În, 24 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Rêber Apo re hat weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê mirina bi guman a ciwanekî girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê 9 ciwan hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren Keskîn: ‘Mafê Hêviyê’ ne qenciye, erkeke qanûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ked, aştî û edaletê: 25’ê Cotmehê li Esenyûrtê civîna mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li hemberî TELE1’ê operasyona ‘sîxuriyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK û PDK’ê li ser avakirina hikumetê li hev nekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya HPG-NRÇ a li ser operasyonên artêşa Tirk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama dawî ya fedaiyan: Ji bilî serketinê rêyek din nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên DYE’yê li Panamayê tatbîqat kirin, gelo hedef Venezuela ye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan: Em ji bo Rêber Apo li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwişka girtiya 30 salan: Divê dawî li dîlgirtinê bê anîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Em ê mîna Bêrîtan têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 33’yan a artêşbûyîna jin li qadên gerîla hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevrê Bêrîtan bi helwesta xwe xiyanetê têk bir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP’ê bertek nîşanî zextên li ser jinên rojnamevan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber parvekirina Rojîn Kabaîş lêpirsîn li rojnamevan Dîlan Babat hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di 2024’an de 272 hezar tundiya navmalê ya li dijî jinan pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol li Qamîşloyê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Hewraz Mihemed: Ez xelata xwe diyarî gerîla û girtiyan dikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunera Mizgîn wê 24’ê Cotmehê li Kolnê konserê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Prof. McLaren: Tecrîta li ser Ocalan hêza girtîbûna xeyalê ya kolektîf diteyîsîne
Rojane

Prof. McLaren: Tecrîta li ser Ocalan hêza girtîbûna xeyalê ya kolektîf diteyîsîne

Prof. McLaren yek ji teorîsyenên pêşeng ên warê pedagojiyê ye û bal dikşîne ser girîngiya fikrên Rêber Apo, got: “Dîwarên Îmraliyê ne tenê sînorên girtîgehekê ne. Ew mîmariya nîzameke cîhanê ku ji hişmendî û şiyana ramana rexneyî ditirse, temsîl dike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 31 dq.
Parvekirin

Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di bin pêşengiya Rêber Apo de, yê ku 26 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, geş dibe, li ser asta navneteweyî piştgiriyên ku her diçe zêde dibin, werdigire. Ev pêvajo, di heman demê de, bû sedem ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya ku ji hêla Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd ve tê parastin, ji hêla derdorên berfirehtir ve were naskirin û xuyabûna wê zêde bibe.

Gelek kesên pispor di warê xwe de, van fikrên ku li dora perspektîfa aştî û civaka demokratîk teşe girtine, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî wekî alternatîfeke hêvîdar dinirxînin.

Yek ji van navan jî, ji teorîsyenên pêşeng ên warê pedagojiya rexneyî, perwerdekar, nivîskar û akademîsyenê Kanadayî Prof. Peter McLaren e.

Bi Prof. McLaren re, ku rojên borî bi peyameke ku ji DEM Partiyê re şandibû piştgiriya xwe ji pêvajoyê re ragihandibû, em li ser pêvajoya çareseriyê û girîngiya paradîgmaya ku Rêber Apo daniye holê, axivîn.

Beşa duyemîn a hevpeyvîna me ya bi Prof. Peter McLaren re wisa ye:

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemberî modernîteya kapîtalîst fikra “modernîteya demokratîk” diparêze. Li gorî we ev raman, ji kîjan aliyan ve bi pedagojiya rexneyî û perwerdeya azadîxwaz re yek e?

