Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hewldana ketina hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li gel bajarokê Rîma Hazim ê gundewarê Siwêdayê têk bir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Piştî nîvê şevê, saet di 12:15’an de (7 Cotmeh 2025) çeteyên terorîst ên girêdayî desthilata terorîst, hewl da ji eniyê bajarokê Rîma Hazim ve derbas bibe. Lê hêzên me yên li eniyê bi cih bûye, bersiva êrişan da û ketina wan têk bir. Niha herêm tê paqijkirin da ku were misogerkirin ku tu endamên terorîst li wir nemane.”