Riza Altûn ku weke şoreşgerekî li ser xeta Kemal Pîr tê vegotin, ji sala 1975’an û pê ve tevlî nava koma Apoyî bû, li hemû qadên Têkoşîna Azadiyê cih girt. Di afirandina xeta çalakiyê ya tevgerê de Altûn bi roleke diyarker rabû û di her karî de bi rengekî xwezayî bi mîsyona pêşengiyê rabû. Di dema têkoşîna li dijî komploya navneteweyî de demeke dirêj li Ewropayê kar kir. Herî dawî tevlî Karê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bû. Xwişka mezin a Riza Altûn Zohre Altûn beriya salên ciwantiya Altûn ên li taxa Tûzlûçayir a Enqereyê zarokatiya wî ya li Kuçuksobeçîmenê, naskirina Kemal Pîr, tevlîbûna li nava tevgera Apoyî û têkiliya wî ya bi Dayika Hatîce û hevrêyên wî re vegot.
Em ê vê vegotinê bi rengê du beşan biweşînin:
SIRGÛNA JI DERSIMÊ BER BI KAYSERIYÊ VE
Em li gundê Kuçuksobeçîmen ê navçeya Sariz a Kayseriyê bûn. Hevalê Riza yekî serhildêr bû. Di zarokatiya xwe de jî, hîn 3-4 salî bû timî serî hildida. Ne dayika min ne jî bavê min nikarîbûn bi wî. Lê belê li gel van hemûyan jî me hemûyan jê hez dikir. Xwedî sekneke welê bû ku ji zarokatiyê ve asî bû, li ber neheqiyê radibû. Bi wî rengî çû û bû yê xakê.
Di salên 1960’î de kalkê min digot, koka me ji Dersimê ye. Digot, em ji eşîra Reskanê ne, lê belê me baş nizanîbû. Ji ber vê yekê kalkê min, xalê min bi hev re sala 1960’î diçûn Dersimê. Li Dersimê lêkolîn li ser koka malbata me dikirin, dikirin belge û dihatin. Digotin, eşîra me di dema serhildana Dersrimê de eşîrek bû, di serhildanê de gelek jê şikest, kes jê nema, yên man jî hatin sirgûnkirin. Xalê min ev hemû hîn bû û vegeriya. Piştre jî têkiliya dayika min û xalê min a bi Dersimê re bi pêş ket. Ji ber hesta Kurdîtiyê, her wiha ji ber sirgûniya bi qirkirina mezin re, dayika min axaftina bi zimanê dayikê li mala me kir pîvanek. Di zarokatiya xwe de me li çîrokên li ser Serhildana Dersimê guhdarî dikir. Mînak em li dibistanê bi Tirkî, li malê jî bi Kurdî diaxivîn. Li dibistanê dema em bi Kurdî diaxivîn, mamoste li me dixist.
DERZIYA RIZA
Riza rojekê li gund dema ku dimeşiya derziyek dîtibû. “Got min derziyek dît, rahêjê” û da dayika min. Piştî rojekê çi bû nizanim, lê nerehetiyek kiribû. Dayika min aciz bû û got, “Ji mala min biçe.” Riza jî bi rengekî nerazî got, “Ez ê bi ku ve biçim? Li vê malê derziya min heye. Wê bide ku biçim.” Yanî tiştek ê wî bûya, zehmet bû ku jê bihata standin. Dayika min bi piyê wî girt û ew avêt derve. Ew jî çû ser qada komirê û got, ‘derziya min bide min’, piştre jî kevir avêt cama malê. Dayika min da pey Riza, lê nekarî wî zevt bike. Piştî demekê bi hêrs bû û derî û pace şikand. Dawiya dawî dayika min dev jê berda û got, ‘Derziya vî bide wî naxwe wê malê bi serê me de bîne xwarê’. Rahişt derziya xwe û wê şevê çû gel apê xwe. Ji jinapê min Meryem re dibêje, ‘Dayike min ez ji malê qewirand, bi min re derziyek heye, ez bidim te, lê vê êvarê li gel we bimînim’. Jinapê min jî bi ken got, ‘Qurbana te bim, derziya te gelekî bû mesele. Bide ez ji bo te veşêrim, dema te xwest, ez ê bidim te. Tenê dest nede cam û deriyê min’.
