Pêncşem, 25 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Min Riza kir hevrêyê Kemal Pîr’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 32 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozturk: AKP dixwaze zextê li CHP’ê bike ku ji dora maseyê rabe û pêvajoyê bê encam bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salek û 8 meh ceza li rojnamevan Kaya hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş: Em ê rapora xwe ya bendewariya ji bo demokratîkbûn û hiqûqê pêşkêş bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ: Wê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Em ê teqez armancên heval Riza bi serketinê temam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îbrahîm Ateş li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya gerîlayê HPG’ê Kûrtay hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo malbatên şehîdan serdanên sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hawirdorparêzê di şewatê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Gefên li dijî rojnamegerên jin zêde dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi akademîsyenan re rûnişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêber Apo re wê hezar û 500 name bêne şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Berlînê hevdîtinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 meh li ser pişta hêstir: Kes me nabîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Dengê jinên Efganîstanê banga hevpar a têkoşîna jinan e!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Denîz Bîlgîn ‘Pioggia di nuvole’ bi xwînerên xwe re tê cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Berxwedana Keleha Arnonê û Kongreya 2’yemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlm a Rojava fîlmê ‘Heval Birako’

    Ji aliyê Stêrk TV

    5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Brukselê stranên Kurdî bi senfoniyê re gihîştin hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Julîde Kural vîdeoyek bi navê ‘Ji bo aştiyê soza min heye’ amade kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karasû: Riza Altûn hêza lêdanê û kûrahiya îdeolojîk kir yek
Kurdistan

Karasû: Riza Altûn hêza lêdanê û kûrahiya îdeolojîk kir yek

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku şehîd Riza Altûn bi xeta çalakiyê ya li Dîlokê li dijî faşîzmê hate meşandin, bi berxwedana girtîgehê û perwerdeyên piştî wê berxwedanê, milîtanî û teorî li ser heman xetê gihand hev.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Îlon 2025 Dema xwendinê: 81 dq.
Parvekirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû qala Riza Altûn kir ku 25’ê Îlona 2019’an şehîd bû. Karasû bal kişand ser taybetmendiyên çalakgerî û kûrahiya îdeolojîk a Riza Altûn û destnîşan kir ku di dema destpêkirina tevgera Apoyî de ji ailyê afirandina hêza çalakiyê ve tevkariyên mezin kir.

Nirxandina Mûstafa Karasû bi vî rengî ye:

“Riza bêguman yekem kes e ku ji derveyî koma xwendekaran a li Enqereyê tevlî me bû. Di sala 1975’an de tevlî komê bû. Cihê wî wisa ye; Tûzlûçayir, li Enqereyê cihêkî gelekî girîng e. Navenda çepgiran e. Bi rastî jî, keleha sosyalîst û şoreşgeran e. Li Enqereyê qet taxeke din a wisa tune. Ji ber vê yekê jî jê re gotine “Moskovaya Biçûk”. Di cihekî wisa de, li Tûzlûçayirê, tevlîbûna ciwanan ji bo me, bi taybetî tevlîbûna hevalekî çalak, mîlîtan û çavkor wek Riza, bêguman hem bandora me li Enqereyê zêde kir hem jî hêza me ya çalakiyê xurt kir. Bi rastî, Riza mîlîtanekî tam e, çalakvanek e. Dema ku li Enqereyê bû, erê, li wir hêzeke fikrî jî hebû, hêza wî ya qanîkirinê di nav hevalan de hebû, lê bêguman hêza çalakiyê zêdetir di pêş de bû. Mîlîtantî, wêrekî, çavkorî û mêrxasiya Riza ji her kesî re bawerî dida. Ew kesekî wisa bû. Yanî, heke Riza li cem te be, tu di ewlehiyê de yî, tu mîlîtan î, li hemberî her êrîşekê tu dikarî berxwedanê bikî.

Bi vî awayî, hem bi kesayetiya xwe, hem bi mîlîtantiya xwe, bi wêrekî û çavkoriya xwe, Riza hevalekî bawerîdêr bû. Tevlîbûna hevalekî wisa li Enqereyê, bêguman bandoreke mezin li ser me kir. Bi taybetî piştî sala 1975’an, tevlîbûna wan di sala 1975’an de bû. Di kîjan mehê de bû, bi tam nayê zanîn, lê di sala 1975’an de êdî têkiliyê wan bi me re hebû. Bêguman, berî wê jî têkiliyê wan bi Kemal re hebû. Di bingeha şoreşgeriya giştî de ev têkilî hebûn, lê Riza bi xwe jî dibêje, Hasan jî dibêje; yê ku yekem car behsa mesela Kurdîtiyê ji wan re kir, Elî Dogan bû, dibêje şehîd Elî Dogan vegotiye. Ew jî, bi texmîna min, di dawiya sala 1975’an de şehîd bû, li Enqereyê şehîd bû. Yanî rola yekem a Riza li Enqereyê wisa bû. Yanî ne wisa bû ku; di destpêkê de koma me wek komeke xwendekaran a li zanîngehê hate damezrandin. Ev kom ji hevalan pêk dihat; Hakî, Kemal, Cuma, Abbas, Xeyrî, Mazlum. Yanî di destpêkê de koma yekem ji hevalên zanîngehê pêk dihat.

Piştî wê, yanî di sala 1975’an de, têkilî bi Tûzlûçayirê re tê danîn. Heval car caran diçûn Tûzlûçayirê. Ez jî diçûm, ji ber ku têkiliyên min bi Tûzlûçayirê re cuda bûn. Nas, xizm, mal hebûn. Ez bi wî awayî diçûm û dihatim. Wekî ku min berê jî gotibû, di sala 1976’an de min li Tûzlûçayirê xanî kirê kir. Piştî 6-7 mehan, em êdî vegeriyan Kurdistanê. Rola Riza di koma yekem a li Enqereyê de wisa bû. Yanî tevlîbûna şoreşgerekî herî baş, mîlîtanekî herî baş ê taxa herî girîng a Enqereyê, Tûzlûçayirê, bandoreke mezin li ser me kir. Ji aliyê din ve, ev jî girîng e; tevlîbûna heval Riza tenê tevlîbûna wî bi xwe nebû. Tevlîbûna hemû hevalan bû, bi vî awayî mal jî tevlî dibûn.

Bi tevlîbûnê re, mala Riza wek maleke rêxistinê bû. Mala Hasan Şerîk wek maleke rêxistinê bû. Mala Metîn Arslan jî wisa bû. Yanî ne tenê yek kes, hemû malbat bi vî awayî tevlî dibûn. Rewşa hevalên li Tûzlûçayirê wisa bû. Ne tenê kes bûn; yê ku tevlî dibû, bi malbata xwe re tevlî dibû. Hemû malbata xwe bandor dikir. Komeke wisa bû. Berê jî wisa bû; komeke hevalan bû, hemû heval bi malbatên hev re têkildar bûn. Yanî ev koma hevalan bûbû wek zarokên her malbatê. Her kes wek zarokê malbateke din bû. Yanî ne tenê têkiliyeke hevaltiyê bû. Taybetmendiyeke wisa hebû ku hemû malbatan tevlî dikir. Ji ber vê yekê, mala Riza, malbata wî wek maleke rêxistinê hate bikaranîn. Mala Kazım, yanî Hasan Şerîk, wek maleke rêxistinê hate bikaranîn. Hevalên din jî wisa bûn. Bi vî awayî, tevlîbûna hevalên Tûzlûçayirê bandoreke wisa li xebatên li Enqereyê kir. Yanî dema hewcedariyek hebû, dema xanî lazim bû, dema cihê mayînê lazim bû, heval diçûn di malan de diman. Ez dikarim bibêjim ku bandora tevlîbûna Riza li koma yekem a li Enqereyê wisa bû.

DI RIZA DE ROLEKE XWEZAYÎ YA SEROKATIYÊ HEBÛ

Bandora heval Riza di nava koma Apocî û PKK’ê de bêguman gelekî girîng e. Bi taybetî di veguhestina vê koma bîrdozî ya Kurdistanê û pêşxistina têkoşîna li Kurdistanê de rola Riza gelekî girîng bû. Ji ber ku li Kurdistanê rewşeke wisa hebû: dema em çûn Dîlokê, faşîst gelekî bi hêz û bi bandor bûn. Heke me bandora wan neşkanda, em nikarîbûn pêş bikevin. Di vê çarçoveyê de, wek çalakvanekî, Riza di têkoşîna li dijî faşîzmê de xwedî roleke gelek girîng bû. Ji aliyê din ve, sedema herî girîng a çûna koma me ji bo Kurdistanê, çûna Dîlokê û li wir perwerdekirina kadroyan bû. Dîlok bajarêk bû ku ciwanên ronakbîr lê zêde bûn. Di bidestxistina kadroyên nû û ciwanên nû de rola heval Riza gelekî girîng bû. Bi rastî, ew rêxistinkar bû. Yanî di kesayetiya Riza de roleke serokatiyê ya xwezayî hebû. Kesayetiya wî mirovan bandor dikir, wan dikşand, bi xwe ve digirt. Ji kûrahiya wî ya îdeolojîk zêdetir, wek kesayetî xwedî taybetmendiyeke wisa bû.

Serok dibêje ya, dema ez zarok bûm, min mirovan rêxistin dikir, koman dicivand. Riza jî wisa bû. Riza jî, bi vî awayî, her kesê ku têkilî pê re danî bandor dikir, rêxistin dikir. Di vê çarçoveyê de li Kurdistanê, di berfirehbûn û pêşketina koma me de, tevkariya Riza gelekî mezin bû. Dîsa, wekî ku heval Abbas jî got, kesayetiya duyemîn a Kemal Pîr e. Ez dikarim bi rehetî bibêjim; Kemal Pîr hevalê ku herî zêde mirov anî têkoşîna me bû, herî zêde bandor li mirovan kir. Di pêşketin û mezinbûna têkoşîna me de, di tevlîbûna kesayetiyên nû de, di girêdana wan a bi rêxistinê de para Kemal gelekî mezin bû. Kesayetiya wî, kesayetiya wî ya çalakvan, kesayetiya wî ya bîrdozî, helwesta wî, şêwaza wî bandor dikir. Riza jî, wek kesayetiya duyemîn a Kemal Pîr, ne tenê aliyê xwe yê çalakvanî, wek Kemal mirovan bandor dikir, bi xwe ve gire dida, rêbertî dikir, rêxistin dikir.