Banga Ocalan a ji bo dev ji çekan berdanê a PKK’ê, mîna hejandineke di bin çiyan de pêk hat. Ev deng, dibe ku hem bibe bergiriya aştiyê, hem jî bibe mizgîniya bahozeke nû. Dengê wî yê ku ji bêdengiya Îmraliyê diherikî, asoyê Kurdan ji lûtkeyên Qendîlê heta deştên Rojava û Hewlêrê pêl bi pêl kir. Li van axan, rêberên westiyayî, mînak Mesûd Barzanî, nêrînên xwe zivirandin ber şefeqa nazik a diyalogê. Enqereyê jî bi destekî xwe dest avêt şûr û guhdarî kir. Dîsa jî, rê bi sitriyan dagirtî ye. Her çend şervanên Kurd agirbest ragihandibe jî, balefirên şer ên Tirk hîn jî li esmanên Bakurê Iraqê û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê digerin. PKK, dizanibû ku di dirêjahiya dîrokê de piraniya sozên aştiyê gelek caran di bin kavilên ku ji îxanetê çêbûne de mane, ji ber vê yekê xwest ku berî dev ji çekên xwe berde, rûyê rêberê xwe yê girtî bibîne.

Ji aliyê din ve, peymanên nû pêşeroja Sûriyeyê ji nû ve bi teşe dikin. Peymanên ku li Şam û Hewlêrê hatin îmzekirin, xweseriya Kurdan li hemberî kontrola navendî diguherînin; qadên petrolê û herêmên sînorî ji nû ve ji dewletê re tên hiştin. Civak jî parvebûyî û di rewşeke nediyar de dimînin. Li Şengalê, rewşa koçberiyê û şerên neqediyayî hîn jî didomin. Ji ber vê yekê vîzyona Ocalan a bêçekbûnê, mîna findeke ku li hemberî bahozê dişewite, dibiriqe. Ji bo ku aştî bikaribe rehên xwe berde, divê peyv bibin xwedî goşt û hestî. Ez di xebatên xwe de ji vê re dibêjim “laşîbûn”.

Divê zagon kesên ku çekên xwe danîne biparêzin, divê netewe çekên xwe bikşînin, û yên ku demeke dirêj ji hev qut bûne; Tirkiye, Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, Şam û Kurd — divê êdî ne wekî dagirkeran an lava-keran, lê wekî merivên ku li dawiya şeveke kevnar digerin, fêrî axaftinê bibin.

‘ASTENGIYA LI PÊŞIYA AŞTIYÊ DI HEMAN DEMÊ DE PEDAGOJÎK E’

Derbarê fikra modernîteya demokratîk a Ocalan de, ev ramaneke kûr e. Her çend ez di mijara berxwedana Kurd de angaşta otorîtebûnê nekim jî, ez wisa difikirim ku astengiya herî mezin a li pêşiya pêşniyara aştiyê ya Ocalan ne tenê siyasî ye, lê di heman demê de pedagojîk e.

Dîwarên Îmraliyê ne tenê sînorên girtîgehekê ne. Ew mîmariya pergaleke cîhanê temsîl dike ku ji hişmendiyê, ji şiyana ramana rexneyî ditirse. Gava ez dibêjim “ramana rexneyî”, mebesta min ew e ku mirov bandora têkiliyên hilberînê yên kapîtalîst û awayê nirxdayîna kedê li ser saziyên demokratîk û vîna mirovî çareser bike. Ez têgeha “mîmar”  di wateya wê ya Arîstoyî de bi kar tînim; yanî, ez behsa kapîtalîstê ku ji hilberîna nirxê berpirsiyar e, dikim.