LI DIJÎ NEHEQIYÊ BÛ
Tê bîra min, hîn diçû pola sêyemîn a Dibistana Seretayî, mamosteya jin sîleyek li wî xisti bû. Hat malê û got, ‘Ez naçim dibistanê’. Li gel hemû hewldanan jî me nekarî Riza bişînin dibistanê. Bi vî rengî dest ji dibistanê berda. Dayika min dîplomaya dibistanê bi rê û rêbazekê ji derve ji bo wî peyda kir. Lê belê ew jî qebûl nekir û rojekê jî ranehiştê. Got, ‘Ez ê ti carî neçim cihê ku li min xistin’. Dayika min piştre Riza li dibistana navîn da nivîsandin, lê belê ew jî qebûl nekir.
JI AVŞARAN TOL HILANÎ
Xalekî min bazirgan bû. Tivingeke wî ya bi qevzê ji zêr hebû, timî pê re bû. Rojekê eşîra Avşar derket pêşiya wî û xalê min kuştin. Eşîra Avşar Sunî û Tirk e. 30 hezar lîre pere û tivinga wî birin. Piştî ku me bihîst me ji Enqereyê cenazeyê xwe anî. Wê demê xalekî me hebû ku li nava artêşê efser bû. Dayika min agahî da wî ji bo bê gund. Xalê min ji nava artêşê reviya û hat gund. Ji bo tolê hilîne Riza da kêleka xalê min û çûn çiyê. Piştre jî bawerim li çend ji Avşaran xistin. Ji ber vê yekê jî em nikarîbûn li gund biman û me koç kir.
SERHILDÊREKÎ LI TÛZLÛÇAYIRÊ
Li Enqereyê li taxeke qiraxê em li Tûzlûçayirê bi cih bûn. Ev yek ji bo Riza destpêkeke nû bû. Roj û mehên me yên destpêkê gelekî zehmet bûn. Ji ber ku em Kurd bûn kevir diavêtin mala me. Lê belê Riza li gel ku li wê derê nû bû, bi wan hemû zarokên ku kevir avêtin bû heval. Di nava wan de Hasan Şerîk, Cemal Şerîk, Dogan Kiliçkaya û Alî Asker jî hebûn. Riza ji ber ku xwedî bandor û wesfên lîderiyê bû li Tûzlûçayirê navdar bûbû. Bi demê re koma Riza mezin bû û gihîşt 70 kesî. Ciwanekî welê radibû ku li Tûzlûçayirê ji dewlemendan digirt û dida xizanan. Koma pê re jî bi wî re rûdinişt, bi wî re radibû. Ez wê demê bi Huseyîn Înanan re diçûm heman dibistana navîn.
LI DIBISTANAN PIRSGIRÊKA KURD DIHATE NÎQAŞKIRIN
Li Tûzlûçayirê û dibistanan Dev-Yol serwer bû. Lê belê piştî demekê li dibistanan êdî nîqaş li ser pirsgirêka Kurd hate kirin. Dihate gotin, ‘Komek rabûye, pirsgirêka Kurd nîqaş dike’. Em matmayî diman. Li dibistanan, li cemiyetan Kurdî qedexe bû, lê belê Kurdîtî, Kurdistan hêdî hêdî dihatin nîqaşkirin. Yên ku ev nîqaş dikirin Riza û koma wî bû. Ya ku ev hişt û pratîk da Riza hişmendî û israra Kurdîtiyê ya Dayika min bû. Riza ber bi Kurdîtiyê ve teşwîq dikir.