Di vê çarçoveyê de, veguhestina koma bîrdozî ya ji bo Kurdistanê û paşê di pêşketina wê de, di bidestxistina kesên nû de, bêguman bandora heval Riza gelekî girîng bû. An jî bandora wî li ser kesên ku tevlî komê bûbûn hebû ku girêdana wan bi komê re kûrtir bike. Çawa ku li Tûzlûçayirê, derdora xwe zû rêxistin kir û bi xwe ve girêda û ew bi temamî bi rêxistinê re bûn yek, heval Riza li Kurdistanê jî wisa bû. Diçû ku derê mirovan bandor dikir, rêxistin dikir, têkiliyan ava dikir. Yanî têkiliyên ku ava dikir bawerî dida mirovan. Bi taybetî, yên ku dixwestin bibin şoreşger, di şexsê Riza de mîlîtanekî didîtin. Ji ber ku di şexsê Riza de mîlîtan didîtin, bi wî ve dihatin girêdan. Ji ber ku şoreşgeriya sala 1970’î hinekî wisa bû; hemû ciwan li mîlîtantiyê digeriyan. Mîrateya Denîz Gezmiş, Mahîr, Îbrahîm, yanî bi vî awayî, wê demê mîlîtantî û taybetmendiyên mîlîtanî zêdetir bandor li mirovan, bi taybetî li ciwanan dikir.

Ew dem bi rastî demeke wêrektî û qehremaniyê bû. Yanî têkoşîna şoreşê wek demeke wêrektî û qehremaniyê tê nirxandin. Riza jî, bi kesayeta xwe, di wê hawîrê de mirovan dikşand, ciwanan dikişand, mirovan bandor dikir û bawerî dida wan. Bi rastî, şoreşgerekî ku Riza nas dikir, têkilî ava dikir, zû xwebawerî bidest dixist. Yanî mîlîtanek e, bi wî re her kar dikare bê kirin, bi wî re têkoşîn dikare bê kirin. Ev kes heke tiştekî bibêje, soza xwe bi cih tîne. Yanî em ê wisa bikin, em ê şoreşê wisa bikin, em ê li dijî faşîzmê wisa têbikoşin, tu dikarî bibêjî. Lê ev çiqasî bawerî dide? Çiqasî bandor dike? Gava Riza ev tişt digot, bandor dikir. An jî di şexsê Riza de rastiya gotinê dihate pejirandin. Mirov bawer dikir û zêdetir dihat girêdan. Di vê çarçoveyê de, dema pêşketina koma yekem, ev taybetmendî ji bo me gelekî girîng bû. Taybetmendiyeke wisa di pêşketina destpêkê ya komê de çawaniyeke gelek girîng e, qezenceke mezin e.

Di vê çarçoveyê de, em dibêjin ya, Kemal Pîr di destpêka têkoşîna me de hevalê ku herî zêde bandor li mirovan kir, ciwanan bandor kir û tevlî kir bû. Wekî ku heval Abbas di kongreyê de jî got, kesayetiya Riza jî wek kesayetiya duyemîn a Kemal Pîr bû, xwedî taybetmendiyeke wisa bû. Bêguman, vê yekê jî tevkariyeke mezin li têkoşîna me kir. Ji aliyê din ve, heval Riza tenê xwendekariya seretayî kiribû, lê piştî ku tevlî têkoşîna şoreşgerî bû, bi berdewamî xwend, xwe pêş xist. Di vî warî de jî gelekî xwe pêş xist, hem di aliyê bîrdozî de hem jî di aliyê teorîk de. Lê bêguman, zanîna bîrdozî û teorîk yek e, vê yekê îfadekirin û ravekirin jî tiştekî din e. Heval Riza, yanî tiştên ku zanîbû baş îfade dikir, baş rave dikir, fêm dikir, xwedî taybetmendiyeke qanîkirinê bû. Di vê çarçoveyê de, di dema têkoşîna bîrdozî û rêxistinî de, bi wê zanyariya xwe, bi wê şêwaza xwe, bi fikra xwe ya zelal û taybetmendiya xwe ya qanîkirinê, bêguman di nav PKK’ê de tevkariyeke girîng kir.

Di qonaxa koma yekem de tevkariya wî wisa bû. Dîsa, wekî ku min berê jî got, wek leşkerekî, di derxistina xeta çalakiyê ya vê têkoşînê de, di derxistina xeta çalakiyê ya bi bandor de, di derxistina hêza wê ya lêdanê de para Riza gelekî mezin bû. Hêza çalakiyê ya Riza hêzeke lêdanê bû, hêzeke encamgirtinê bû. Ji ber ku hêzeke bi bandor bû, mînak, çalakvanî û mîlîtantiya Apoyîyan gelekî di pêş de bû. Di vê yekê de rola heval Riza jî gelekî girîng bû. Heke Apoyî wek çalakvan, wek hêza lêdanê, wek têkoşerên li dijî faşîzmê dihatin nasîn, di bidestxistina vê taybetmendiyê de bêguman bandora heval Riza jî girîng bû.

Me li ser girtîgehê jî behs kir. Dîsa, piştî ku ji girtîgehê derket, tevkariya wî ya ji têkoşînê re bi gelek aliyî bû. Yanî hem bû rêxistinkar, hem bû rêveber, wezîfeyên girîng jê re hatin dayîn. Di dema pêkanîna van wezîfeyan de, bi têkoşîna xwe ya bîrdozî, bi asta xwe ya bîrdozî û teorîk, tevkariyê li têkoşîna bîrdozî û teorîk a partiyê, li pêşketin, kûrbûn û dewlemendbûna wê kir. Ji ber ku têkoşîna bîrdozî ne tenê bi çend kesan e, bi hebûna hevalên ku asta wan a bîrodzî û teorîk bilind e, dikare pêş bikeve. Di vê çarçoveyê de, heval Riza jî di nav hevalên ku asta wan a bîrdozî û teorîk bilind bû û têkoşîna bîrodzî û teorîk didan de bû. Ji ber ku bêyî komeke ku têkoşîna bîrodozî û teorîk bide, pêşketin nabe.

Riza, bi hêza xwe ya têkoşîna bîrdozî û teorîk jî, gelek tişt da partiyê. Yanî di yekparebûna partiyê de, di warê mîlîtantiyê, leşkeriyê, rêxistinbûnê û bîrdozî-teorîk de, bêguman tevkariyê li PKK’ê kir. Di hebûn û mezinbûna PKK’ê de, di her alî de, bê şik rola heval Riza gelekî girîng e. Dema ku min yekem car Riza nas kir û piştî wê, bandora wî ya yekem wisa bû: heke tu hevalekî/ê, ji bo armancekê, baweriyekê, hedefekê dimeşî, Riza hevalekî ku tu pê bawer bî ye. Ew kesekî bawerîdêr e, yanî heta dawiya rê bi te re dimeşe. Heke tu bi wî re bi hev re bimeşî, tu dikarî karekî bi ser bixî, wê hestê dide te. Yanî kesayetiya wî xwedî taybetmendiyeke wisa bawerîdêr bû. Heke ev heval bi tiştekî ve girêdayî be, bi tiştekî bawer bike, êdî ji bo wê her tiştî dike. Têra xwe ew bi wê ve girêdayî be, bi wê bawer bike; piştî ku bawer kir, wê hestê dide ku ew ê her tiştî bike.

HEVALEKÎ HENEKO BÛ

Dema ku ez diçûm Tûzlûçayirê, yanî di wan demên ku em bi hev re diman, min ev taybetmendiya Riza ji nêzîk ve dît. Yanî, heke kom bû, rêxistin bû, êdî wî xwe bi temamî bi wê ve girêdabû. Erê, dema hê li Tûzlûçayirê bû, bi taybetî di sala 1976’an de, em gelek caran bi hev re bûn. Êdî tiştê ku me difikirî tenê kom bû. Rewşa di nava komê de, têkoşîna di nava komê de bû. Dema li Tûzlûçayirê bû, têkoşîna li dijî faşîzmê bû. Bi vî awayî, ji wê gavê ku dest bi jiyana şoreşgerî kir, tevahiya jiyana xwe danî holê. Yanî qutbûneke wisa pêk anî. Bi vî awayî, ev qutbûna Riza ya ji pergalê, ji xeyalên cuda, yanî bi şoreşgeriya wî ya yekem re destpê kir. Xwedî taybetmendiyeke wisa bû. Di vê çarçoveyê de, ev taybetmendî bû ku wî ewqas bawerî dida hevalên din, yanî li Tûzlûçayirê, ev taybetmendî bû ya ku heval li dora Riza kom dibûn. Wekî ku tê gotin; bi koma hevalan re yek ji me, hemû ji bo yekî; yek ji bo hemû. Ev rewş di koma hevalan a yekem de dema Riza li Tûzlûçayirê bû, çêbû. Û bifikirin ku ev bi hestên şoreşgerî, bi hestên bîrdozî û teorîk hatiye xwedîkirin. Hûn dikarin bi rehetî bibînin ku ew hevalek çawa bû, ji bo komê, ji bo rêxistinekê kadroyek çawa bû, pêşengek çawa bû. Yanî bi vî awayî, ev bûn bandorên yekem ên Riza.

Ji aliyê din ve, Riza ne kesayetiyekî sar bû. Ew hevalekî heneko bû. Ne yekî ku di navbera xwe û hevalan de mesafe danî. Xwedî taybetmendiyeke wisa bû ku bi her kesî re wek hev têkiliyê datanî. Yanî heval, ez dizanim, li Tûzlûçayirê jî, di nava rêxistinê de jî, dema Riza henekek dikir, ew henek ne wisa bû ku hevalekî biêşîne an bitepisîne, ew henek têkiliyan nerm dikir, di têkiliyan de germahî û hevaltiyê dida, nêzîkatiyeke wî wisa hebû. Em bi Hakî re bi hev re li malê diman. Car caran wî bi Hakî re jî henek dikir. Dema Riza henek dikir, Hakî diket kenê. Hakî gelek pirtûk dixwendin. Dema Hakî pirtûk dixwend, ewqas diçû nava wê ku tiştekî li dora xwe nedidît. Wisa giranî dida xwendinê.

Mala me ya li Dîlokê jî, ji ber ku sar bû, em hemû li dora sobeyê rûdiniştin û me pirtûk dixwend. Wî, belkî yek du caran wisa kir. Car caran bi me re jî dikir. Wisa ji jelatîna cixareyê wek têlekê dirêj dikir. Em nêzî sobeyê dibûn, lingê me, destê me nêzîk bûbû, wî ew têl datanî wir. Dema destê me lê diket, bêguman tiştek diqewimî, ew têl hinekî elektrîk dida. Yanî car caran wisa henekên ku me hemûyan dikenandin dikir. Henekên Riza wisa bûn. Yanî heval Riza wisa hevalekî bawerîdêr bû. Her kes dikarîbû bi wî re hevaltiyeke baş bike. Tenê kî nedikarî bi wî re hevaltiyê bike? Yên ku hesabên xwe yên piçûk hebûn, tiştên wisa, ew bi Riza re baş nedibûn, wekî ku wî bi temamî gotibû, bi temamî bawerî, bi hev re yekbûn, bi her tiştî re bûyî yek, bi hestekî hevpar, dibe ku bi wî re hevaltiyê nekira. Ji bilî vê, her kes bi rehetî dikarîbû bi Riza re hevaltiyê bike. Riza jî dikarîbû bi her kesî re hevaltiyê bike.