Marx gava behsa “hilberîna nirxê” dikir, ne tenê qala hejmarên di lênûskên mihasebeyê de dikir, lê behsa wê kîmyageriya veşartî dikir ku jiyana mirovî ji bo berjewendiya qezencê tê veguherandin. Ji bo wî, nirx ne di sûkê de, lê di nebza keda zindî de çêdibû. Di destên ku dibirîn, dikutan, dirêstin, ava dikirin de. Nirx, bi xwe dem e; dema mirovî ye ew dema ku li gorî wê arîtmetîka bêrehm a ku Marx jê re digot “dema keda civakî ya pêwîst” tê parzûnkirin û pîvandin. Ked, ew agirê veşartî ye ku cîhana metayê zindî dike, lê ev pêt hatiye reşkirin. Ronahiya wê jê hatiye standin. Ji bo ku em ji metakirina subjektîvîteya xwe xilas bibin, divê em tiştê ku ez jê re dibêjim “kiryariya bûyî-subje”, yanî şiyana xwe ya nivîsandina çîroka xwe, bêyî ku em destûrê bidin dewletê ku li ser navê me binivîse, pêş bixin.

Bila ez ji Marx jêgiranekê bikim. Di nava her berhemê de reşek ango xeyaletek heye. Ew keda zêde ya ku hatiye dayîn lê ti carî venegeriyaye, para jiyanê ya bêberamber e ku sermiyanê ji xwe re kiriye mal. Mûçe, tenê jiyana karkerî ya ji bo manê têr dike; ne kedê. Ya mayî  zêdebûn, keda nenas vediguhere xwîna jiyanê ya qezencê. Ji ber vê yekê, nirxê metayekê ne tenê lêçûna hilberîna wê ye. Ew dizîna bêdeng e ku di çêkirina wê de veşartî ye. Li pişt her etîketa bihayê, rîtma îstîsmarê lê dide  pêvajoya bêdawî ya veguherandina nefesa zindî bo sermiyanê mirî, û derfetên mirovî bo pereyên desthilatdariyê.

‘TECRÎDA OCALAN DÎLGIRTINA HÊZA XEYALÊ YA ME A KOLEKTÎF NÎŞAN DIDE’

Tecrîda Ocalan, dîlgirtina hêza xeyalê ya me a kolektîf a di bin modernîteya kapîtalîst de nîşan dide. Ev pergaleke wisa ye ku me hînî rajêrî, xerckirinê û desthilatdariyê dike, wekî ku ew pergalek e. Tiştê ku Ocalan jê re dibêje “modernîteya kapîtalîst” bi rastî dibistaneke mezin a koletiyê ye. Mufredateke gerdûnî ku mirovahiyê hîn dike ku rûmeta xwe ji bîr bike.

Va ye, ramana Ocalan, li vir bi awayekî kûr bi kevneşopiya pedagojiya rexneyî re dikeve nava hev. Paulo Freire  hînî me kir ku divê bindest bibin kirdeyên pêvajoya dîrokî, ne ku bibin bireserên siyasetê. Ocalan van prensîban li ser hemû şaristaniyan berfireh dike. Vîzyona wî ya “modernîteya demokratîk”, di eslê xwe de pedagojiyeke ji nû ve şiyarbûnê ye. Ew bangewaziyek e ji bo ji bîr kirina hiyerarşiyê, ji nû ve fêrbûna hevgirtinê, û ji nû ve bi dest xistina navlêkirina cîhanê ye.

‘FIKRÊN FREIRE Û OCALAN JI HEMAN ERDNÎGARIYA SINCÎ DERDIKEVIN’

“Pedagojiya bindestan” a Freire û “konfederalîzma demokratîk” a Ocalan ji heman erdnîgariya sincî derdikevin: ji wê baweriyê ku rizgariyê dê bi fêrbûnê, bi jiyînê çêbibe. Ji ber vê yekê em Freireyî, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji hêla dewleta kapîtalîst ve bi awayekî bêrehm tên hedefgirtin. Charlie Kirk ê ku vê dawiyê rastî sûîqestê hatibû, em xistibûn “Lîsteya Şopandina Profesoran”. Çîna rêveber — olîgarşiyên milyarder ên ku di Partiya Komarparêz de asê mane — me wekî “dijminê gel” dibînin.