KEMAL PÎR HAT TÛZLÛÇAYIRÊ
Rojekê me bihîst yekî ku di mijarên Kurd û Kurdistanê de israr dike dixwaze bê Tûzlûçayirê. Ev kes Kemal Pîr bû. Kemal Pîr hat Tûzlûçayirê û xwest, bi Riza re biaxive. Dema ku Kemal Pîr hat Tûzlûçayirê xwe gihand Riza û pê re axivî. Di vê axaftinê de Kemal Pîr qala pêwîstiya bi têkoşîna ji bo Kurd û Kurdistanê dikir. Hingî dayika min jî li wir bû. Kemal Pîr ji Riza re dibêje, ‘Riza were tevlî me bibe’. Riza ji Kemal Pîr re dipirse ‘Hûn çend kes in’, Kemal Pîr jî dibêje ‘Em 6-7 kes in’. Riza jî dibêje, ‘Em 60-70 kes in. Werin hûn tevlî me bibin’. Li ser vê yekê dayika min dibêje, ‘Riza bisekine. Tirkek hatiye dibêje Kurd û Kurdistan’. Destpêkê bi terbiye be, lê guhdarî bike. Piştre tu yê gotina xwe bibêje’. Biryardariya Kemal a ji bo têkoşîna Kurdistanê wê demê gelekî bandorê li dayika min dike. Dayika min gelekî hez ji Kemal dike û xwe dide aliyê wî. Bi vî rengî Riza jî qanih dibe.
DAYIKA HATÎCE JI KEMAL RE BÛ SÎPER
Kemal demeke kurt piştî ku çû careke din wê bihata Tûzlûçayirê. Me bihîst ku li Tûzlûçayirê rêxistinên din ên çep kemîn danîne pêşiya Kemal, wê lê bixin. Li devê rê ku navenda çep a Tirk bû, Halkevî hebû. Civînên xwe bi giranî li vê derê dikirin. Dayika min rahişt çekê û çû ber deriyê wan, nehişt ku kes ji wir derkeve. Du caran fîşek teqand û got, ‘Kî ji vir derkreve ez ê bikujim’. Wê demê li me vegeriya û got, ‘Hûn biçin Kemal bibin’. Riza, Şahîn Kilavûz û Alî Dogan Yildirim çûn Kemal birin û anîn mala me.
RIZA, KEMAL, ŞAHÎN KILAVÛZ JI PACÊ KETIN HUNDIR
Em rûniştin û me nîqaş kir ku li Halkevî çalakiyê bikin. Riza got, ‘Hûn jin destpêkê biçin, li Halkevî tevlîheviyê bikin. Hingî em ê jî bikevin hundir’ û em çûn. Wê demê boksor Metîn Aslan li gel ku emeliyatkirî bû bi me re hat û got, ‘Ez xwe bispêrim dîwêr, hûn tenê ber bi aliyê min ve dehf bidin, ez ê wan bînim xwarê’. Em ketin hundir û kî bi destê me diket me diavêt ber Metîn, wî jî ew dianî xwarê. Kes êdî nemabû. Em nihêrî Riza, Kemal û Şahîn Kilavûz ne ji derî, lê ji pacê ketin hundir. Kes li hundir nehiştin. Her kesên li Halkevî perîşan bûn, li erdê dirêjkirî bûn. Beriya wê ji xwe dayika min gotibû, ‘Heta ku hûn kesên ku ev kirine perîşan nekin neyên, naxwe wê careke din heman tiştî bikin’. Bi bandora vê çalakiyê êdî em li Tûzlûçayirê bi temamî serwer bûn.
MALA LI TÛZLÛÇAYIRÊ BI KEDA KEMALAN AVA BÛ
Piştre heval êdî hatin malê. Ji ber ku mala me gelekî biçûk bû me li Natoyolû malek girt. Kemal Pîr û heval hemû di çêkirina wê malê de bi xwe xebitîn ku hîn jî li Tûzlûçayirê ye. Kemal gelekî pozîtîf bû, bi pratîk û zindî bû. Dema ku qala meseleyekê dikir, weke ku dijî qalê dikir. Rasteqîn û durust bû. Digot, ‘Rojê deh, panzdeh çalakiyan nekim ez xwe kêm dibînim’. Pêvajoyoa partîbûnê ya piştî 1978’an encameke vê ked, ruh û komunê bû.