Riza divê wisa jî bê gotin; li ser vê kesayetiyê. Yanî ji bo hevaltiyê, ji bo ku bi yekî re hevaltiyeke germ bike, ne hewce bû ku dem derbas bibe. Ji wê gavê ku nas dikir, Riza bi hevalan re wisa germ, bi hev re bawerîdêr, hezkirinê dida, têkiliyeke wisa hebû. Bêguman, ji aliyê din ve, bi rastî tiştekî Riza hebû, taybetmendiyeke serokatiyê hebû. Ji ber vê yekê, dema me yekem car Riza dît, erê, me got ev heval di vê rêxistinê de gelek tiştan dike. Gelek tiştan dide vê rêxistinê. Wisa bandorek li me kir. Bi rastî taybetmendiyeke serokatiyê, rêxistinkirinê, bandorkirinê hebû. Ji aliyê me ve jî, ji bo komeke wek me, di destpêkê de tevkariya hevalekî wisa gelekî girîng bû, yanî gava me Riza nas kir, me zû got ev heval dê tevkariyeke mezin bide vê têkoşînê. Yanî me zû ev bandor jê girt.

HEVALEKÎ KU HÊZ DIDA HEVALÊ XWE Û TEMAM DIKIR

Di têkoşînê de, Riza hevalekî bawerîdêr bû, ji bo têkoşîna ku dimeşand hewce bû û her kes dixwest ku di têkoşînê de hevalekî wisa li cem wî be. Yanî têkoşîneke ku ew tê de bû, pêşketineke girîng bi dest dixist. Ew hevalekî têkoşînê yê wisa bû. Hevalekî ku hêz dida hevalê xwe, temam dikir. Yanî yê ku bi wî re dixebitî, ne tenê hevalekî xebatê yê baş bû. Xebata wî pêş dixist, hêz dida xebata wî; yanî Riza ne tenê xebata xwe bi rê ve dibir, taybetmendiyeke wî hebû ku hêza hevalê xebatê yê li cem xwe zêde dikir, tevkariyê dida wî/ê. Ew hevalekî wisa bû. Ji aliyê din ve, dema wezîfeyek ji Riza re dihat dayîn, bi temamî bi cih dianî. Yanî her wezîfeyek jê re hatiba dayîn, bi rastî heta dawiyê bi cih dianî. Yanî bi plan bû, bi dîsîplîn bû. Heke wezîfeyek jê re hatiba dayîn, ew wezîfe bêguman heta dawiyê bi awayê herî baş bi cih dianî. Çawa ku dema armanceke çalakiyê dihat danîn, ew diçû çalakiya xwe bi awayê herî baş dikir, bêguman encam digirt, di hemû xebatan de jî wisa bi plan, bi rêxistin, encamgirtî bû.

Her wiha di xebatê de taybetmendiyeke wî ya nîqaşkirinê hebû. Wisa bi nîqaşkirinê, yanî fikra hevalan jî digirt. An jî bi hevalan re bi fikreke hevpar, xebata herî baş çêdibû, taybetmendiyeke wî ya wisa hebû. Yanî bi vî awayî, di xebatê de rewşeke ku hevalan tê de nekin tune bû. Taybetmendiyeke wî ya wisa jî hebû; taybetmendiyeke serdest bû. Taybetmendiyeke Riza ya wisa hebû, dema wezîfeyek jê re dihat dayîn, hinekî hakîm bû. Ev bi rastî taybetmendiyeke erênî ye, lê car caran dibe ku li cem hevalê xwe yê xebatê hinekî zêdetir hakîm, zêdetir bi bandor, hinekî xwe bi bandor dikir. Yanî tiştekî wî yê wisa hebû. Di nava komê de, bêguman her tim di pêş de derdiket. Yanî heke wezîfeyek ji komekê re hatiba dayîn, di wê wezîfeyê de ew di pêş de derdiket. Ev jî, yanî çawa taybetmendiyên erênî yên serokatiyê bûn, bandora wî bû.

Hevalan jî tevlî dikir. Lê dibe ku ev taybetmendiya wî ya bi bandor, ya hakîm, ji derve wisa xuya bikira ku hevalên din hinekî li paş diman. Lê ev ne wisa bû, yanî ne tevlînekirina hevalan, ne jî nirxnedana hevalan bû. Wî nirx dida hevalan, hevalan tevlî dikir. Bi wan re nîqaş dikir, yanî wan jî tevlî dikir. Lê wekî ku min got, di xebatekê de ji ber taybetmendiya wî ya serokatiyê, hinekî bandora wî di pêş de derdiket, ew hevalekî wisa bû. Serokatî di destpêkê de li Enqereyê heval Riza nas kiribû. Piştî ku nas kir, Serokatî nirx da Riza. Dîtibû ku ew hevalek e ku dikare pêş bikeve, di rêxistinê de wezîfeyên girîng bigire. Û bi vî awayî, ji roja yekem ve nirxandina wî ya li ser Riza wisa bû ku ew ê di vê têkoşînê de cihekî girîng bigire. Nêzîkatiya Serokatî ya li hember heval Riza jî wisa germ bû. Taybetmendiya heval Riza jî ev yek diafirand.

SEROKATÎ HER CAR RIZA DIGIRT GEL XWE

Serokatî jî bi awayekî hinekî germtir nêzî heval Riza dibû, eleqedar dibû. Ji aliyê din ve, Serokatî her tim ji Riza hêviyên mezin dikir, wezîfeyên girîng dida wî. Mînak, dema em diçûn qada Serokatiyê, Serok her tim Riza digirt gel xwe, bi hev re digeriyan, bi hev re dolê digeriyan. Diçû ku derê, Riza bi xwe re dibir. Mînak, ez li malê dimam. Yên din, wekî xebatên perwerdeyê hebûn, ez wan dikarim, lê Serok her tim Riza bi xwe re dibir. Hinekî jî dixwest şêwaza xwe bide Riza, da ku taybetmendiyên wî yên serokatiyê, yên pêşengiyê di rêxistinê de bi bandor bibin. Nêzîkatiya Serok Apo ya li hember Riza mezin bû. Yanî her tim nêzîkî xwe girt.

Paşê, yanî berê jî, dema hê li Dîlokê bûn, li Kurdistanê bûn, dema di cihekî de têkoşîneke qels bidîta, di têkoşîna li dijî faşîzmê de an jî li dijî armanceke din qelsî dihat dîtin, Serok Apo zû dixwest Riza bişîne wir. An jî Riza dişand wir. Yanî Serok Apo di awayekî de Riza wek hevalekî ku her tim ji bo serkeftina hin wezîfeyan difikirî, wisa difikirî. Taybetmendiyeke wî ya wisa hebû. Piştî ku ji qada Serokatiyê hat, Riza careke din neçû qada Serokatiyê. Lê Serok her tim Riza di cihên girîng de wezîfedar kir. Wezîfe da wî. Ji ber ku dizanîbû Riza dê di rêxistinê de tevkariyên girîng bike, wisa her tim şopand, eleqedar bû û wezîfeyên girîng da wî. Ez dikarim wisa bibêjim.

Tişta herî girîng jî, têkiliyên Serok bi Riza re bi rastî hinekî germtir, bi eleqeyeke nêzîk bû. Ev jî ji hêviyên Serok Apo yên ji Riza dihatin. Niha wisa, heval Riza jî ji malbateke ku koçî metropolan kiribû bû. Malbateke ku koçî Enqereyê kiribû. Malbateke ku ji Kurdistanê qut bûbû. Di zarokatiya xwe de, bêguman zimanê Zazakî, zextên li ser kirmanckî jî didît. Dibîne. Bêguman vê jî dibîne ku malbata wî malbateke kurd e. Ew cudahiya wî ji civaka li Tirkiyeyê dibîne, bavê wî cuda ye, diya wî cuda ye. Ne malbateke ku bi avahiya civakî ya li Tirkiyeyê re yek bibe. Ev bi rastî rewşeke wisa ye ku taybetmendiyên wî yên kurdî bi awayekî xwezayî di nava xwe de hildigire. Bêguman, ya ku vê yekê derdixe holê jî hinekî tevgera Apoyî ye. Yanî ew di wî de heye, lê zeminê ku vê yekê derdixe holê tevgera Apoyî ye.

Bi vî awayî, bêguman, ez dikarim vê jî bibêjim, ev ji bo me hemûyan derbasdar e, hezkirina Kurdistanê, rastiya Kurd û Kurdistanê bi giranî Serokatiyê di me de çêkir, Serokatiyê kûr kir. Ev ji bo hemûyan derbasdar e. Ji bo heval Cuma jî derbasdar e, ji bo hevalên din jî derbasdar e. Yanî Serokatiyê bi vegotinên xwe, bi nêzîkatiya xwe, welatparêziyê di me de pêş dixist. Welatparêziyê kûr dikir, girêdana bi welat re kûr dikir. Wisa vegotineke wî hebû ku hem hêrsa li dijî dijmin diafirand, hem jî girêdana bi welat re diafirand. Bi vî awayî, bêguman, girêdana Riza bi Kurdistanê re, pêşketina hezkirina wî ya ji Kurdistanê re, ya ku vê derxist holê rastiya Serokatiyê û tevgera Apoyî ye.

DEMA TEVGERA APOYÎ NAS KIR, GOT: “MIN CÎHÊ XWE DÎT”

Hezkirina Riza ya ji tevgera Apoyî re wisa bû: bi rastî, ji her kesî zêdetir, Riza gava ku bi tevgera Apoyî re nas kir, got: “Min riya xwe dît. Min koma xwe dît. Min cihê xwe yê jiyanê dît.” Bi awayekî, ew wêrektî, çavsoritiya wî, mîlîtantiya wî, ew taybetmendiyên wî; hevaltiya wî, girêdana wî, ew di Apoyîbûnê de dît. Yanî hezkirina Riza ya ji Apoyîbûnê re, girêdana wî ya bi Apoyîbûnê re, girêdana wî ya bi PKK’ê re, hinekî jî ji vê taybetmendiya PKK’ê dihat. Ev taybetmendiya ku Serok Apo afirand, bi rastî bi taybetmendiya kesayetiya Riza ya ji Tûzlûçayirê, ji koma hevalan ve hatibû afirandin re hinekî li hev dihat. Ji ber vê yekê, Riza dema bi Apoyîyan re, bi PKK’ê re nas kir, bi rastî got: “min xwe dît.” Ji ber ku wê demê gelek rêxistinên cuda hebûn ku mirov lê digeriya. Mînak, sempatîzanên TÎKKO’yê jî hebûn. Lê gava bi koma Apoyî nas kir, zû zelal bû. Got: “min xwe dît, min cihê ku ez ê tê de çalakiyê û têkoşînê bikim dît.”

Ji ber vê yekê, heta dawiya têkoşîn û jiyana xwe, ew bi vî awayî li tevgera Apoyî û Serokatiyê nêrî. Yanî rastiyeke Serokatiyê hebû ku tam bi hestên wî re dipeyivî. Rastiyeke Apoyî hebû ku tam bi hestên wî, bi fikrên wî, bi awayê jiyana wî re dipeyivî. Ev bêguman Riza zêdetir bi vê komê ve girêda. Yek ji sedemên herî girîng ên ku girêdana Riza bilind kir, bêguman rastiyên bîrdozî û teorîk jî hebûn, lê taybetmendiya wî ya kesayetiyê, ew taybetmendiya jiyanê ya ku lê digeriya, wî di Apocîtî de, di rastiya Serokatiyê de dît, ev yek wî zêdetir bi Serokatiyê, bi koma Apoyî ve girê da, partî heta dawiyê hez kir, hestê “tenê bi vê partiyê re jiyan dibe, tenê bi vê Serokatiyê re têkoşîn dibe” heta şehadetê bi wî re çû, ev bandora herî bingehîn bû.

