku navê Tahsîn Cîrîk piştî wê kêliyê êdî weke hevalê Riza hate bîranîn.
Hevalê riza sala 1990’î tevlî nava refên gerîla bû; di sala 1993’an de li Şirnexê di serdegirtina qereqolekê de di şer de şehîd bû. Hevalê Riza li qadên gerîla bi du hevrêyên xwe re dengê xwe qeyd kiribû û li ser êrîşên ‘Birakujiyê’ yên salên 1990’î ev bang li gel kiribû:
“Em ji bo tevahiya gelê xwe vê kasetê dadigirin, ji bo dengê me bê bihîstin. Em sê heval niha li cihê xwe yê wezîfeyê ne. Me kasetek vala dît, lewma xwest dagirin. Dewleta Tirk hewl dide lîstikekê bilîze. Dewletê hewl da bi rêya Talabanî PKK’ê biqedîne. Divê baş bê zanîn ku PKK neqediya. Divê gelê me jî ji vê berxwedanê mînakê werbigire û dersê derxîne. Bi tank, topan êrîşî hevalên me kirin. Hevalan, hevrêyan li hemberî van êrîşan bi hêza xwe têkoşîn meşandin û bi ser ketin. Di radyoyên xwe de gelekî derewan dikin. Ji derewên wan bawer nekin. Di şer de du hevalên me şehîd bûn, me jî helîkopterek xistin. Me êvarê radyo vekir, dewleta Tirk di radyoyê de got, ‘Me şehîd nedan’. Derewan dikin.”
DAYIKA RAÎFE LI GEL ZEHMETIYAN DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDA
Dayika hevalê Riza Raîfe Cîrîk piştî ku kurê wê Tahsîn tevlî nava têkoşînê bû, wê jî têkoşîn nas kir û ji wê rojê heta niha dest ji têkoşînê berneda.
Dayika Raîfe ku ji gundê Qurdisê yê Mêrdînê ye qala wê demê kir:
“Warê me xweş bû, em li wir kêf xweş bûn. Me nanê xwe li tenûrê dixist, fêkiyên me zêde bûn. Me bi selikan firingî dida milet. Em hatin Qoserê; min li wir kîloyek firingî kirî, rûniştim û giriyam. Hevala min pirsî ‘Tu çima digirî?’ min jî got, ‘Ez çawa negirîm?’ Me li gund bi selikan firingî dida milet, li vir niha dikirim. Dema ku em hatin Stenbolê gelekî bi zora min çû. Em çi bikin jî bi hesreta welêt in. Dema ku em ji bo rojekê jî diçin welêt gelekî kêfxweş dibin.”
‘RÊBERÊ ME QÎMET DA JINÊ, JI BER KU RÊBEREKÎ ME HEYE EM GELEKÎ KÊFXWEŞ BÛN’
Dayika Raîfe anî ziman ku piştî gundê wan ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin ew destpêkê çûn Qoserê, piştre jî neçar man ku bar bikin stenbolê û got, “Li gund êrîş li me dihate kirin. Gundê me şewitandin. Dewletê gelek mirov ji gundê me kuşt. Li gel vê zilmê dema ku me navê partiyê, dema avabûnê bihîst em gelekî kêfxweş bûn. Em gelekî kêfxweş bûn ku Rêberê me heye. Rêberê me qîmet dida jinê; em ji vê yekê kêfxweş bûn. Em ji vê derê silavên xwe jê re dişînin. Em jê bawer dikin; ji xwe baweriya me bi kesekî din nîne. Dilê me şewitî, dema ku em li welatê xwe vegeriyan em ê kêfxweş bibin.”
Dayika Raîfe diyar kir ku li Stenbolê ji bo karibin debara xwe bikin wan hewl didan mîdye derxînin û bifiroşin, lê belê dewletê destûra wê jî neda û got, “Em xizan bûn; em çi bikin, zarokên me ji bo kar bikin hatin vê derê. Me jî da dû wan. Zarokan hewl didan ji deryayê mîdye derxînin û bifiroşin, lê belê dewletê destûra wê jî nedida. Ragihiştin teştên wan û diavêtin nava deryayê. Destûr nedidan ku wan mîdyeyan bifiroşin.
Em çi bikin, em ji gundê xwe reviyan; ji bo karibin karekî bikin, debara xwe bikin. Nehiştin em li warê xwe bimînin. Xuya ye gelekî sedem hene ku nahêlin em bi rehetî tevbigerin. Em dixwazin bi zimanê xwe biaivin; em bi Tirkî nizanin, dibêjin bi zimanê xwe neaxivin. Zarokên me nekarîn biçin dibistanê. Min sê zarokên xwe şand dibistanê, di nava tinebûnê û zehmetiyê de da xwendin. Nehiştin tiştekî bifiroşin; dawiya dawî dest ji hevjîn û zarokên xwe berda û tevlî bû. Ji xwe ji zilmê reviya, çû. Rewşa me baş nebû. Em ji mecbûrî li vê derê dewam dikin.”
‘JI BER KU ÇÛ EZ PÊ SERBILIND IM’
Dayika Raîfe bi bîr xist ku piştî biryara tevlîbûna li nava partiyê da hevalên wî navê Riza lê kirin, hewl dan wî îqna bikin ji bo vegere, lê belê ji ber ku nekarîn qanih bikin navê ‘Riza’ lê kirin û got, “Gotin, ‘vegere, tu çima venagere?’ Zarokên te heye, hevjîna te heye’. Wî jî gotiye ‘Ez ê venegerim’. Navê wî Tahsîn bû, navê Riza lê kirin. Nameya wî hat, kaseta wî gihîşt me. Min lê nihêrî navê wî Riza ye. Ez gelekî serbilind im. Bi zora min naçe, ji ber çûyîna wî ez gelekî serbilind im. Hevjîn û zarokên wî hebûn, ji be wan hinekî xemgîn im. Bi hezaran weke kurê min tevlî bûn. Min li ber deriyê zindanê ev soz da: Heta ku sax bim ez ê li ser rêya te bim.”