DÎTINA RÊBERTÎ
Piştî çend rojan Kemal hat malê û ji dayika min re got, “Dayê hevalek hat mala me û di nava 24 saetan de rêveberî xist destê xwe”. Dayika min jî jê re got, “Kemal dilê min naxwaze ku rêveberiya te ji dest biçe. Lê belê ew hevalê we her hî be, pê re wesfên lîderiyê heye. Eger 24 saetan karibe rêveberiya malê bi dest bixe, wî ji min re bînin. Piştî çend rojan Serok bi hevalan re hat mala me. Û mal êdî bû cihekî nîqaş û kombûnê.
DAYIKA MIN DI QULIKA DERÎ DE LI WAN TEMAŞE DIKIR
Rojeke dayika min bi taybetî ji goştê mirîşkan xwarin çêkiribû. Rêbertî, Kemal, Riza, Mazlûm, Hakî û hevalên din li hev kom bûn û li odeyê xwarina dayika min dixwarin. Dayika min jî wê demê ji qulika derî li wan temaşe dikir. Ji nişka ve Riza derî vekir û got, ‘Dayê tu çi dike li vir’. Wê jî got, ‘Kurê min, min ewqasî xizmet kir, li wan dinihêrim bê heq dikin an na?’ Dema ku ev got, Kemal keniya û hat ber deriyê odeyê û ji Riza re got, ‘Tu çima bela xwe bi dayikê dide, ez ê li gel wê rûnêm’ û çû gel dayika min rûnişt. Hezkirina ji Kemal her zêde dibû. Ji ber ku ji dil xîtab dikir.
Dayika Apoyiyan ‘Dayika Hatîce’
Dayika min ji bo Kemal, Mazlûm, Hakî û Hayrî wiha digot:
“Min hez ji Kemal kir, ew şervanekî gel bû.
Min hez ji Mazlûm kir, ew deryayeke zanistê bû.
Min hez ji Hakî kir, ew kedek bû.
Min Riza ji Kemal Pîr re kir hevrê.
Min Haydar ji Mazlûm Dogan re kir hevrê, ji bo parekê ji derya zanistê ya Mazlûm werbigire. Ji niha û pê ve ez ê neviyên xwe mezin bikim.”
Tişta ku dayika min ji bo Salîh û Sînan digot jî ev bû: “Deynê Hayrî deynê me ye, ez ê herdu neviyên xwe mezin bikim ji bo vî deynî bidin tevlî têkoşînê bibin.” Welê jî bû. Herdu neviyên wê mezin bû, tevlî têkoşînê bûn. Di nava têkoşînê de şehîd bûn.
HAKÎ KARER HEMALÎ KIR
Dema Hakî wê biçûya Dîlokê, li malê hinek pereyên me yên berhevkirî hebûn. Tenê bi qasî hewcedariya xwe pereyê rê ji xwe re girtibû û bi ser Edeneyê re çûbû Dîlokê. Ji bo Hakî nirxê têkiliyeke gelek giranbiha û biqîmet bû. Çi qewimîbû, li Edeneyê têkiliyeke wî çêbûbû û bi fikra ku wê vê têkiliyê bi rêxistin bike, li Edeneyê peya bûbû. Lê ji ber ku pereyê wî yê çûyîna Dîlokê tuneye, diçe hefteyek hamalî dike. Bi pereyê ku li vir qezenc kir, derbasî Dîlokê bû. Dema me ev yek bihîst, em gelek hêrs bûbûn. Me digot, “Hakî çawa dikare hamalî bike?” Hakî paşê di nameyeke ku ji me re nivîsandibû de wiha gotibû: “Şoreşgerekî/ê ku kedê nede, nexebite, bila nebêje ez şoreşger im. Ew pere bi her awayî pereyê me ye. Ya girîng ew e ku şoreşgerek xwe bi temamî bide şoreşê. Pêwîstî bi hêrsbûnê, acizbûnê nîne.” Hakî mirovekî bi vî awayî giyanê mirovan bi dest dixist bû. Dema behsa Hakî dihat kirin, yekem tiştê ku dihat bîra mirov ked bû.