Heval Riza berê bi Kemal Pîr nas kiribû, li Tûzlûçayirê hev nas kiribûn, heta berî ku koma Apoyî bi temamî xwe bi nav bike, yanî Kemal bi wan re bi awayekî giştî, bi têkoşînê, bi şoreşgeriyê re têkilî danîbû; şoreşgeriya giştî. Jixwe salên destpêkê yên Kemal wisa bûn; bi Serokatiyê re têkilî hebû, lê propagandaya koma Apoyî nedikir. Jixwe heval Abbas zelaltir diyar dikir, yanî demekê wisa paralel bû; dema Serokatî li Kurdistanê komekê ava dikir, ew jî difikirîn gelo li Tirkiyeyê komekê ava bikin, tiştekî wisa hebû; nêzîkatiyeke wisa hebû. Kemal, belkî di destpêkê de, di sala 1974’an de, yanî di sala 1975’an de bi wan re têkilî danî. Ew yekem car Kemal nas dikin, ne komê; Kemal nas dikin. Bêguman taybetmendiya Kemal jî zû wan nêzî Kemal kir. Ji ber ku helwesta Kemal, axaftina wî mîlîtanî bû, li cihê xwe nedisekinî; wisa bi coş, bi kelecan, mîlîtanî; dema diaxivî bandor dikir, hevalekî wisa bû.

Ji ber vê yekê, têkiliya heval Riza û Kemal wê demê bi awayekî mîlîtanî, bi awayekî şoreşgerî derket holê. Heval Abbas di Kongreya 12’emîn de nirxand û got “kesayetiya 2’emîn a Kemal Pîr”. Bêguman ev nirxandin, yanî gotina “kesayetiya 2’emîn a Kemal Pîr”, tê wateya kesayetiyên nêzî hev, kesayetiyên ku zû ji hev bandor dibin. Bi vî awayî, têkiliya Kemal û Riza berê destpê kir. Heta yê ku yekem car pêşniyara çûna welat ji Riza re kir, heval Kemal Pîr bû; yanî ji heval Riza re, ji hevalan re, nêzîkatiya vegera welat, çalakiya vegera welat, nêzîkatiya têkoşîna li Kurdistanê, Kemal Pîr bi heval Riza re parve kir. Niha dema çû Dîlokê, li Kurdistanê, ez dikarim vê bibêjim; yanî heval Kemal gelekî qîmet dida hevalên çalakvan. Gava hevalekî hinekî çalakvan, hinekî têkoşer didît, bi wî re eleqedar dibû, qîmet dida wî, têkiliya wî bi wî re germ dibû. Ji ber vê yekê, têkiliyên Kemal û Riza li Dîlokê jî gelekî baş bûn. Ji ber ku Riza kesekî wêrek bû, çavsor bû; yanî heval Riza hevalekî çavsor û çalakvan bû.

HEVAL RIZA Û KEMAL PÎR GELEK NÊZÎ HEV BÛN

Ez dikarim vê bibêjim; dibe ku di wê serdema Tirkiye û Kurdistanê de çalakvanekî ji Riza çêtir tunebû. Yanî xwedî taybetmendiyeke wisa bû, ji zayînê ve, wekî ku ji bo vê yekê hatibe dinê; wisa mîlîtan bû. Yanî Kemal jî kesên wisa gelekî hez dikir. Ji ber vê yekê têkiliya Riza û Kemal gelekî germ bûn. Wisa, çawa bibêjim, gava ew digihîştin hev, wekî ku hev dîtibana, moral didan hev. Taybetmendiyeke wan a wisa hebû. Kemal gelekî ji Riza hez dikir, bêguman; Riza jî gelekî bi Kemal ve girêdayî bû. Ev dikare wekî hevgirtina taybetmendiyên wan ên hevpar bê nirxandin. Ev li Kurdistanê her tim wisa berdewam kir. Jixwe heval Kemal, heke li cihekî çalakiyek an armancek hebûya, yê ku yekem car difikirî, bêguman heval Riza bû. Riza bi wezîfeyên wisa dihat wezîfedarkirin. Di girtîgehê de jî têkiliyên wî bi Riza re bêguman gelekî baş bûn. Bi rastî, di damezrandina konseyên leşkerî de Riza hebû, Karasungur hebû û Fehmî hebû. Fehmî jî, Kemal gelekî baş nas dikir.

Heke wê demê Kemal di girtîgehê de nebûya, belkî di wê konseyê de Kemal jî bûya. An jî Kemal di konseyeke wisa de berpirsyar bûya. Ew berê dixwest Riza bibe. Riza jî ketibû wê konseyê. Yanî têkiliyê wan wisa bûn. Di girtîgehê de jî wisa bû. Têkiliyê wan, têkiliya Kemal û Riza her tim germ bûn. Yanî hev gelekî baş nas dikirin. Jixwe di greva birçîbûnê ya yekem de, gava Kemal Pîr ket greva birçîbûnê, heval Riza jî zû tevlî bû. Bi vî awayî, têkiliyê Riza û Kemal, bêguman têkiliyêke taybet bû. Têkiliya her hevalî bi hevalê din re heye, lê Kemal bêguman qîmet dida taybetmendiya Riza ya taybet. Ji ber vê yekê jî têkiliyê wan her tim germ bûn. Yanî her tişt bi hev re parve kirin, hev nas kirin; têkiliyeke nêzîk, yanî di nava rêxistinê de têkiliyê heval Riza û Kemal bi rastî têkiliyêk germ bû.

YÊ KU PARADÎGMAYA NÛ HERÎ BAŞ FÊM KIRÎ BÛ

Guherîna paradîgmaya me di sala 2004’an de çêbû; berê jî hebû, lê bi taybetî bi pirtûka “Parastina Gelekî” re guherîneke pergalî hate danîn. Paşê heval Riza di sala 2007’an de hat welat û di demeke kurt de tevlî xebata perwerdeyê bû. Bêguman, tevlîbûna heval Riza ya xebata perwerdeyê, di serdema guherîna paradîgmayê de, girtina vê wezîfeyê, di dana fêmkirin a hevalan de, bi taybetî hevalên ciwan ve, girîng bû. Ji ber ku heval Riza hevalekî xwedî kûrahiya bîrdozî bû, xwedî kûrahiya teorîk bû. Yanî di nav salan de kûrahiya bîrdozî û teorîk a Riza fireh bû, pêş ket; asoyê wî yê siyasî pêş ket. Ji ber vê yekê, ew di nav hevalên ku di nava rêxistinê de, di nava PKK’ê de paradîgmayê herî baş fêm kirin de bû. Ev gelekî girîng bû. Ji ber ku fêmkirina paradîgmayê hinekî zanyariya bîrdozî, zanyariya teorîk dixwaze; yanî divê asta çandî bilind be. Heval Riza, di serdema ku paradîgmaya nû hate danîn, bi rastî di qonaxeke ku asta wî ya bîrdozî û teorîk gelekî bilind bûbû de bû. Ji ber vê yekê, di perwerdeyan de paradîgma bi rastî baş bi hevalan da fêmkirin; wî bi xwe jî paradîgma gelekî baş fêm kiribû. Di vê çarçoveyê de, di vegotin û pêşxistina paradîgmayê di nava rêxistinê de rola wî bi rastî gelekî bû.

Erê, bi giştî me perwerdeya paradîgmayê da; yanî bi salan me perwerde da. Em nikarin bibêjin di partiyê de, di rêxistinê de guherîn çênebû. Lê dîsa jî guherîna di asta ku me dixwest de çênebû. Lê heval Riza bi rastî paradîgma fêm kiribû, têgihiştibû, tevkariya wî bû. Yanî bi vî awayî, ez dikarim bibêjim ku di nava rêxistinê de, di nava tevgerê de, ew di nav hevalên kêm ên ku paradîgmayê herî baş fêm kirin de bû. Divê ez wisa bibêjim. Taybetmendiyeke Riza ya wisa hebû; yanî kûrahiya wî ya bîrdozî û teorîk çêbûbû. Bêguman, di salên 1970’î de jî, di dema têkoşîna bîrdozî de, bi vê tevgerê re bûbû yek. Wê demê zanyariyeke bîrdozî bidest xistibû; sosyalîzm, sosyalîzma reel, Marksîzm-Lenînîzm, di van mijaran de heval Riza wê demê bi xwendinê, bi tevlîbûna perwerdeyan zanyariyeke girîng bidest xistibû. Paşê girtîgeh; piştî wê jî bêguman wî zêdetir xwe pêş xist, dixwend. Heval Riza gelek pirtûkan dixwend. Yanî di warê xwendina pirtûkan de, bi rastî gava fersend didît, pirtûkên ku kûrahiya wî ya bîrdozî, teorîk û hişmendiya wî ya dîrokî pêş bixin dixwend.

Ev jî, gava paradîgmaya nû ji aliyê Serokatiyê ve hate danîn, di fêmkirina paradîgmayê de ji bo Riza bandoreke gelekî girîng çêkir. Yanî em dikarin vê bibêjin; di warê têgihiştin û fêmkirina paradîgmayê de pirsgirêkeke Riza tunebû. Yanî bi vî awayî, kûrahiyeke wî ya têrker hebû ku paradîgmaya ji aliyê Serokatiyê ve hatî danîn fêm bike; kûrahiya felsefîk, kûrahiya bîrdozî hebû. Jixwe perwerdeyên ku dida, hevalan di dibistanan de gelekî ecibandin. Ji ber ku di perwerdeyan de hinekî kûrahiyê dikarîbû bixebitîne; xwedî zanyariyeke fireh bû ku paradîgmayê bi awayekî berfireh rave bike. Em bi xwe tevgereke Rojhilata Navîn in; rêxistineke Rojhilata Navîn in, gelê Rojhilata Navîn in. Ji ber vê yekê, heke em dixwazin li Kurdistanê têkoşîneke azadiyê bidin, divê em li Rojhilata Navîn bisekinin, divê em Rojhilata Navîn fêm bikin. Bêyî fêmkirina Rojhilata Navîn, bêyî têgihiştina rastiya Rojhilata Navîn, ne mimkûn e ku têkoşîna azadiya gelê Kurd bê meşandin. Rojhilata Navîn dergûşa şaristaniya dîrokî ye. Ev jî ji serdema neolîtîk û ji erdnîgariya Kurdistanê tê. Dîsa, Sumerî, Kurdistanê ji nêzîk ve bandor dikin.

