Zulkuf Palû qala hevrêyê xwe Riza Altûn kir û bal kişand ser bandora wî ya xurt a li ser jiyana rêxistinî. Nirxandina Zulkuf Palû bi vî rengî ye:
“Ez heval Riza ji sala 1999’an ve nas dikim. Hevdîtina min û heval Riza cara ewilî di kongreya 7’an a PKK’ê de çêbû. Yanî beriya ku ez heval Riza nas bikim jî, efsaneya Riza Altûn hebû. Mirovan derbarê heval Riza gelek tişt dizanîn. Yanî bi xiyabî hema bêje her kesê heval Riza nas dikir. Helbet şexsî dîtin û naskirin, ew tiştek cuda ye. Jixwe piştî kongreya 7’an vesaziya heval Riza ji bo xebatên li Ewropa çêbû. Hîn bêhtir xebatên xwe li wê qadê dimeşand. Mirov dikare bêje ku xebatên me yên Ewropa yên herî zêde hatine dîtin, ew xebatên ku ji aliyê heval Riza ve hatine meşandin in. PKK anî rewşeke hîn diyarker, hîn bi disiplîn û rêxistinkirî. Herî zêde di dema Riza Altûn de PKK gihişt tarzê xwe yên encamgir. Niha weke kesayet vegotina heval Riza pir zehmet e. Yanî dema mirov diaxive, hinekî ecêb tê ji mirov re. Ji ber ku min hîseke weke ku ez car din Riza Altûn nabînim, qet jiyan nekiribû. Bi hevalan re di nîqaşên me yên rojane de jî timî navê Riza Altûn heye. Mirov dibêje ka bi me re ye, me guhdar dike, carekê em ê dîsa hev bibînin û wisa dê çend henekan bike. Çend hevalên wisa hene, lê heval Riza yê herî diyarker e. Dema em dibêjin şehîd bû, pir bi zehmetî em dibêjin. Yanî qebûlnekirinek heye. Ya din jî hîsiyata ku dê were, em ê bibînin heye, ji ber ku her tim bi me re ye. Riza Altûn xwedî zekayeke pratîkî ya bêhempa bû. Li her cihê ku diçûyê, bandora xwe dihişt. Hema bêje ti kes nebû ku bandor lê nekirî. Ev dost jî dijmîn jî dibe. Teqez li ser her kesê bandor hiştiye. Xwedî jiyaneke pir bi disiplîn bû. Pir girêdayî nirxên rêxistinê bû. Derfet nedida ti kesê ku dest dirêjî nirxên rêxistinê bike. Di vê mijarê de xwedî helwest bû. Yanî bi helwesta xwe ya xurt, kêmasî asteng dikirin. Dema mesele dibû karên rêxistinê û partî, tawîz nedida.
Xwedî zekayeke bêhempa bû. Her çendî ku weke her kesê dibistanên bilind zêde nexwendibe jî, entelektuelekî mezin bû. Di vê mijarê de xwe pir pêş xistibû. Xwedî kêrhatineke welê bû ku di karên pratîkî de hema bêje dikarî kar bi her kesê bide kirin. Wisa ne bi ferman dayînê jî, hema 3-5 deqeyan jî bi mirovan re axaftiba dikarî mirov teşwîq bike û bişîne cihekê. Têkildarî ber dayîna mirovan, pispor bû. Ji nava partiyê bigire heya sivîlan jî, tu pirsa Riza Altûn bikî tişta destpêkê were hişê wan, fêmkirina wî ya henekan bû. Yanî ew henekên xwe bi her kesê re parve dikir û ti kes jî aciz nedibû. Dijminên wî jî jê aciz nedibûn. Aliyekê wî yê pir henekçî hebû. Ev yek bi heval Sofî re jî hebû.
Heval Riza bi rengekî bê hempa dilsozê partî, rêxistinê û nirxan bû. Ev yek weke her kesê di her gotina xwe de dubare nedikir, lê xwedî dilsoziyek bêhempa bû. Bi vegotina bîranînekê ez dixwazim bi dawî bikim. Di sala 2005’an de dema diçûm Ewropa, heval Cuma nameyek da me ku divê me gihandiba heval Riza. Min got, ‘heval name şandiye.’ Wî jî got, ‘ez nameyê naxwînim.’ Min jî got, ‘ez tenê navbeynkar im, min name anî.’ Name rojekê li ser mêzeyê bû. Piştre min pirs kir, ‘tu çima nameyê naxwînî?’ Got, ‘di vê rêxistinê de çendek heval hene, ez nikarim ji wan re bêjim na.’ Got, ‘mesele ti carî ez ji Rêbertî re nikarim bêjim na.’ Got, ‘ez ji heval Cuma re jî nikarim bêjim na, eger heval Cuma di vê nameyê de gotibe here xwe ji vê qata 4’an bavêje, mecbur ez ê xwe bavêjim.’ Got, ‘lewma divê ez hinek din bisekinim.’ Hevrêtî û hevaltiya heval Riza pir cuda bû. Ti carî nedixwest zirarek bigihije hevrêyên wî. Xwedî kêrhatineke welê bû ku dikarî bi her kesê re henekan bike. Ev kî dibe bila bibe. Di pêvajoya xebatên xwe yên dîplomatîk de ji siyasetmedarên di asta herî jor de heya dîplomatan, ji hevdîtinên xwe yên bi rayedarên leşkerî yên ji welatên cuda heya sivîlan jî dikarî bi her kesê re henekan bike.
Tiştek din jî divê diyar bikim; di pêvajoya ku niha em têde yek ji hevalên ku herî zêde pêdiviya me pê hebû, heval Riza bû. Ji ber ku bi rastî jî herî zêde di vê demê de pêdiviya vê şoreşê bi heval Riza hebû. Encex kesayetên weke wî dikarîn pêvajoyeke wiha tevilhev bimeşînin. Lê ez difikirim ku heval Riza niha li cihekê li her kesê dinêre. Eger temaşe dike, teqez henekên xwe jî dike. Niha bi çavekî rexneyî temaşe dike ku kî/ê çiqas bandor kir, çiqas mînak girt, çiqas tecrube qezenc kir û wê bikare çi bike. Cihê heval Riza nayê dagirtin. Jixwe weke malbat jî, hemû di nava vê têkoşînê de bûn. Yanî berdêlên mezin dan. Piştî şoreşê xeyalên wî yên pir mezin hebûn. Lê êdî yên jiyan dikin wê van xeyalan bi cih bînin. Li gorî min ti kes wê plan û projeyên heval Riza nîvço nehêle. Têkildarî vê yekê ez dikarim ji heval Riza re wiha bêjim, ‘bila dilê te rehet be, wê ev kar pêk werin.”