Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hatiye damezrandin, civîna xwe ya 15’emîn li dar xist. Di civîna ku du rûniştin pêk hatin de Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê (TUGVA), Weqfa Tîma Teknolojiyên Tirkiyeyê (T3), Komeleya Avakarên Aştiyê yên Ciwan, Foruma Rêxistinên Ciwanan, Komeleya Ciwanên Anadoluyê, Yekîtiya Xwendekarên Tirk a Neteweyî, Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM), Komeleya Jinan a 29’ê Cotmehê, Înîsiyatîfa Jinan a Pêwistiya Min Bi Aştiyê Heye, Komeleya Karsazên Jin ên Tirkiyeyê (TÎKAD) û Komeleya Perwerde û Hevgirtinê ya Hazarê axaftin kirin.
Ji Înîsiyatîfa Jinan a Pêwistiya Min bi Aştiyê Heye Rûşen Seydaoglu û Ferîde Eralp pêşkêşî kirin.
Parêzer Rûşen Seydaoglu pêşî mafê axaftinê wergirt, mînakên bandorên şer û bêçareseriyê yên li se jinan vegot. Seydaoglu anî ziman ku jinan tevî komkujî, windakirinên bi zorê, koçberî û girtinan jî jiyana xwe ji nû ve ava kirine û got, “Di sala 2016’an de, piştî dorpêça 79 rojan taxên Sûr, Nûr, Cûdî û Yafesê yên Cîzreyê hatin rûxandin. Dema ku em wekî Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê çûn wir, me dît ku mêr bi xemgînî li ber avahiyên hilweşiyayî rûniştine, û jin hewl didin ku bi tiştên ku ji xirbeyan berhev kirine qadên jiyanê ava bikin, agir pêxin û tiştan bikelînin. Dema ku me pirsî, wan got, ‘Zarokên me hene ku divê em wan têr bikin, wextê me tune ku em rûnin û xemgîn bibin’. Bi gotineke din, heta xemgîniya li ser hilweşîna jiyana wan jî ji bo jinan luks bû.”
‘DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
Seydaoglu diyar kir ku di vî şerî de jin herî zêde xîzan bûne û wiha berdewam kir: “Ji bo me, aştî tê wateya terikandina hişmendiya tekparêzî û ewlekariya ya li hember pirsgirêka Kurd e û avakirina jiyanek demokratîk, wekhev û azadîxwaz pêkan e. Ev pêvajo ji bo civakê şefaf û pêşbînîkirî bibe, hîn jî ne zelale ku bê dewlet kîjan gavan bavêje. Gotina jinan ji bo van gavan heye.”
Piştre Ferîde Eralp li ser navê înîsiyatîfê daxwazên xwe anî ziman û got, “Me berê sê daxwazên lezgîn bi eşkereyî, hetta li ber deriyê vê Meclisê anî ziman. Berî ku em derbasî daxwazên xwe bibin, em dixwazin tekez bikin ku ji bo ku aştî pêk were, divê operasyonên leşkerî bên rawestandin û tezkere bên betalkirin.”
Înîsiyatîfê daxwazên xwe wiha rêz kirin:
*Ji bo aştî pêkan be, hawîrdorek ku operasyonên leşkerî tê de rawestin û ferman werin betalkirin pir girîng e.
*Divê qanûna terore ku sedema girtina bi hezaran girtiyên siyasî ye be sererastkirin û di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî ben berdan.
*Em bi rejîmeke sûc û darvekirinê ya pir neheq re rû bi rû ne. Dema ku zilamek gefê li jinekê dixwe, rojekê jî di girtîgehê de namîne an jî ceza nagre. Rojnamevan, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan, şaredar, xwendekar, jin û kesên LGBTQ+ yên ku li kolanan bi karanîna mafên xwe yên demokratîk xwe rêxistin dikin û xwepêşandanan dikin, wekî rehîn têne girtin. Ev sîstema neheq, ku li ser bêcezatî û cezakirinê hatiye avakirin, ji bo aştiyê xetereyek cidî çêdike.
*Divê wekhevî û tevlêbûna hemû nasname û girêdanan bingeh be. Di vê çarçoveyê de, divê astengiyên li pêşiya perwerde û gihîştina xizmetên bi zimanê dayikê werin rakirin.
*Divê ev cudakarî tavilê were rakirin û pirsgirêka zimanê dayikê di çarçoveya vê pêvajoyê de, ji perspektîfa wekheviyê ve were çareser kirin.
*Hemwelatîbûna wekhev divê wekheviya jinan, wekheviya zayendî û wekheviya LGBTI+ jî di nav xwe de bigire.
*Her ku pirsgirêka Kurd kûr bû şer li bajarên Kurdan kûrtir bû û bandora wan li ser jinan bû. Li Cizîr, Gever û gelek deverên bajarên Kurdan leşker û hezên ewlehiyê tundiya zayendî li dijî jinan weke amureke şer bikaranî. Ew sûc e. Gelek mînakên vê hene. Lê dozên hatinê vêkirin bê ceza man. Dema ku em îro qala aştiyê dikin, divê em bi vê şîdeta zaynedî, sûcên ku bi piştgiriya dewletê hatine kirin û bêceza mane, û têgihîştina ewlehiyê ya ku ev yek gengaz kiriye, wekî pergala cerdevanên gundan, re rû bi rû bimînin û zirarê tezmîn bikin.
*Her wiha ji bo vegera gundên ku di salên 90î de hatina valakirin derfet bên avakirin û tazminat bê dayin.
*Rê li ber jinan, endamên komîsyonê û civaka sivîl vekin ku Abdullah Ocalan û hemû aliyên pêvajoyê re hevdîtin bikin. Abdullah Ocalan kesayetek pir bi bandor ji bo gelê Kurd e, nûnerê îradeya wan e û têkiliyek rasterast a dewletê ye.
*Yek ji xalên girîng ên ku li vir tê destnîşankirin ev e ku pêdivî ye ku rê li ber beşên cûda yên civaka sivîl, tevî me jinan, were vekirin da ku di çarçoveya pêvajoyê de bi hemî aliyan re hevdîtin bikin, daxwazên wan û prensîba wekheviyê bikin bingeha maseya çareseriyê. Bê guman, divê ev çarçoveyek qanûnî hebe.
*Kesên ku tevlî PKK’ê bûne, yên ku niha li çiyayan in, dikarin bi wekhevî û ewlehî tevlî jiyana sivîl bibin gava ku şert û mercên ku bûne sedema çekdarkirina wan werin rakirin. Di merasîma bêçekkirinê de, Besê Hozat daxuyaniyek da û banga beşdarbûna siyaseta demokratîk kir. Divê rêya siyaseta demokratîk bê vekirin.”
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş jî spasiya hemû kesên ku axivîn kir.