Ji ber vê yekê, bêyî zanîna erdnîgariya Rojhilata Navîn, dîroka wê, û polîtîkayên ku li Rojhilata Navîn tên meşandin, gaveke têkoşîna azadiyê nayê avêtin; ev teqez e. Em gelê Rojhilata Navîn in. Ji aliyê din ve, Riza piştî ku ji girtîgehê derket, hat, li cem Serokatî ma; li Şamê ma. Şam bi rastî cihê ku polîtîkayên Rojhilata Navîn herî baş têne fêmkirin e, wisa tê gotin. Şam navend e; bi awayekî senteza polîtîkayên Rojhilata Navîn e. Taybetmendiyeke Şamê ya wisa heye; ne tenê niha, di dîrokê de jî wisa bû. Şam navendeke gelekî girîng e. Wisa, wekî navenda Emewiyan; dibe ku paşê bi serweriya Emewî-Ebasiyan re serwerî çûbe Bexdayê, lê Şam her tim navendeke gelekî girîng bû; di siyaseta Rojhilata Navîn de bi bandor bû. Ji ber vê yekê, di dema ku Riza li cem Serokatiyê, li Şamê ma, giraniya wî ya li ser Rojhilata Navîn pêş ket. Dîsa, nêzîkatiyên siyasî yên Serokatiyê fêm kir, siyaseta fêmkir; Serokatî polîtîkayê çawa dimeşîne, têkiliyên siyasî li wir çi ne, Riza vê jî fêm kir.

RIZA DU SALAN LI ÎRANÊ NÛNERTÎ KIR

Ez her tim vê dibêjim; mînak, heke Serokatî wek yên din biçûya Ewropayê, li Ewropayê bimaya, nedikarî ev qas Rojhilata Navîn fêm bike, ev qas ji bo Rojhilata Navîn polîtîka pêş bixe, nedikarî ev qas jêhatîbûn û hêzê bibîne. Yek ji sedemên herî bingehîn ên ku Serok Apo ev qas  giranî da Rojhilata Navîn, di polîtîkaya Rojhilata Navîn de hakîm kir, mayîna wî li Şamê, li Rojhilata Navîn bû. Dema hemû rêxistinên din diçûn Ewropayê, Serok Apo li Rojhilata Navîn ma. Riza jî hat, li Şamê li cem Serokatî ma. Bi vê wesîleyê, ez vê bibêjim; ez hinekî li Şamê geriyam, hatim; wisa hinekî bi gel re jî civîn çêbûn. Piştî demeke kurt, Serok Apo got: “Te ji Sûriyê çi fêm kir, te ji Şamê çi têgihiştin bidest xist?” Gelekî baş tê bîra min, wisa bersiv da: “Serokê min,” min got, “Li Şamê bûyîn wekî fêmkirina Rojhilata Navîn e, wekî dîtina polîtîkaya Rojhilata Navîn e. Gava tu li Şamê dinêrî, tu dikarî polîtîkaya Rojhilata Navîn bibînî, hîs bikî.” Min bi nêzîkatiya wê demê bersiveke wisa da.

Riza hat, li cem Serokatî ma. Paşê Riza hat welat, du salan li Îranê nûnertî kir. Îranê gelekî baş nas kir. Nasîna Îranê gelekî girîng e. Îran, dewleta herî kevn a Rojhilata Navîn e, dewleta herî polîtîk, herî dîplomatîk e. Divê Îran neyê piçûk dîtîn; li Rojhilata Navîn tenê Îran wek dewleteke bênavber dom kiriye. Li wir ma. Dema li Îranê ma, di şexsê Îranê de Îranê nas kir, Rojhilata Navîn jî nas kir. Paşê li Iraqê ma, li Mexmûrê ma û têkiliyên dîplomatîk bi Iraqê re meşand. Di têkiliyên dîplomatîk ên bi Iraqê re jî, Iraqê û Rojhilata Navîn hinekî zêdetir nas kir. Bi vî awayî, Şam, Bexda, Tehran, van cihan dît; ne tenê wekî tiştekî, bi kûrahî dît; ket nava têkiliyên dîplomatîk, wan meşand. Yanî siyaseta dewletên wir nas kir, civak nas kir. Ev yek di heval Riza de nêrîneke di derbarê Rojhilata Navîn de pêş xist.

Jixwe ji berê ve eleqeya wî bi dîrokê re hebû, pirtûkên dîrokê dixwend, hişmendiya dîrokî hebû. Gava ev bi vê yekê re bû yek, di Riza de nêrînek di derbarê Rojhilata Navîn, nêzîkatiyeke fêrbûna polîtîkayê pêş ket. Paşê me heyetek şand Misrê, Riza di serî de çû. Misrê jî dît; Qahîreyê jî dît, ev hemû di Riza de hişmendiya nasîna Rojhilata Navîn, kûrahiya wê pêş xist. Bi vî awayî, nirxandinên wî yên li ser Rojhilata Navîn ne tenê kitabî bûn, erê, pirtûk xwend, gelek pirtûkên dîrokê xwend; lê tiştên ku xwend bi têkiliyên Bexda, Tehran, Şam, Qahîre, bi dîplomasiyê, bi nêzîkbûna wan re fêr bû. Ji ber vê yekê, hişmendiya Riza ya li ser Rojhilata Navîn xwedî bingeheke wisa bû. Ji aliyê din ve, hişmendiya dîrokî ya Serokatiyê jî gelekî girîng e. Ez dikarim vê bibêjim; bêyî xwendina Serokatiyê, tu kes nikare nirxandineke dîrokî ya rast bike; tu kes nikare, xeletî dike. Erê, dîroknasên mezin hene; em dixwînin.

Mînak, min gelek dîroknasên girîng ên Rojhilata Navîn xwendine, pirtûkên wan ên li ser Rojhilata Navîn xwendine. Bi rastî, tu dixwînî, zanyarî gelek in, zanyarî pir in; lê dema tê ser analîzê, nirxandinê, kêm dimînin. Bi vî awayî, min dawî Bernard Lewis xwend; dîroknasekî mezin e, min pirtûka wî ya li ser Rojhilata Navîn xwend, li vir xwend; yanî sala borî xwend. Tiştên gelekî xweş hene; lê nikare bigihîje kûrahiya Serokatiyê. Ji ber vê yekê, gihîştina Riza ya kûrahiya nirxandina Rojhilata Navîn, bandora wî, hakîmiyeta wî ya li ser felsefeya dîrokî ya Serokatiyê ye; yanî zanîna felsefeya dîrokî ya Serokatiyê ye. Ev zanîna Sumeran e; ev zanîna şaristaniya Misrê ye; ev zanîna teşe girtina dewletê ye, teşe girtina siyaseta li wir e. Ev hemû, gava bi eleqeya Riza ya bi dîrokê re bû yek, hişmendiyeke dîrokî ya girîng çêkir, têgihiştineke dîroka Rojhilata Navîn çêkir.

XEBATÊN DÎPLOMATÎK ÊN HEVAL RİZA TEVKARİYEK GİRÎNG JI TEVGERA ME RE ÇÊKIR

Ji ber vê yekê, dersên Rojhilata Navîn hatin dayîn. Di heman demê de, gava me ew wek berpirsyarê komîteya dîplomasiyê danî, bi rastî komîteya dîplomasiyê yekem car rûnişt, bû dîplomasiyeke Rojhilata Navîn. Berê dîplomasiya me zêdetir Ewropa dimeşand; ew ne baş bû. Me bi heval Riza re dîplomasî hinekî Rojhilatanavînî kir, gava ev bi zanyariya Riza ya Rojhilata Navîn re bû yek, dîplomasiya me, komîteya me ya têkiliyên derve fonksiyonel bû. Ez dikarim wisa bibêjim. Bêguman, gava ew fonksiyonel bû, me jî dest bi eleqeya zêde bi têkiliyên derve kir. Yanî zanyariyên wan, nirxandinên wan, têkiliyên wan, bi rastî têkiliya me bi komîteya dîplomasiyê re gelekî giran bû. Heval Riza rêxistineke dîplomasiyê ava kir, çêkir. Kêmasî, kêmî dibe ku hebûn, lê bi hişmendiya dîrokî, hişmendiya Rojhilata Navîn, têgihiştina dîroka Rojhilata Navîn, dîplomasî bi awayekî şênber, li ser bingeheke dîrokî, yanî ne tenê rojane, ne tenê aktuel; li ser bingeha yekbûna aktuel û dîrokê dîplomasî pêş ket.

Serokatî dibêje ya, “dîrok niha ye, niha dîrok e.” Bi vî awayî, xebatên dîplomatîk ên heval Riza, hişmendiya wî û dersên wî yên dîplomatîk bêguman di nêrîna Rojhilata Navîn a tevger û partiya me de, di xebatên dîplomatîk de tevkariyên gelek girîng kirin. Heval Riza berî ku bibe Apoyî û piştî ku bû Apoyî, bi rastî hostayê têkiliyan bû, pisporê têkiliyan bû. Yanî tu nizanî çawa têkilî ava dike; bi rastî pispor e, her kes vê yekê nikare bike. Riza gava bi mirovan re têkilî danî, bandor dike, bi xwe ve gire dide. Bandorekê li ser dihêle. Ev wekî xwedayî tê gotin. Yanî taybetmendiyeke wisa ye. Bêguman, vê yekê tevkariyek gelekî girîng ji têkoşînê re kir. Ji ber ku di rêxistineke nû ya wek me de, taybetmendiyên Riza yên wisa bêguman bandor kirin. Bi vî awayî tevkariyeke mezin ji têkoşînê re kir. Di heman demê de, heval Riza di nava HPG’ê de jî perwerde da. Di rêveberiya HPG’ê de bû, di rêveberiyan de cih girt. Û di van perwerdeyan de mirovan bandor kir, perwerde kir.

Di kesên ku Riza perwerde kir, yên ku Riza bi wan re eleqedar bû, bêguman hezkirineke ji Riza re, girêdanek çêdibû. Ev bi awayekî xwezayî bi rêxistinê re jî çêdibû. Ji ber ku bîrdoziyê vedigot, teoriyê vedigot. Bîrdozî û teoriyê bi awayekî sade, bi awayekî ku her kes tê bigihîjê, vedigot. Bi vî awayî Tirkîya wî baş bû. Jixwe li Enqereyê mezin bûbû. Wisa; bi vî awayî Tirkîya wî bi rastî hakîm bû. Îfadeya wî bi hêz bû, ji ber vê yekê bi hezaran mirov perwerde kir, kûr kir. Kesên ku Riza wan perwerde dikir, dibûn mîlîtan. Yanî aliyê mîlîtanî derdiket pê, aliyê leşkerî derdiket pêş, aliyê çalakî derdiket pêş. Heval Riza bi perwerdeyên xwe ev taybetmendî dida. Di perwerdeya ku warê leşkerî de dida ciwanan, ev taybetmendî da. Hevalên ku perwerdeya Riza dîtin, ev taybetmendî bidest xistin. Bi vî awayî, heke îro di têkoşîna me de bi hezaran heval fedayî ne, di vê yekê de bandora perwerdeya heval Riza jî heye. Bêguman bandora heval Fuat zêdetir e. Kûrahiya heval Fuat, vegotin û fêmkirina wî cuda bû. Taybetmendiya wî cuda bû.