Her du ramanwer jî dizanin ku perwerdehî ti carî ne bêalî ye. Perwerdehî an kedî dike an azad dike. Ji bo Freire, çîn cihê veguherînê bû. Ji bo Ocalan, komûn û meclîs, ew çîn in ku mirov tê de hînî hunera dijwar a azadiyê dibin. Her du jî bi heman dijminî re rû bi rû dimînin: hişmendiya mekanîk a modernîteya kapîtalîst ku mirovan vediguherîne amûrên qezencê yên rajêr.

Sedema tirsa dewletê ji wan jî ev e. Hikûmeta Erdogan, çawa ku gelek rejîmên beriya wê kirin, dixwaze Ocalan ne tenê ji ber vîzyona wî ya siyasî, lê ji ber pedagojiya wî jî bêdeng bike. Ji ber ku ew mirovan hînî ramanê, pirsyarkirinê, tevlêbûnê dike. Ev, ji bo otorîterîzmê — ji bo faşîzmê — ji her çekê pir xeternaktir e. Bêdengkirina dengê Ocalan, bêdengkirina hêza me ya xeyalê ya kolektîf e, bêdengkirina şiyana me ya xeyalkirina aştiyê ye.

Serokê berê yê Brezîlyayê û dostê Trump, Jair Bolsonaro jî ne heyranê Freire bû. Di kampanyaya hilbijartinê ya 2018–2019 û serdema destpêka serokatiya xwe de, Bolsonaro gotibû ku ew ê bandora Freire ya di sîstema perwerdehiyê ya Brezîlyayê de “bi makîneya agirpêxistinê paqij bike” û soz dabû ku mîrateya wî ji holê rake.

Bolsonaro û hevalbendên wî, Freire wekî “Marksîst” bi nav kirin û ew wekî berpirsiyarê têkçûnên di perwerdehiyê de nîşan dan. Piştî ku hatin ser desthilatdariyê, hikûmeta wî û piştevanên wî yên di meclîsê de, ji bo ku statûya Freire ya di perwerdehiyê de kêm bikin, gavan avêtin (mînak, hewildanên rakirina sernavê wî yê “parêzvanê perwerdehiya Brezîlyayê”) û behsa derxistina nêzîkatiyên Freireyî ji mufredatê kirin.

Paulo her gav ji min re digot ku ez teoriyên wî “neguhêzim” welatên din, lê belê mamosteyên wan welatan teşwîq bikim ku van fikran di çarçoveya têkoşîna xwe de ji nû ve biafirînin. Serok Chavez jî bi rêzdarî pêşwazî li perwerdekarên rexneyî yên ji welatên din dikir, lê israr dikir ku reformên perwerdehiyê yên ji derve hatine, divê li gorî pêwîstiyên gelê Venezûelayê bên adaptekirin.

‘OCALAN JI NÛ VE BI DEST XISTINA MIROVATIYA ME DIXWAZE’

Di encamê de, tiştê ku di vîzyona Ocalan de tê behskirin, ji bilî ji nû ve bi dest xistina mirovatiya me, tiştek din nîn e. Nivîsên wî jî, mîna yên Freire, tînin bîra me ku aştî nikare ji jor ve were ferzkirin; divê aştî ji jêr ve were fêrkirin û jiyîn. Her du jî bi bindestan bawer dikin. Bi wê zîrekiya sincî ku mirovên ji rêzê, dema ku hay ji hêza xwe bibin, dikarin şert û mercên xwe veguherînin. Ev bawerî şoreşgerî ye, ji ber ku ne stûyê xwe li ber bêhêvîtiyê û ne jî li ber çarenûsê ditewîne. Ew diparêze ku ramîn bi xwe çalakiyeke berxwedanê ye, û afirandina zanînê afirandina azadiyê ye.

