Duşem, 29 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê Denîz Goktaş de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji bo gundên Zaxoyê hin ‘qedexe’ anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî valakirina konteynirên li herêma erdhejê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Îro roja nûkirina soza me ya ji bo azadî û rûmeta gelê me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Karên Derve yê Iraqê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîwaniyeyê 2 rêveber hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Asmîn: Armanca şehîd Zîlan jiyanek bi wate û azad bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hesreta gora kurê xwe koç kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera ku xeta jiyana azad afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê derbarê pevçûna li herêma Mihabadê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê bigihêjin serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Zîlan a 21’emîn bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qirkirina jinê bi destê mîlîtarîzmê tê rewakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê xewn û xeyalên jiyana azad mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ: Rojnamevanên jin hêza xwe ya ragihandina dengê civakê ispat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku koka dîrokî ya tundiyê neyê fêhmkirin çareserî nikare bê afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ozsoy: Hewldanên yek alî pêvajoyê bi pêş ve nabe
Rojane

Ozsoy: Hewldanên yek alî pêvajoyê bi pêş ve nabe

Dr. Hişyar Ozsoy, biryara çekdanîna PKK’ê weke firsendeke dîrokî nirxand, bang li hikûmetê kir ku gavên şênber bavêje. Ozsoy got, “Mirov bi bêrekî nikare kelekê bigihîne cihekî” û destnîşan kir ku ji bo aştiyek mayînde sererastkirina destûrî girîng e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li Tirkiyeyê nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd, ku bi salan e berdewam dike, didome. Siyasetmedar Dr. Hişyar Ozsoy, pêvajoya aştiyê ya salên 2013-2015’an bi pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a heyî re muqayese kir û bal kişand ser gavên ku divê ji bo aştiyeke mayînde werin avêtin.

Ozsoy, diyar kir ku meşandina pêvajoyê li pişt deriyên girtî baweriyê têk dibe û got, “Pêvajoyeke girtî û nezelal metirsiya hilweşîna maseyê di her kêliyê de zêde dike.” Ozsoy, bal kişand ser pêwîstiya çareseriyeke civakî û rola çalak a Komîteya Mirovên Aqilmend di salên 2013-2015’an de.

Ozsoy, diyar kir ku aştî ne tenê divê aliyên ewlehiyê, di heman demê de aliyên çandî û demokratîk jî bigire nav xwe û got, “Pêvajo bi çekdanînê ve sînorkirî tê dîtin, lê pirsgirêk pir berfirehtir e. Aliyên siyasî, çandî û demokratîk vedihewîne.”

‘ÇEK DANÎN FIRSENDEKE DÎROKÎ YE’

Ozsoy, ku biryara PKK’ê ya danîna çekan wekî “firsendeke dîrokî” bi nav kir got, “Çekdanîn ne tenê pirsgirêkek ewlehiyê ye; ew destpêkek e ku qada qanûnî û siyasî vedike ku diçe ser koka pirsgirêka Kurd.” Ozsoy, destnîşan kir ku ev gav dikare rê li ber pêvajoyek aştiyê ya berfirehtir veke.

Ozsoy, anî ziman ku tenê bêdengkirina çekan têrê nake û banga gavên şênber ên wekî berdana girtiyên siyasî, vegera sirgûnan û qanûnên entegrasyona demokratîk kir.

‘GAVÊN LEZGÎN ÊN QANÛNÎ Û SIYASÎ’

Ozsoy, da xuyakirin ku tevî ku pêvajo salek e berdewam dike jî, ti gavên berbiçav nehatine avêtin û wiha rexneyên xwe rêz kirin, “Girtî hîn jî azad nînin û biryarên DMME’yê nayên bicîhanîn.” Ozsoy, diyar kir ku divê pêşniyarên komîsyonê demildest di jiyanê de were pêkanîn.

Ozsoy, da zanîn ku hikûmet hewl dide pêvajoyê bi rengekî yekalî birêve bibe û got, “Me çi ji destê me hat kir, niha em li bendê ne ku dewlet tedbîran bigire” û destnîşan kir ku berpirsyarî li ser milê dewletê ye.

Ozsoy, behsa girîngiya tevlîbûna Rêber Apo ya ji bo pêvajoya aştiyê bi rengekî azad kir, gotinên Bahçelî yên ji bo ‘Mafê hêviyê’ bibîr xist û got ku divê di vî warî de gav werin avêtin.

‘WINDAKIRINA DEMÊ JI BO PROVOKASYONAN ZEMÎN ÇÊDIKE’

Ozsoy, ji ber giran rêveçûna pêvajoyê fikarên xwe anî ziman û got, “Ev nêzîkî salekê ye ku pêvajoya aştî didome, lê gavên berbiçav nehatine avêtin Windakirina demê ji bo provokasyonan zemîn çêdike.” Ozsoy, bal kişand ser xwezaya krîtîk a du mehên pêş de û diyar kir ku heke di Cotmeh û Mijdarê de gavên watedar neyên avêtin, pêvajo “dikare heta bihareke din were paşxistin.”

Di dawiyê de, Ozsoy behsa girîngiya beşdariya civakî kir û got, “Divê pêvajo ne tenê karê dewlet û PKK’ê be. Divê civak gav bavêje û zextê li hikûmetê bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Heyeta Jinan a Rojava bi jinên Suryanî re civiya
Nûçeya Pişt re 2 çeteyên DAÎŞ’ê li bejahiya Dêrazorê hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Qamişloyê êrîşa çekdarî: Kesek jiyana xwe ji dest da, 2 kes birîndar bûn

Li bajarê Qamişloyê li nêzîkî Kolana Munîr Hebîb di bûyereke gulebaranê de kesek mir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji TEV-DEM’ê banga ji bo Newrozê

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang kir ku her qada Newrozê veguhere qada azadiya fîzîkî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG-NRÇ şehîdên gelên Êzidî û Ereb ên Şengalê bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên li Garê şehîd bûn bi hurmet bi bîr anî û got, "Li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Venezuelayê bîlançoya erdhejê giran dibe: Hejmara qurbaniyan hezar û 450 kesî derbas kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Derbarê Denîz Goktaş de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPJ’ê nasnameya şehîd Xemlîn Dilbirîn eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şandeyeke jinan a ji Rojava li Başûrê Kurdistanê ye 

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?