Heval Riza jî, dema perwerde dida, bi rastî kûr dikir, fêm dikir, vedigot, bi têkoşînê ve girêdida, di mirovan de coşa têkoşînê, kelecana têkoşînê diafirand. Ji ber ku car caran mirov wisa ne; çawa, coş tune, kelecan tune; mîlîtanek wisa mîlîtan nabe. Mîlîtanek bêyî kelecan û coş, nabe mîlîtanekî baş. Ji ber vê yekê, heval Riza kelecan û coş dida; ev taybetmendiya herî bingehîn a ku divê di mîlîtanekî de hebe. Tenê bi hişmendiyê mirov nabe tiştek. Heke di mîlîtanekî de hêrs tunebe, hêrs neyê afirandin; kelecan neyê afirandin, coş neyê afirandin, ew mîlîtanekî baş nabe. Fermandarekî leşkerî yê baş nabe. Şervanekî baş nabe. Bi vî awayî, heval Riza bi afirandina hêrsê, yanî bi fêmkirina dijmin, bi fêmkirina welat; bi afirandina kelecanê, coşê, tam ji bo têkoşîna me, têkoşîneke dijwar a wek me, ji bo têkoşîneke ku dijwariyan ragire, di perwerdekirina mîlîtanan de rola xwe lîst.

Ne tenê perwerde dayîn, yanî gava têkiliyeke ferdî jî datanî, vê bandorê diafirand. Kesê ku bi heval Riza re têkilî danî, zû tiştekî digirt. Kelecanek, coşek digirt. Heval Riza di têkiliyê de ev yek dida. Bi rastî wisa bandorker bû. Yanî vedigot, dipeyivî; yê li hemberî wî jî bi gotinên wî bawer dikir û digihîşt wê astê ku gotinên wî bike. Bi taybetî hevalekî wisa bû. Ji ber vê yekê, bandora heval Riza li ser bi hezaran şervanan hebû; li ser hevalan bandora wî hebû. Di berdewamkirina kelecan û coşa têkoşîna me de, di berdewamkirina coşa ruhê Apoyî de, wek yek ji kadroyên yekem ên Apoyî, wek yek ji yekem PKK’îyan, bi dayîna vê kelecanê, vê coşê ji hemû şervanan re, ji hemû hevalên di perwerdeyê de re, tevkariyeke gelek mezin da têkoşînê.

NÊZÎKATIYEKE WÎ YA SERDESTIYA MÊR ÇÊNEBÛ

Têkiliya heval Riza bi her kesî re baş bû. Bi hevalên jin re jî têkiliyeke baş danî. Jixwe du xwîşkên wî, tew bibêjim sê xwîşk, di nava vê têkoşînê de cih girtin. Diya wî, Dayika Hatice, di vê têkoşînê de bi rastî xwedî kedeke gelekî girîng e, xwedî helwesteke xurt e. Ev bêguman di teşegirtina kesayetiya Riza de, yanî di nêzîkatiya wî ya li hember jinan de bandoreke erênî kir. Ji ber vê yekê, di nava rêxistinê de ji destpêkê ve di têkiliyên bi jinan, bi hevalan re tu pirsgirêk jiyan nekir. Yanî nêzîkatiyeke wî ya wisa tune bû, nêzîkatiyeke serdestiya mêr qet tunebû. Di nêzîkatiya xwe ya li hember hevalên jin de her tim wek hevalek nêzîk bû. Bêguman, di warê xeta azadiya jinê de jî, ji ber ku xwedî kûrahiya bîrdozî û teorîk bû, xeta azadiya jinê ya Serok Apo zû fêm kir, têgihişt, yanî di vê mijarê de bi kûrahî fêm kir. Yek ji hevalên ku vê yekê bi kûrahî têgihiştî bû. Serokatî çima xeta azadiya jinê pêş dixe? Çima girîngî dide vê mijarê? Ev hişmendî jî hebû. Yanî têgihiştibû ku ev têkoşîna azadiya giştî çiqasî bi hêz dike, bêyî têkoşîna azadiya jinê azadiya giştî nabe, dîsa bêyî azadiya jinê sosyalîzm bi rastî nabe sosyalîzm.

Bi vî awayî, ji ber ku fêmkirina xeta azadiya jinê bi temamî girîng e. Bi taybetî fêmkirina rêveberiyan gelek girîng e. Bi vî awayî, wek hevalekî di rêveberiyê de, di fêmkirina xeta azadiya jinê de tu pirsgirêk çênebû. Di vê mijarê de kûr bûbû. Ji ber ku têkiliyên wî bi hevalên jin re her tim baş bûn. Yanî di têkiliyên wî yên bi hevalên jin re tu pirsgirêk tunebû. Di têkiliyên heval Riza de bi giştî, bi her kesî, bi rehetî bandor dikir, hevalên jin jî ji têkiliya heval Riza bandor dibûn, hevaltiya Riza hez dikirin, xwedî taybetmendiyeke wisa bû. Rola heval Riza ya wisa hebû. Lê, gava mijar dihat ser lêhûrbûna taybet a ji bo xeta azadiya jinê, di vê mijarê de cihê heval Fuat cuda ye. Yanî mînak, heval Fuat bi awayekî taybet eleqedar dibû.

Heval Riza jî eleqedar dibû, lê ne bi awayekî lêhûrbûnek taybet. Lê rêxistin çawa danîba, Serokatiyê çawa danîba, xeta jinê ya rêxistinê û Serokatiyê, helwesta wê, wî hem di têkiliyên xwe de, hem di xebatên xwe de derdixist holê. Yanî bi vî awayî, têkiliya heval Riza bi jinan re jî her tim baş bû. Ji ber ku ew sal û nîvek an du salan li cem Serok Apo ma, dît ku Serok Apo çawa nêzî jinan dibe. Bi vî awayî, heval Riza jî wek xwendekarekî Serok Apo, xeta azadiya jinê ya Serok Apo fêr bû û hewl da vê nêzîkatiya Serok Apo di jiyana xwe de, di pratîka xwe de derxe holê. Têkiliya Riza bi jinan re divê di vê çarçoveyê de bê nirxandin.

DI MIJARA ŞEHÎDAN DE, BI RASTÎ GELEKÎ HESTIYAR BÛ

Di hemû hevalan de hestiyarî heye. Aliyên hestiyar hene. Heval Riza di her tiştî de nêzîkatiyeke hestiyar nîşan nedida. Lê dema mijar şehîd bûn, bi rastî gelekî hestiyar bû. Di nêzîkatiya xwe ya li hember şehîdan de. Şehîd ji bo heval Riza sedema têkoşînê bû. Yanî bi vî awayî, tam wekî nêzîkatiya Serokatiyê, nêzîkatiya PKK’ê çawa ye, nêzîkatiya heval Riza ya li hember şehîdan jî wisa bû. Ew bi rastî jî gelek wate dida rastiya şehadete. Gelek qîmet dida, bi awayekî têkoşîna xwe ji bo pêkanîna xwestekê şehîdan dimeşand. Bêguman armanca me hemûyan heye, armanca heval Riza jî hebû. Em têkoşînê ji bo vê yekê dimeşînin. Lê di Riza de bi rastî girêdana bi xwestekê şehîdan, gihandina têkoşîna wan a serkeftinê hestekî bilind bû.

Gava jê dipirsin, “heke şoreş bi ser bikeve, yekem tiştê ku tu dixwazî bikî çi ye?” Wisa gotiye: “yekemîm ez ê biçim ser gorê şehîdan. Ez dixwazim bi wan re sohbet bikim.” Bi taybetî bi dehan mirov, bi sedan şehîd hene ku ji Riza bandor bûne û tevlî têkoşînê bûne. “ez ê biçim, bi wan re sohbet bikim,” wisa gotiye. Ji ber vê yekê, nêzîkatiya Riza ya li hember şehîdan bi rastî nêzîkatiyeke rast bû. Di vê mijarê de heval Fuat li ser nêzîkatiya şehîdan gelek berfireh vedike, gelek berfireh dinirxîne. Heval Riza jî wisa nêzîk dibû. Dibe ku hestiyar nêzîk dibû, erê. Heval Riza jî bi rastî, dema mijar dibû şehîd, hestiyar dibû. Yanî ez vê dizanim, şahid im.

Di mijarên din de zû nêzîkatiyeke hestiyar nîşan nedida, lê di mijara şehîdan de bi şehîdan ve girêdayî bû, wan fêm dikir, xwedî li wan derdiket, di warê bûyîna şopdarê têkoşîna wan de nêzîkatiyeke girîng, helwesteke xurt hebû. Heta kêliyên dawî, heta bêhna xwe ya dawî jî, her tim şehîdan difikirî, têkoşîna şehîdan, bîranîna şehîdan, têkoşîna wan zindî dikir, xwedî taybetmendiyeke wisa bû. Hevalekî wisa bû.

HER TIŞTÎ WÎ BÛBÛ DOZ

Ji destpêka têkoşîna heval Riza ve, her tişt ji bo wî bûbû doz. Bi vî awayî, nêzîkatiyeke wî ya “ez malbata xwe li derve bihêlim, xwîşk û birayên xwe li derve bihêlim” tunebû. Wisa bû ku ji ber vê nêzîkatiya heval Riza, li Tûzlûçayirê ji bo hemû hevalan wisa bû, hemû heval bi awayekî bi malbatên xwe re tevlî partiyê bûn. Di vê çarçoveyê de, ji bo heval Riza malbat ne wisa bû, yanî ne xeyaleke paşerojê, ne xeyaleke burjûwaziya biçûk, ne jî bidestxistina tiştekî bû, Riza qet wisa nenêrî. Yanî ji destpêkê ve têkiliya wî ya bi malbata xwe re hinekî bi fikrên wî ve girêdayî bû. Ew çi difikirî, wisa dixwest malbatê jî bi rê ve bibe. Ji ber ku hene, şoreşgerî dikin, lê malbata xwe zêde tevlî nakin, di nava xwe de nagirin. Heval Riza ne hevalekî wisa bû. Ji roja yekem ve tevahiya malbatê tevlî bû.

Bi vî awayî, ji bo heval Riza, heke kesek bibe mirov, heke kesek bibe xwedî moral, heke kesek rast be, ev tenê bi têkoşîna şoreşgerî dibe. Bi têkoşîna azadiyê dibe. Ji ber vê yekê, heke diya wî, ew qezenc bike, heke bavê wî ew qezenc bike, heke bavê wî jiyaneke rast bijî, heke xwîşk û birayên wî jiyaneke rast bijîn, ev tenê bi têkoşîna azadiyê dibe. Bi sosyalîzmê dibe, bi têkoşîna şoreşgerî dibe. Heke bibin parçeyek ji vê têkoşînê, di malbatê de her kes bi rûmet dibe, bi moral dibe, rast dibe, durist dibe. Yanî nêrîna wî wisa bû. Felsefeyeke wî hebû, diya wî, bavê wî hebû. Wan tenê wek tiştekî nedidît. Wek diya biyolojîk, bavê biyolojîk nedidît. Wî dixwest wan wek mirovên xwedî armanc, xwedî hedef, xwedî felsefe, xwedî jiyaneke nû bibîne, wek komekê bibîne.

