Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Pêvajo bi hêviyê nameşe, garantiya qanûnî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Textê hişk li Kurdistanê çawa şîn bû?

    Ji aliyê Stêrk TV

    4’ê Nîsanê tê wateya afirandina jiyana azad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Botan: Divê Ocalan azad bibe û bi her kesî re karibe diyalogê bike
Rojane

Botan: Divê Ocalan azad bibe û bi her kesî re karibe diyalogê bike

Siyasetmedar Lezgîn Botan ragihand ku ji bo îradeya aştiyê pêk were divê Rêber Apo teqez azad bibe û got, "Birêz Ocalan bi navê gelê Kurd muzakerevanê sereke ye û divê karibe bi hemû beşên civakî re diyalogê bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Siyasetmedar Lezgîn Botan pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ nirxand ku bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo destpê kir û anî ziman ku gelê Kurd û tevgera siyasî ya Kurd fedakariyê welê kirin ku kes ne li bendê bû; lê belê ev hewldan bi rengekî yekalî bi rê ve diçe, di berdêla wê de dewletê gavên şênber neavêtiye.

‘KOMÎSYON GIRÎNG E, LÊ BELÊ TÊRÊ NAKE’

Botan diyar kir ku girîng e li Meclîsê yekemcar bi beşdariya nûnerên hemû partiyên siyasî komîsyonek hatiye avakirin û got, “girîng e ku pirsgirêk bi esasî ji aliyê aktorên siyasî hemûyan ve li bin sîwana meclîsê tê nîqaşkirin.”

Lezgîn Botan ragihand ku komîsyon li gorî heyeta ‘Mirovên Aqilmend’ a pêvajoya 2013-2015’an xwedî erka temsîliyeteke hîn bilind a siyasî ye, lê belê li gel vê yekê jî bersivê nade bendewariyên gelê Kurd û civakê. Botan destnîşan kir, pêvajo gelekî krîtîk û girîng e û anî ziman ku ev pêvajo tenê bi radestkirina ji komîsyonekê re nayê meşandin.

Botan işaret bi metirsiya provokasyonan jî kir û bi bîr xist ku biryara fesixkirina PKK’ê û çalakiya şewitandina çekan a sembolîk ku bi banga Rêberê tevgera Kurd Rêber Apo hate kirin, biryareke hêsan nîne.

Botan got, “Ya rast hem ji bo raya giştî ya Kurd, hem ji bo têkoşîna 50 salan hem jî ji bo dînamîkên herêmê dikare valahiyeke cidî bi xwe re bîne. Rewşeke bi vî rengî heye. Eger valahiya ku bi vekişîna hêzên leşkerî ji pozîsyona şer destpê kir bi nirxên demokratîk neyê dagirtin, di vir de wê valahiyeke cidî rû bide û di vê valahiyê de jî rewşeke serûbinbûyînê ya civakî ku kes ne li bendê ye dikare rû bide.”

Botan destnîşan kir ku divê dewlet gavên ku hêviya civakî zêde bike biavêje, lê belê li şûna vê yekê helwestên welê nîşan dide ku vê hêviyê dikare bişikîne, astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayika Aştiyê ya li komîsyonê weke mînakek ji vê nîşan da. Her wiha gefên şer ên rayedarên dewleta Tirk ên li ser Rojava jî weke mînakekê nîşan da. Botan destnîşan kir ku ev nêzîkatî xizmetê ji pêvajoyê û aştiyê re nake.

‘EM ÊDÎ LI BENDA LÊBORÎNÊ NE’

Botan anî ziman ku nîqaşkirina vê pêvajoyê li gorî têgeha ‘terorê’ û ‘efû û cezayê’ dûrî cidiyetê ye û ragihand ku mafên gelê Kurd û têkoşîna wan nabe ku tine bê hesibandin. Lezgîn Botan got, “Ji bo gelê Kurd gotina ’em ê efû bikin’ bi xwe nîqaşeke qirêj e. Kurd bi sedan salan li ser xaka xwe hatin talankirin, xaka wan hate dagirkirin, zimanê wan hate qedexekirin.”

Botan diyar kir ku divê dewletên Tirk, Ereb û Fars ji gelê Kurd lêborînê bixwazin û xisar û komkujiyên li cografya Kurdistanê ya ji ber netewe dewletan hate kirin, bi bîr xist.

Botan got, “Dewleta Tirk ji ber sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê, komkujiyan, şewitandin û valakirina cih û waran divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze. Yên ku em qedexe kirin, em red kirin ew bi xwe ne; kî wê kê efû bike? Ev mesele meseleyeke gelekî cidî û dîrokî ye ku nabe di çarçoveya efû û ceza de bê nîqaşkirin.”

‘AZADIYA OCALAN ŞERTÊ BINGEHÎN Ê AŞTIYÊ YE’

Botan diyar kir ku komîsyon tenê bi guhdarîkirina li mirovan nikare wezîfeya xwe pêk bîne, divê hevdîtinên ku kiriye bi rengê pêşnûmeyê pêşkêşî meclîsê bike.

Botan destnîşan kir ku ji bo îradeya aştiyê bi temamî pêk were divê Rêber Apo teqez azad bibe û got, “Birêz Abdullah Ocalan bi navê gelê Kurd li vê derê muzakerevan e. Aliyê Kurd, gelê Kurd di vê mijarê de biryar daye. Wê demê hem ew bi xwe hem jî hevalên wî yên li Îmraliyê divê azad bibin û di nava şert û mercên azad de karibe bi her kesî re hevdîtinê bikin. Ji bo aştî pêk were divê karibe bi rengekî azad bi hemû beşên civakî re diyalogê bike û nîqaşan bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Firat: Li pêşiya hevdîtina bi Ocalan re astengiyeke hiqûqî nîne
Nûçeya Pişt re Pêvajoyê salek li pey xwe hişt, gaveke hiqûqî hîn nehatiye avêtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya Îmralî-Bahçelî: Em derbasî qonaxa duyemîn bûn, pêdivî bi zemînê qanûnî heye

Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan piştî hevdîtina bi lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî…

Ji aliyê Stêrk TV

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê bi şandeya Rojava re civiya

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sûdanê di êrîşa li dijî sivîlan de zêdeyî 200 kes mirin

Li Sûdanê di sê rojên dawî de hevkarê berê yê artêşê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL)…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Çelebiyê ya ser bi Kobanê gule li gel hate reşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hikumeta demkî bêyî îradeya Çelebiyê şaredarek tayîn kir, gel daket qadan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?