MEŞA YEKEM A LI TÛZLÛÇAYIRÊ
Hevalan êdî li Tûzlûçayirê hêdî hêdî bi hêz bûn Wan got ku divê meşeke ku her kes dikare beşdarî bibe bê rêxistinkirin. Li Tûzlûçayirê, bi taybetî koma Rizayê, malbatên wan û nêzî 900 kesî beşdarî vê meşê bûn. Dayik, bav, zarok, her kes tevlî bû. Bi vî awayî yekem meşa Apoyîyan li vir destpê kir. Kê ji ku re bizanîba ku, dema wê hat, ev meş dê welatekî bişewitîne! Her kes şok bûbû. Hinek digotin, “Ev Apoyî ji ku derketin?” Ev meş wekî efsaneyekê li kolanên Tûzlûçayirê dihat vegotin. Riza êdî bi Kemal re bûbû yek; bi hev re diçûn heman cihan, bi rêxistin dikirin. Hakîmbûn a Apoyîyan bû.
HEVALÊ ABAS NEKARÎ JI BENDA DAYIKA MIN DERBAS BIBE
Mala me ya li Natoyolu tam li sînorê faşîstan bû. Şevekê heval Abbas cara ewil dihat mala me, dema tê polîs wî dişopînin û gelekî zehmetî kişandibû. Bi zehmetî xwe avêtibû malê. Heval Abbas, polîs derbas kiribû, hatibû ber deriyê me û zengil lê dabû. Dayîka min ber bi derî ve çû û got, “Kî ye?” Di navbera hevalan de navê Rizayê “Şirket” bû. Di rewşên muhtemel de ev nav dihat bikaranîn. Wê demê heval Abbas bang kir, “Şirket li malê ye?” Dayîka min ew wekî polîs hesiband û got, “Ez şirket filan nas nakim,” û ji bo derî veneke dest bi hêrsbûnê kir: “me rehet berdin,” “em xizan in, ji ber deriyê me herin,” “hûn ji me çi dixwazin,” “we xew li me heram kiriye.” Heval Abbas bi israr got, “Dayê, bi Xwedê ez heval im, Şirket li malê ye?” Riza bi ken ber bi derî ve hat û got, “Dayê, bila were, ew hevalê me ye.” Heval Abbas bi vî awayî ket hûndir, bi ken li Rizayê mêze kir û got, “Me barîkata polîsan derbas kir, lê me nikarîbû barîkata dayika te derbas bikin.”
RÊXISTINÊN ÇEPGIR JIBERKIRÎ NÊZ DIBÛN
Êdî mala me bûbû mala ciwanên Apoyî. Her tim hatin û çûyîn, civîn û nîqaş dihatin kirin. Dayîka min ji Serokatî re mezelek veqetandibû, Serokatî li wir bi hevalan re diciviya, nîqaş dikir. Nîqaşên li ser vegera welêt û yên li ser pêşerojê bûn. Mînak, Hakî çû Dîlokê, Kemal, Mazlum û Riza çûn bajarên Kurdistanê. Ez jî ji bo Tûzlûçayir birêxistin bikim diçûm. Belavokeke yek-rûpelî ya Rêbertî bi navê “Manifestoya Kurdistanê” amade kiribû hebû. Rojekê Kemal got, “vê bigirin, biçin ji çepgirên Tirk re vebêjin, lê nebêjin ku Apoyîyan ev nivîsiye. Eger rêxistinên çepgir bipirsin ‘kê ev nivîsî an kî dibêje,’ hûn bêjin ‘Lenîn, Mao, Stalîn, Marx dibêje.’ Wê demê ew zêde napirsin û guh didin we.”
Em çûn, li qehweyan û cihên ku rêxistinên çepgir lê bûn geriyan û ev yek vegotin. Dema hin kesan pirsî ka çavkanî çi ye, me jî wekî ku Kemal gotibû got û ev yek ket sere wan. Dema vegeriyam, Kemal pirsî, “Çi bû?” Dema min got, “plana te bi temamî serket.” Keniya.
SIBE
* Dayîka min Riza bi çek ber bi Kurdistanê ve rêwî kir
* Darbeya leşkerî çêbû, Riza hat girtin
* Ji Esat Oktay re bersivek wek şeqemê
* Tenê ji bo Kemal ez giriyam