Ji ber vê yekê, nirxdayîna mezin ji dayîkê re bû, nirxdayîna mezin ji bavê re bû. Mezinbûna armancên jiyana wan, felsefeya wan, di vê dinyayê de peydakirina qada jiyaneke bi wate, wî ev gelekî girîng didît. Yanî ji destpêkê ve wisa bû. Ev gelekî girîng e. Ev hezkirina herî baş a ji dayîkê re, hezkirina herî baş a ji bavê re, hezkirina herî baş a ji xwîşk û birayan re ye. Yanî jiyan, jiyana bi wate ye. Jixwe Serokatî dibêje: “Jiyana herî baş, jiyana ku têgihiştin û hest tê de heye ye.” Niha heval Riza jî bi malbata xwe re wisa nêzîk bû. Di vê çarçoveyê de, bêguman, ev di heman demê de nîşan dide ku heval Riza ji destpêkê ve xwedî felsefeyeke jiyanê ya rast bû. Xwedî têgihiştineke jiyanê ya rast bû.

Di salên 70’î de tiştekî wisa hebû, gotinek hebû, bi rastî gotineke gelekî rast bû. Me ji mirovên ne şoreşger bûn re digot “weke giya dijîn”, weke kewz dijîn, me digot “giya”. An jî mînak, xwendekarek hebû, me nas dikir; qet bi siyasetê re eleqedar nedibû, me jê re digot “giya”. Ji bo wan me têgeha “giya” bi kar dianî. Yanî giya tiştekî wê tune. Riza ne wisa bû. Riza nedixwest malbata wî weke giya, weke kewz, bêyî felsefe, bêyî armanc, bêyî wate bijî; bixwe, vexwe, temenê xwe xerc bike, wisa jiyaneke bê wate. Ji ber vê yekê, tevahiya malbata xwe tevlî vê yekê kir, hemû tevlî kir. Bavê wî jî di nav vê yekê de bû, lê bavê wî kesek çawa bû? Kesekî gelekî bi qîmet, paqij, kedkar, karker, xebatkar bû. Ne yekî wisa bû ku zêde bi derve re eleqedar bibe, tiştekî bike. Cîhana wî wisa bû, wisa mezin bûbû. Ji zarokatiya xwe ve divê kar bikira, malbata xwe bidaya jiyîn. Ew hinekî wisa bû, lê dîsa jî dema têkili bi komê re çêbû, rêz jê re nîşan da, bi wê re têkilî danî. Yanî nêzîkatiyeke wî ya li dijî têkiliya vê komê an malbatê bi Apoyiyan re tunebû. Rastiyeke wisa heye.

LI SER MALBATA XWE JÎ BANDOREKE WÎ YA GELEKÎ MEZIN HEBÛ

Li vir bêguman taybetmendiyên kesayeta heval Riza, di tevlîbûna malbatê ya têkoşînê de diyarker bû. Ew jî bêguman xweser bû. Têkiliya Riza bi xwîşk û birayan, bi biraziyan re qet tenê têkiliya xwîşk û biratiyê nebû. Ji destpêkê ve bîrdozî bû. Çawa bi bîrdoziyekê ve girêdayî bûbû, bi rêxistinekê ve girêdayî bûbû, têkilî jî wisa bû. Bêguman tiştekî wisa heye, çawa ku em dibêjin Riza hostayê têkiliyan e, mirovan bandor dike, di danîna têkiliyan de bi rastî pispor e, li ser wî kes tune. Ev jêhatîbûneke bilind e. Bêguman ev li ser xwîşk û birayan zêdetir bandor dike. Li ser malbatê zêdetir bandor dike. Her kes bi Riza ve girêdayî dibe, yanî girêdayî bûye. Hemû li çavên Riza dinêrin. Hemû wisa bûn. Birayê wî yê mezin jî hebû. Mînak, Sahip girîng bû. Di nava CHP’ê de dixebitî, siyaseta dikir, gelek wezîfeyên girîng jî girt. Lê yanî ew ji Riza mezintir bû, lê tiştên Riza digot dikir. Gotinên Riza dikir. Riza wisa bandorker bû. Li ser xwîşk û birayan, li ser biraziyan, li ser birayê mezin, li ser her kesî bandoreke Riza ya wisa hebû.

Bi rastî têkiliya wî bi wan re teqez têkiliyeke şoreşgerî bû. Erê, têkiliya xwîşk û biratiyê, têkiliya dayîktiyê hebû, lê esas wek têkiliya hevaltiyê bû. Têkiliya di navbera hevalan de bû. Wisa bû û gava kêmasiyek didît, rexne dikir. Dixwest ew di têkoşînê de bi bandor bin. Taybetmendiyeke wî ya wisa hebû. Yanî bandora wî ya ku wan dikşand, bilind dikir, di têkoşînê de bilind dikir hebû. Yanî bandora wî li ser xwîşk û birayan, li ser biraziyan, hinekî perwerdekar bû, wan pêş dixist, bi têkoşînê ve girêdida, an jî di şexsê xwe de têkoşînê bi wan dida nasîn, rêxistinê bi wan dida nasîn, di şexsê xwe de kûrahiya rêxistinê, wateya rêxistinê dida. Têkiliyên wî bêguman germ bûn. Ew birazî, xwîşk û bira hemû ji Riza gelekî hez dikirin. Jixwe bi Riza ve girêdayî bûn. Heke Riza bigota “bimirin”, wê bimirana. Yanî bi awayekî, wekî Riza her tiştê wan bû. Bandoreke wî ya kûr li ser wan hebû. Yanî ne hêsan e ku mirov li ser malbatê, li ser xwîşk û birayan bandoreke wisa bike, bi rastî ev jêhatîbûna her kesî nîne. Ez dikarim li ser têkiliyên Riza bi malbatê re van tiştan bibêjim.

TAYBETMENDIYA HEVAL RIZA YA HERÎ GIRÎNG KESAYETEK XWESER BÛ

Me gelek taybetmendiyên heval Riza derxistin holê. Taybetmendiyên wî yên kesayetiyê, çalakvanî, leşkerî, dîplomatîk derxistin holê. Bi vî awayî, bêguman valahiyeke gelekî girîng çêkir. Lê taybetmendiya herî girîng a heval Riza, kesayeteke pir xweser bû. Xwesertiya wî zêde bû, gava tunebû, valahiya wî pir zêde dihat hîskirin. Bê şik, xwesertiya her hevalî heye, cudahiyeke wan heye, ev teqez e. Lê xwesertiya heval Riza hinekî li gorî xwe bû; xwesertiyeke di nav xwe bû. Ji ber ku taybetmendiyeke wî ya wisa hebû, bi rastî ji bo tevgerê valahiyeke mezin derket holê. Wekî ku tê gotin, parçeyên yekpareyê hene, yekpare bi wan parçeyan yekpare ye. Di wê yekpareyê de, parçeyekî wek heval Riza, parçeyekî xweser ê pir girîng, şehîdbûna wî, bêguman valahiyeke girîng çêkir. Yanî divê ev ji bo tevgerê carekê bê gotin.

Dewlemendiyek dida, taybetmendiyeke cuda dida. Bi fikra xwe ev yek dikir, bi kesayetiya xwe dikir, bi helwesta xwe ya mîlîtan, bi girêdana xwe ev dikir. Bi vî awayî tevkariyeke girîng dida tevgerê. Ev şehadet, valahiyeke wisa çêkir. Em dikarin vê bibêjin. Bûyîna wî di nav kadroyên yekem ên tevgerê de jî bêguman gelekî girîng e. Bi vî awayî, wendakirina yek ji kadroyên yekem ên tevgerê, wek wendakirina yek ji stûnên bingehîn ên tevgerê ye. Divê wisa bê gotin. Yek ji hevalên ku di pêşketina tevgera PKK’ê, tevgera Apoyî de bandora herî mezin kiriye. Bêguman valahiya vê yekê heye, hestên vê yekê çêdike. Yanî ji bo tevgerê, ji bo me, hestekî wisa çêkir. Gava me şehadeta wî bihîst, bi rastî em gelek hejiyan. Şehadeteke ku divê nebûya bû. Yanî wekî ku tê gotin, em ne amade bûn. Em fêrî şehadeteke wisa nebûn

Bi rastî wisa dibe. Ji bo hin hevalan, bi şehadeta wan re valahiya wan zêdetir tê hîskirin. Dema hene, bêguman hene. Lê gava şehît dibin, gava tune ne, tu wan bi awayekî cuda hîs dikî. Di me de hestên wisa çêkir. Ji bo heval Fuat jî ez heman tiştî dibêjim. Ji ber ku hevalekî yekem wisa ye, di têkoşînê de ev qas cihê wî heye, lê gava şehadet çêdibe, em fêrî vê yekê nebûne Bi awayekî, ew wek parçeyek ji me bû. Ji destpêkê ve em bi van hevalan re ne. Wekî milê me, destê me, lingê me, parçeyek ji me ye. Wisa çêbûye. Di nav salan de têkiliyên me, hestên me ji bo van hevalan wisa çêbûne.

Ev bi taybetî ji bo me wisa çêkir, lê bêguman ji bo tevgerê jî hevalekî naskirî ye. Her kes wî nas dike. Şehadeta hevalên wisa pir naskirî, pir têne zanîn, yên ku gelek ked dane rêxistinê, bêguman hemû hevalan bi kûrahî bandor dike. Hemû şehadet bi qîmet in, bi wate ne, bandor dikin. Lê bêguman ev heval hinekî zêdetir bandor dikin. Bi rastî her kes bandor bû. Gelê me jî bandor bû. Bi vî awayî, em bandorbûna gelê me dibînin, xwedîderketina wan jî dibînin. Ev gelekî girîng e. Gel xwedî derdikeve. Ev xwedîderketin, yanî nîşan dide ka bandora van hevalan li ser gel çawa bûye. Ev di heman demê de tê wateya îfadekirina bandora PKK’ê li ser gel. Ji ber ku ev kadroyên yekem ên PKK’ê ne, kadroyên damezrîner in.

Bi vî awayî, bêguman li ser gel bandora wî çêbû, bandoreke hestiyar bû, lê bêguman li gel bandora hestiyar, her şehadet ji bo gel, ji bo kadroyan hestên nû, berpirsyariyên nû bar dike. Şehadeta heval Riza, di serî de ji bo mîlîtanên PKK’ê, ji bo her kesî wezîfe bar dike. Ji gel re jî wezîfe bar dike. Ji mîlîtanan re wezîfeyeke wisa bar dike; heval Riza xwedî felsefeyeke jiyanê bû, têkoşîneke wî hebû, xetek wî hebû. Wisa têkoşer bû, çalakvan bû. Di têkoşînê de her tim pêşdixist. Di xebata xwe de her tim digihîşt serkeftinê. Ji ber vê yekê, divê hemû mîlîtan şêwaza mîlîtantiyê, şêwaza têkoşîna heval Riza ji xwe re bikin rêber. Heke em ji bo heval Riza dibêjin kesayetiya duyemîn a Kemal Pîr, Serok Apo her kesî di partiyê de vexwand kesayetiya Kemal Pîr, li gorî xeta wî têbikoşe. Got kesayetiya PKK’ê kesayetiya Kemal Pîr e, kesayetiya mîlîtan e.