Îro, em li ser gerstêrkeke wisa dijîn ku karesat veguheriye mufredateke dersê. Di cîhaneke ku şer, newekhevî û hilweşîna ekolojîk her roj me hînî bêhêvîtiyê dike. Ocalan û Freire tînin bîra me ku perwerdehiyeke din pêkan e: perwerdehiyeke ku xwe dispêre diyalogê, xwedîlêderketina dualî û pedagojiya hezkirinê. Hînkirina rexneyî, rêxistinbûna kolektîf, bi wijdanê tevgerîn; ev ne jestên akademîk in, lê şêwazên berxwedanê ne.

Pêşniyara aştiyê ya Ocalan, gava ku ji perspektîfa pedagojiya rexneyî were xwendin, ne tenê belgeyeke siyasî ye. Ev, mufredateke derbarê ji nû ve zayîna mirovî ye. Ew bangewaziyek e ji bo ji nû ve bi dest xistina hêza xeyalê ya sincî û giyanî ya ku kapîtalîzmê ew tine kiriye. Hem Freire hem jî Ocalan me hînî vê yekê dikin: rizgariya gelekî û rizgariya hişî, heman şoreş e ku bi zimanên cuda tê axaftin.

Û va ye, di wî zimanê hevpar ê azadiyê de, em destpêka aştiyê dibînin.

‘KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK VÎZYONA AZADIYÊ YA OCALAN E’

Hûn pedagojiyeke azadîxwaz a ku ji Paulo Freire îlhama xwe girtiye, pêş xist. Hûn di navbera prensîbên Ocalan ên “rêveberiya xweser” û “konfederalîzma demokratîk” û nêzîkatiya xwe ya pedagojîk de wekheviyan dibînin?

Konfederalîzma demokratîk, vîzyona azadiyê ya Ocalan e. Têgihîştineke azadiyê ye ku hêz bi rêya konsey û meclîsan diherike, û rehên xwe berdane nava axa civakan. Ew rêzepileya dewletê û vaca sar a kapîtalîzmê red dike; civakeke ku jin, kêmnetewe û civakên herêmî çarenûsa xwe bi xwe diyar dikin, û bi prensîbên femînîzmê, hestiyariya ekolojîk û aboriya hevgirtinê teşe girtiye, geş dike. Ev model, ku demekê tenê xeyala têkoşîna azadiyê ya Kurd bû, îro li her derê ji bo diyarkirina çarenûsa mirovî veguheriye pêşnûmeyekê. Demokrasiyeke bêdewlet û beşdar e ku ne ji jor ve hatiye bexşandin, lê ji jêr ve hatiye avakirin.

Xebatên min jî bi van fikran re hemaheng in, lê belê ez bêtir bala xwe nadim ser ji nû ve sêwirandina dewletê, lê didim ser rêxistinkirina dibistanan wekî komûnan an jî saziyên bingeh-civak. Di vî warî de, vîzyona Ocalan ji ya min hem pir berfirehtir (bi hûrgilî) û hem jî pir berfirehtir e.

Beşeke mezin a xebatên ku min di van çend salên dawî de meşandine, di cewherê parastinê de ye li hemberî êrîşên aktorên rastgir ên tundrew ên li ser sîstema perwerdehiyê. Ev derdor hewildanên ji bo pirrengî, wekhevî û dadweriya civakî wekî “hewldana ji nû ve endezyarkirina ruhê mirovî” bi nav dikin. Bifikirin, em behsa hawîrdoreke wisa dikin ku teşwîqkirina xwendekaran ji bo ramana rexneyî, wekî “tinekirina ruhê” zarokan tê pêşkêş kirin. Ev cure êrîşên manîpulatîf, li seranserê DYE’yê perwerdehiyê wêran dikin.

