Pêncşem, 12 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana 4 girtiyên din jî hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Sîrwan Ariyo Liylax û Amed Şaho bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya nexweş Pinar Tikit cara sêyemîn hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat piştî 34 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E: Salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên berxwedana Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Xarpêtê ji bo girtiyên jin û nexweş banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya têkildarî êrişên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Divê Iraq îradeya siyasî û îdarî ya Êzidiyan jî nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Têkoşîna me ji bo naskirina îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Nisêbînê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Daxuyanî û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê starda 25’ê Mijdarê: ‘Li Kurdistanê birêxistinbûna jinan nayê astengkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva li fermana 74’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed: Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Halîde Turkoglu: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin
Rojane

Halîde Turkoglu: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin

Halîde Turkoglu ji bo meşa 1’ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir û got, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu li avahiya DEM Partiyê ya Amedê der barê geşedanên di rojevê de civîneke çapemeniyê li dar xist.

 

Halîde Turkoglû salvegera mirina Rojîn Kabaîşê ku li Wanê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û diyar kir ku tevî encamên di dosyeyê de doz hîn jî nehatiye ronîkirin. Halîde Turkoglûyê diyar kir ku Rojîn Kabaîş mînakeke sereke ya pirsgirêkên ku gelek xwendekarên jin pê re rû bi rû dimînin e û got: “Ji aliyê din ve, hikûmet û Wezareta Perwerdehiyê tenê eleqedar dibin ka keç û kuran çawa ji hev cuda bikin. Di pratîkên wan de qet fikarek ji bo pirsgirêkên keç û jinên ciwan ên zanîngehê tune ne. Em qet bernameya perwerdehiyê ya bi modelek perwerdehiya zayendîperest qebûl nakinû em li ser modelek perwerdehiya zanistî, bi zimanê dayikê ya li ser bingeha wekheviya derfetan israr dikin.”

Halîde Turkoglûyê diyar kir ku pirsgirêkên heyî pirsgirêkek sîstemîk in û tekez kir ku sedema kuştinên jinan polîtîkayên serdest ên mêran in. Halîde Turkoglûyê got: “Rastiya ku di meha Tebaxê de 28 kuştinên jinan hatine kirin û 25 jinan di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane nîşana vê yekê ye. Ev zêdebûna kuştinên jinan desthilatdariya siyasî aciz nake. Berevajî vê, ew polîtîkayên ku dê zîhniyeta serdest a mêran a ku dibe sedema van kuştinan xurt bikin, dipejirînin. Bi paşguhkirina giliyên jinên ku rastî tundiyê tên, rê li ber kuştinan vedikin. Ji bilî ku hêzên ewlehiyê erka xwe pêk naynin siyaseta vê hikûmetê bûye parastina sûcên ku ji hêla hêzên ewlehiyê ve têne kirin veşêre. Ew hewl didin ku kuştinên jinan bi polîtîkayên bêcehiştinê normal bikin û ew hewl didin ku sûcên li dijî jinan têne kirin rewa bikin. Rêveberên vê pergalê berpirsên qetilkirina jinan e.”

Halîde Turkoglûyê dubare kir ku ew ê li dijî van polîtîkayan têbikoşin û wiha bi lêv kir: “Em ê bi hev re ji bo jiyanek bê tundî û îstismarê têbikoşin. Bi berfirehkirina qadên têkoşîna xwe ya piralî, em ê van êrîşan rawestînin. Bi pêşengiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, em ê jiyaneke nû ava bikin.”

Halîde Turkoglûyê bal kişand ser hedefgirtina rojnamegerên jin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ev êrîşên li dijî xebatkarên çapemeniya azad ji hişmendiya serdest a mêran û polîtîkayên wê serbixwe nînin. Kes nikare nivîsên xebatkarên çapemeniya azad ên jin bêdeng bike. Divê tavilê li dijî berpirsên van gefan tedbîrên qanûnî werin girtin. Wekî din, rayedar dê bibin hevkarê vî sûcî.”

Halîde Turkoglûyê di axaftina xwe de wiha bal kişand ser îhlalkirina mafên girtiyan ên li Girtîgeha Jinan a Sîncan û Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê: “Me gelek caran diyar kiriye ku yekîneya ku di girtîgehan de bi navê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê hatiye avakirin û kesên di van yekîneyan de bi astengkirina berdanan sûc dikin. Em bi zelalî dibêjin: ev kiryara keyfî sûcek li dijî mirovahiyê ye. Wezîrê Dadê û saziyên rayedar bi bêdengiya xwe hevkarê vê sûc in. Divê ev pêkanîn tavilê werin rawestandin û girtiyên siyasî yên ku divê werin berdan tavilê werin berdan. Nêzîkatiya li hember girtiyên siyasî nêzîkatiya aştî û civaka demokratîk e.”

Halîde Turkoglûyê destnîşan kir ku pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin dê ji bo pirsgirêkên heyî bibe çareserî û destnîşan kir ku divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo tavilê were misogerkirin.

Halîde Turkoglûyê da zanîn ku divê mafê hêviyê tavilê were bicîhanîn û wiha axivî: “Ji bo birêz Ocalan bi komîsyona ku ji hêla meclisê ve hatî avakirin hevdîtinê bike şert û merc bên amadekirin. Divê ‘Mafê hêviyê’ bê sepandin.”

Halîde Turkoglûyê herî dawiyê bal kişand ser meşa 1’ê Cotmehê ya TJA’yê û got ku divê bi awayekî herî xurt xwedî li meşa TJA’yê bê derketin ku dê di 1’ê Cotmehê de ber bi Enqereyê ve were lidarxistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tulay Hatîmogullari: Divê Komîsyon demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
Nûçeya Pişt re Trump plana Xezeyê eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YCWK’ê li Amedê çalakî li dar xist

YCWK’ê li Amedê li dijî bazirganên tiryakê çalakiyek li dar xist.

Ji aliyê Stêrk TV

REPAK: Nagîhan Akarsel rêwîtî û lêgerînvaniya heqîqeta jin û civakê kir

REPAK’ê Nagîhan Akarsel di 3’emîn salvegra şehadeta wê de bi bîr anî û wiha got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta li ser sînor dewam dike: Em li pişt peyama Abdullah Ocalan in

Berxwedana li sînorê Kobanê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Berdana 4 girtiyên din jî hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

PJAK’ê Sîrwan Ariyo Liylax û Amed Şaho bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana girtiya nexweş Pinar Tikit cara sêyemîn hate astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aydin Kudat piştî 34 salan hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?