DIVÊ HEMÛ MİLİTAN KESAYETA HEVAL RIZA FÊR BIBIN

Bi vê yekê, Rêber Apo her tim kesayeta Kemal Pîr danî ber me hemûyan. Niha Riza jî weke kesayeta duyemîn a Kemal Pîr, weke kesayeta mîlîtan; bi coş, bi heyecan, her tim bi serkeftinê ve girêdayî û bi felsefeyeke jiyanê, felsefeyeke têkoşînê bi Rêbertiyê ve girêdayî, bi tevgerê ve girêdayî, her kêliyê bi vê felsefeya jiyan û têkoşînê dijî, divê kesayeta vî hevalî, şêwaza têkoşîna wî ji aliyê hemû mîlîtanan ve were zanîn. Eger ew ê bibin PKK’yî, eger ew ê bibin Apoyî. Erê, PKK hat betalkirin, lê belê di PKK’ê de şêwazeke jiyana Apoyî, şêwazeke têkoşîna Apoyî, têgihîştina çalakiyê ya Apoyî heye. Ji ber vê yekê, divê hemû mîlîtan, hemû avahiyên rêxistinê, hemû ciwan, hemû gelê me, -eger azadiya gelê Kurd were misogerkirin, gelê Kurd bigihêje jiyaneke azad û demokratîk, gelê Kurd bi pêşengiya xwe Rojhilata Navîn bigihîne jiyaneke azad û demokratîk- wê demê divê em felsefeya têkoşîn û jiyanê ya heval Riza, van taybetmendiyên wî di têkoşîna xwe de bijîn. Divê em Kemal Pîr di têkoşîna xwe de bijîn. Bi rastî, divê em hemû şehîdan di têkoşîna xwe de bijîn. Sedema ku mîlîtantiya me ewqas bi hêz e, ev e ku em senteza taybetmendiyên şexsî, taybetmendiyên mîlîtanî yên hemû şehîdan digirin dest. Em senteza şêwaza têkoşînê, şêwaza çalakiyê, kesayeta wan in. Bi taybetmendiyên wan ên mîlîtanî, bi taybetmendiyên wan ên erênî em xwe dikin mîlîtan. Ji vî alî ve, di vê sentezê de, di vê kesayeta têkoşînê de kesayeta heval Riza cihek pir girîng digire. Ji ber vê yekê, eger em dixwazin bibin Apoyiyên baş, şoreşgerên baş, sosyalîstên baş; wê demê divê em kesayeta têkoşêr a heval Riza, şêwaza têkoşîna wî, şêwaza çalakiyê, awayê ramana wî, têkiliyên wî yên hevaltiyê esas bigirin. Eger em vana esas bigirin, eger em bêjin em bi heval Riza ve girêdayî ne, eger em van taybetmendiyên wî yên erênî di xwe de, di têkoşîna xwe de bi cih bînin, wê demê em bi rastî bi heval Riza ve girêdayî dibin. Ji vî alî ve, divê hemû mîlîtan, ciwan, gelê me van taybetmendiyên mîlîtanî yên heval Riza derxin zanabûnê û di têkoşîna xwe de şênber bikin.

HEVAL RIZA JI BO VÎ GELÎ HER TIŞTÊ XWE DA

Heval Riza ji bo vî gelî her tiştê xwe da. Tevahiya jiyana xwe ji bo vî gelî da. Jiyaneke ji bo xwe nejîya. Û bi vî awayî gihîşt şehadetê. Ji ber vê yekê, eger şehîdên me ji vî gelî re gelek tişt dabin, eger îro asta têkoşînê gihîştiye vê astê ji ber van şehîdan e, -ku têkoşîna me geşedanên pir girîng afirandiye- wê demê em dikarin bi girêdana xwe ya bi armancê wan re, bi bilindkirina têkoşînê di rêya armancê wan de girêdana xwe nîşan bidin. Girêdana bi heval Riza re bi vî awayî dibe. Girêdana bi şehîdan re bi vî awayî dibe. Tenê girêdana hestyarî ne rast e. Ev ne girêdana rast e. Rêbertiyê vê yekê gelek rexne kir. Got, “ez ji bo şehîdan nagirîm. Ew kedek dane, li pey têkoşîneke bûn. Ez berpirsyariya xwe ji bo armanca wan pêk bînim di pêşxistina têkoşînê bi cih tînim.” Û her şehadet bû sedem ku Rêber Apo bi dijwarî bixebite. Eger Rêber Apo ewqas bi dijwarî dixebite, eger her kêliya Rêber Apo tijî be, sedema vê yekê girêdana bi şehîdan re ye. Rêber Apo ji ber vê yekê ji PKK’ê re got “Partiya Şehîdan.” Bi rastî, bi şehadeta Hakî re partî hate avakirin. Partî di bîranîna şehadeta Hakî Karer de hate damezrandin. Ji ber vê yekê, gelê me jî bi beşdarbûna xwe ya di bîranînan de girêdana xwe ya bi heval Riza re nîşan dide. Erê, beşdarbûnên mezin çêdibin. Bi rastî em bi hûrmet û serbilindin. Bîranînên layiqî heval Fuat û heval Riza bûn. Ev pir girîng e. Bi rastî li Bakur, li Tirkiyê, li Ewropa, li Rojava jî bîranînên layiqî van şehîdan çêbûn. Ev pir xweş in, lê ya ku van bi wate dike, bê guman, bilindkirina têkoşîna wan bi serkeftinê ye. Ev jî bi têkoşîna li dora paradîgmaya nû ya Rêber Apo bi serkeftinê ve çêdibe. Paradîgmayeke nû ya Rêber Apo heye, siyasete nû, nêzîkatiyeke nû heye. Bi felsefeya PKK’ê serdemeke nû ya têkoşînê vedike. Bi devjêberdana têkoşîna çekdarî serdemeke nû ya têkoşînê vedike.

GIRÊDANA ŞEHÎDAN BI BEŞDARBÛNA TÊKOŞÎNÊ RE GENGAZ E

Girêdana bi heval Riza, bi heval Haydar re, bi beşdarbûna têkoşîna ku Rêber Apo destnîşan kiriye, bi bawerî û bi hêz tevlîbûna vê têkoşînê gengaz e. Ji ber vê yekê, hemû gelê me, gelên me berpirsiyar in ku li dora paradîgmaya nû, têgihîştina têkoşîna nû, rêbazên têkoşîna nû ya Rêber Apo bibin yek û vê têkoşînê bigihînin serkeftinê. Siyaseta nû, nêzîkatiya nû ya Rêber Apo bêguman ne tenê gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn jî dê bigihîne serkeftinê. Dê deriyê serkeftina azadiya hemû mirovahiyê bi temamî veke. Ji ber vê yekê, bersiva herî girîng a ku dê ji vê şehadetê re were dayîn ev e ku Rêber Apo serdemeke nû dest pê kiriye, ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd, ji bo têkoşîna azadiya gelan, girêdana bi şehîdan re, bi bîranîna şehîdan re mayînde kirin, riya herî girîng ev e ku di rêya Rêber Apo de rêve here. Ji ber ku eger heval Fuat bijiya, eger heval Riza bijiya, ji her kesî zêdetir dê xwedî li vê pêvajoyê derketana, ji bo serkeftina vê serdema nû bixebitiyana. Ji ber ku yekem ew ê bi vê bawer bikirana. Yekem ew ê bigotana ku ev tiştên Rêber Apo danîne holê dê serkeftinek mezin bîne. Ji ber ku hevalê ku herî baş têgihîştibû Rêbertî, heval Fuat bû. Bi rastî em dikarin vê yekê bi hêsanî bibêjin. Paraznameyan gelek caran, bi dehan caran xwend, redakte kir. Her tim bi paraznameyan re mijûl bû. Di sala 2010’an de destpê kir, heta 2018’an, 8 sal bi paraznameyan re mijûl bû, redakte kir. Redaktekirina paraznameyan jî karekî pir girîng bû. Rêber Apo li Îmraliyê bi pênûs dinivîsî. Û tiştê ku wî nivîsîbû, dîsa redakte nedikir, dinivîsî, dişand. Ji ber ku dizanibû, eger peyveke şaş hebe, eger hevokek şaş hebe, bêyî ku naveroka wê biguhere, dê ji aliyê hevalan ve were redaktekirin. Dizanibû ku heval Fuat herî baş vî karî dike. Bi vê yekê, heval Fuat bi rastî ji bo paraznameyan kedeke mezin da. Xwend, bi kûrahî têgihîşt û fam kir. 

Ji aliyê din ve, heval Riza jî piştî guhertinên paradîgmayê beşdarî perwerdeyan bû. Beşdarbûna perwerdeyan pir girîng e. Dayîna perwerdeyê pir girîng e. Dayîna perwerdeyê ne tenê perwerdekirina kesên din e, di heman demê de perwerdekirina xwe ye. Heval Riza di van pêvajoyên perwerdeyê de xwe jî perwerde kir. Bi rastî heval Fuat jî wisa bû. Hevalên ku beşdarî perwerdeyan bûn her tim digotin; Beşdarbûna perwerdeyê ne tenê perwerdekirina hevalan e, perwerdekirina xwe ye. Ji ber vê yekê, ev pêvajoya nû, ya ku Rêber Apo da destpê kirin, bi însiyatîfa wî, li ser xeta Apoyî, xeta PKK’ê me hemûyan, civakê û gel dixe serdemeke nû ya têkoşînê. Ji ber vê yekê, nîşana herî girîng a girêdana bi van şehîdan, xwedîderketin û het dawiyê bi serxistina vê pêvajoyê yê ku Rêber Apo danî holê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Min Riza kir hevrêyê Kemal Pîr’
Nûçeya Pişt re HPG-NRÇ: Wê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yuksel Genç: Gel dixwaze bibîne bê Komîsyona Meclîsê wê çi bike

Koordînatora Navenda Lêkolîna Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç ragihand ku gel bi xurtî dixwaze…

Ji aliyê Stêrk TV

Delegasyona Jinên Sloven serdana JIN TV’yê kirin

Delegasyona Jinên Sloven ku ji 14 de kesan pêk dihat serdana televîzyona JİN Tv’yê kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

TJK-E: Em li her derê berxwedanê mezin bikin

Li dijî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bang hate kirin ku li her devera…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG-NRÇ: Wê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Evîndar Ararat: Em ê teqez armancên heval Riza bi serketinê temam bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Piştî 32 salan hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ozturk: AKP dixwaze zextê li CHP’ê bike ku ji dora maseyê rabe û pêvajoyê bê encam bihêle

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?