Ramana rexneyî êdî wekî hişyar kirin tê binavkirin. Di rastiyê de, her hewldaneke ji bo ku xwendekar hişmendiya siyasî bi dest bixin an li dijî saziyên zordar û ferzkirinên îdeolojîk ên rastgir ên tundrew rawestin, wekî “woke” tê etîketkirin. Ev êrîşên rastgir ên tundrew ên li DYE’yê, ji bo rêberên li welatên din jî bûne şablonek. Îro rêberên faşîst, di perwerdehiyê de bi hinceta dijberiya “woke”yê, gotarên bi heman rengî bi kar tînin. Ji Budapeştê heta Buenos Airesê, ji Romayê heta kûrahiya hişê mirovî, pêleke tarî di polan de belav dibe. Li Macarîstan, Îtalya û Arjantînê hikûmet, perwerdehiya “anti-woke” dikin çek; hewl didin zimanê zayenda civakî, pirrengiyê û ramana rexneyî ji holê rakin. Wezaret tên girtin, program tên belavkirin, zanîngeh dibin amûrên îdeolojîk. Û xwendekar radibin ser piyan, dengê wan li vê makîneya tunekirinê dixe.

Li Arjantînê, Milei sond dixwe ku “avahiya îdeolojîk a wokeîzma nexweş bişewitîne”; fonan dibire, saziyên ku jinan û kêmneteweyan diparêzin bêdeng dike. Li Macarîstanê, Orbán zanîngehan digire û nîqaşên derbarê jiyana LGBTQ+ de li dibistanan qedexe dike, vê êrîşê wekî “şerê çandî li dijî mêjî-şûştina globalîst” bi nav dike. Li Îtalyayê, Meloni, di bin navê parastina “kevneşopiyê” de, dixwaze malbatan û çînan bixe heman qalibî; perwerdehiya zayenda civakî û zayendiyê sînordar dike.

Bahoza ku li van welatan diqewime ne tenê polîtîk e, lê hebûnî ye: şerek e ji bo desteser kirina hêza xeyalê ya ciwanan, veguherandina pirsyariyê bo dogmayê, û diyalogê bo fermanê. Dîsa jî, di bin vê siyê de çirûskên berxwedanê venamirin. Di protestoyên xwendekaran de, di nîqaşên bi pistepist de, di nebza ramana rexneyî ya ku nayê bêdeng kirin de dibiriqin. Bahoza ji holê rakirinê çi qas dijwar bibe bila bibe, çirûskên pirsyariya rexneyî ji polekê diçin poleke din û radestkirina ji tariyê re red dikin.

‘AŞTÎ PÊWÎSTÎ BI VEJÎNEKE SINCÎ HEYE’

Hûn wisa difikirin ku pêvajoyên aştiyê tenê bi peymanên siyasî tên damezrandin, an gelo di asta civakî de pêwîstî bi “vejîneke sincî” jî heye?

Pêvajoyên aştiyê ti carî tenê bi peymanan nayên afirandin; ew pêwîstî bi cureyekî vejîna sincî, kîmyagariyeke bêdeng a wijdanê heye ku muzakereyê vediguherîne lihevkirineke rastîn. Pêwîstî bi demên epîfanîk heye, yanî têgihiştinên kûr, ku mirov pê fêm dike ku riya aştiyê bi xwe karekî pîroz e. Di vê çarçoveyê de, jiyana Maximilian Kolbe wekî mînakek ronîdar disekine. Wêrekî, fedakarî û baweriya wî nîşan dide ku aştiya rastîn hem şoreşeke navxweyî ye û hem jî peymaneke siyasî ye; ew îspata kapasîteya mirovî ye ku di bin mekanîzmayên zordestiyê de jî hezkirin û dadweriyê hilbijêre.

Di dema ku Maximilian Kolbe li Auschwitzê girtî bû, piştî ku mehkûmek reviyabû, li kampê zagona hovane ya deh can li hemberî canekî — Sippenhaft — dihat pêkanîn. Dema ku mehkûm xwe bi dîwaran ve dizeliqandin, di quncikan de asê mabûn, hewl didan ku di bin tava şewitî de nexuya bibin, gavên cerdevanan û fermanên wan mîna çakûç û birûskê dadiketin, her nêrîn tê wateya hikmê tunekirinê.

