- Êrîşan ên herî zêde di rojevê de cihê xwe girt ên Gulistan Dokû, Narîn Guran û Rojîn Kabaîş bûn.
Ev demeke dirêje destên qirêj ên hişmendiyeke qirêj, di nav civaka me de weke sîberekê, weke xumamekê digere û her carekê derbeyek li hiş û hebûna civaka me dide. Weke ku ji hev cuda ne lê di cewherê xwe de dema ku mirov lê mêze dike bi hev ve girêdayî ne. Ji ber ku xwedî heman hişmendiya qirêj û hilweşîner in. Ev hişmendî dixwaze di hundir de civakê xira bike û her carekê bi kiryarên sosret vê pêk tîne.
Mînakên van êrîşan ên herî zêde di rojevê de cihê xwe girt ên Gulistan Dokû, Narîn Guran û Rojîn Kabaîş bûn. Bi hêviyên herî narîn û di hizra xwe de Gulistan jî û Rôjîn jî ji bo perwerdeya zanîngehê ji malên xwe derketin, bi daxwaza dahatuyeke baştir dane ser rêya perwerdeya xwe. Lê ji ber ew destê qirêj ên xwedî hişmendiya qirêj bi awayê herî hovane, ew şitlên herî narîn ên malbat û civakê qurmiçandin. Ji bo ji holê rakirina vê jî ew avêtin nav avên paqij ên Kurdistanê. Gulistan di nav ava Çemê Munzûrê de û Rojîn jî di nav ava Gola Wanê de. Rojîn hate dîtin lê Gulistan hê jî di nav xumamiya pêlên çemê qedîm û pîroz de li benda dîtinê ye. Her wiha Narîn jî ku bi tu awayî mirov nikare hizir bike bê çawa destek dikare dirêjî wê bedena narîn bibe, di nav ava mesîlokeke nêzî gund hate avêtin. Û tevahî dewlet, tevahî ew hişmendiya tarî çawa xwe li pişt wê bedena narîn xwe veşart, çawa ji xwe re kirin mertal, bi rojan me temaşe kir. Bi wan re em jî di nav wan avan de bûn, em jî hinek xeniqîn û em jî hê li pey edaleta xwe ne.
Çima wisa dibe, çawa ev karesat tên jiyan kirin divê weke kesên endamê civakê em ji xwe bipirsin. Çi rê dide ku ev destdirêjiyên gemar wisa bên û êrişê civaka me û karxezalên me bike? Lê bi qasî vê, ji ber ku ev encam in, emê çawa karibin pêşiya van karesatan bigrin jî divê xema me be. Em çima zarokên xwe bi her awayî amade nakin da ku karibin li hemberî her cure êrişan di zanîna xweparastinê bibin?
Di hêla xweparastinê de, malbat, civak û perwerdeya ku tê dayîn xwedî berpirsiyariyeke herî mezin in. Divê ev xweparastin di hêla dîtin, naskirin û heta bi qasî van di hêla bedenî de jî be. Em di bin navê hezkirinê de zarokên xwe lawaz mezin dikin. Hezkirina rast ava dike, bi hêz dike. Dibe ku malbatên me ji vê gotinê nerehet jî bin lê divê rastî bê gotin. Erê raste li hemberî civaka me êrîşeke piralî ya dijwar heye, dixwaze kodên civakê xira bike. Bi armanca herî qirêj dixwaze vê bike. Lê ma malbatên me jî wê zarokên xwe yên bîbika çavên xwe wisa bi rehetî bidin ber destê vê hişmendiya qirêj.
Divê xweparastina me hebe, xweparastineke pir alî. Dîtineke xwirt, hestkirineke xwirt û bedeneke xwirt û di heman demê de hevgirtineke xwirt ji bo xweparastina me pêwiste. Heke na qêrîn û zarîna dayik û bavan bi tu awayî ne çarenûsa me ye.