SS-Hauptsturmführer Karl Fritzsch, 10 mehkûm ji bo darvekirinê hilbijartin; di nav wan de, çawîşê Polonî Franciszek Gajowniczek jî hebû, yê ku di parastina Wielun û Keleha Modlin de bi wêrekî şer kiribû, ji dîliyê filitîbû, heft mehan li ber êşkenceya Gestapo li ber xwe dabû û tevlî berxwedanê bûbû. Qîrînên bêhêvî yên Gajowniczek ji bo jin û zarokên wî, ji hêla Kolbe ve hatin bihîstin; Kolbe derket pêş û li şûna wî jiyana xwe feda kir.

Gajowniczek, berê jî gelek caran ji mirinê filitî bû: ji bo tolhildana tunekirina trênê ji hêla partîzanan ve ji bo darvekirinê hatibû hilbijartin, paşê bi alîkariya hevalên xwe yên mehkûm û doktorekî leşkerî ji teşenekbûyîna tîfûsê xilas bûbû. Paşê, ew fikirî ku fedakariya Kolbe hêza jiyanê daye wî, hiştiye ku ew malbata xwe biparêze.

Kolbe, bi neh mehkûmên din re, li “Bloka Mirinê” ya Blok 11ê di şaneya birçîbûnê de hate girtin; ev cih qadeke kujer bû ku darvekirin û ceribandinên Zyklon B lê dihatin kirin. Di bê ronahî, bê hewa û bêhêvîtiyê de, dema ku birçîbûn û tîbûnê ew tune dikirin, dengê Kolbe ji valahiyê derbas dibû û bi îlahî, dua û misogeriya dilovaniyê bilind dibû, yên din ji aliyê giyanî ve têr dikir. Bi awayekî balkêş, Kolbe di vê şaneya dojehî de du hefteyan sax ma, neh mehkûmên din bi kilam û duayan li ser piyan girtin. Di dawiyê de, bi derziya asîda karbolîk hate kuştin û çalakiya herî mezin a hezkirinê temam kir.

Ew kesê ku Kolbe ji bo rizgarkirina jiyana wî canê xwe da, Franciszek Gajowniczek, ji şer sax filitî û diyariya jiyanê ya Kolbe hilgirt. Bi dehsalan şûnda, di sala 1982’an de, bû govanê ragihandina Kolbe wekî ezîz ji hêla Dêra Katolîk ve.

‘AŞTÎ BI GOTINAN LI SER PIYAN NAMÎNE, PRAKTÎKÊ DIXWAZE’

Hûn dibêjin, “Demokrasî ne milkê hêzdaran e, lê soza hevpar a mirovahiyê ye.” Îro ji bo jiyandina vê sozê, çi berpirsiyariyên gelan hene?

Aştî û demokrasî tenê bi gotinan nikarin li ser piyan bimînin. Bi taybetî di têkoşîna Kurd de, pêwîst e Enqere sozê veguherîne hiqûqê. Ev berpirsiyariya herî bingehîn e. Banga Kurdan eşkere ye: efûyeke giştî ji bo kesên ku demekê çek hilgirtine, azadiya axaftin û perwerdehiyê bi zimanê xwe, û serbestberdana wan dengên girtî yên ku wêrekiya xeyalkirina wekheviyê kirine. Ev ne tawîz in; bingeha baweriyê ne.

Soza demokrasiyê ne bi îmzeyên li ser parşomenan, lê bi hişyariya wijdanê tê parastin. Hikûmet berpirsiyariya pîroz a dadweriyê hildigirin: veguherandina mekanîzmayên hêzê bo amûrên rûmetê, anîna bîra xwe ku aştî ne tenê nebûna pevçûnê ye, lê hebûna dadwerî, rastî û tevlêbûnê ye. Divê gel jî vî agirî biparêzin: li hemberî xemsariyê rawestin, daxwaza hesabpirsînê bikin, û di wan kesên ku demekê wekî dijmin hatine binavkirin de jî mirovatiyê bibînin. Ji ber ku dema aştî çêdibe, ew wekî pitikekê ye,  hem di destên rêveberan de û hem jî di destên welatiyan de nazik e — û heke yek rûyê xwe bizivirîne, ew tevli tozê dibe û winda dibe.

Jiyandina vê sozê tê wateya avakirina wê li ser wêrekiya me ya guhdarkirina cîhanê, lihevkirinê û efûkirinê her roj, û anîna bîra xwe ku demokrasî bi xwe keda rojane ya aştiyê ye.

‘NETEWEPERESTÎ LI PÊŞIYA AŞTIYÊ ASTENGİYA HERÎ MEZIN E’

Baş e, gelo neteweperestî hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê yek ji astengên sereke yên li pêşiya aştiyê ye?

Belê, ez teqez wisa difikirim. Min bi taybetî neteweperestiya Xiristiyanî û entegralîzma Katolîk rexne kir. Û ez Katolîkek im. Ez wê nêrînê diparêzim ku divê dêr û dewlet ji hev cuda bin. Rola Dêrê di dîktatoriyên faşîst de ev ders da min.

Neteweperestî li cîhanê pirsgirêkeke cidî ye ji ber ku dilsoziyê vediguherîne qefesekê û enerjiya civakan li dijî wan bi kar tîne. Ew hêzê bi kirasê fezîletê dixemilîne, mirovan qanih dike ku li dijî dijminên xeyalî şer bikin û nemafiyên kûrtir ên ku jiyana wan teşe dikin paşguh bikin. Ew cîhanê weke “em” û “ew an” parçe dike, empatiyê di nav sînorên ku bi tirs û îdeolojiyê hatine kişandin de heps dike û nahêle em berjewendiyên xwe yên mirovî yên hevpar bibînin.

Em bandorên wê li her derê dibînin. Di perwerdehî, medya û siyasetê de, ew rê li ber pirsyariyê digire, diyalogê lawaz dike û li cihê eleqeyê, lihevkirinê datîne. Gava neteweperestî ji kontrolê derdikeve, ruhê mirovî ber bi dabeşbûn û domandina hêzê ve dibe, ne ber bi dadwerî, azadî û berpirsiyariya kolektîf ve.

Ji ber vê yekê ye ku ez bawer dikim ku ew îro li cîhanê yek ji mezintirîn astengiyên li pêşiya avakirina aştiyê û domandina demokrasiyê ye.

 

‘BÊDENGÎ HEM STRATEJÎK E HEM JÎ BI MEBEST E’

Hûn dibêjin, “Divê cîhan pişta xwe nede banga aştiyê ya Ocalan”. Hûn li ser xemsariya civaka navneteweyî ya ji bo têkoşînên aştiyê yên li Rojhilata Navîn, bi taybetî ji bo meseleya Kurd, çi difikirin?

Dema mijar dibe meseleya Kurd, xemsariya cîhanê hem stratejîk e hem jî bi mebest e. Têkoşîna Kurdan, ji ber ku li gorî berjewendiyên jeopolîtîk an aborî yên dewletên hêzdar, bi taybetî DYA’yê, nîn e, gelek caran tê paşguh kirin; lê pevçûnên din bal û çavkaniyan werdigirin. Petrol, tifaq û hesabên herêmî diyar dikin ku çavên navneteweyî dê li ku bin, û Kurdan bi giranî tenê dihêlin ku bi serê xwe rûbirûyî tûndî û zordariyê bibin.

Ev xemsariya bijartî, ne nezaniyê ye, lê bijareyeke bi zanebûn e; hesabgirtineke sar e ku tê de hêz li şûna dadweriyê ye. Dubare kirin pêwîst e, ev xemsariya bijartî ne rasthatî ye; ew bijareke bi mebest e û neynika binesaziyên hêza gerdûnî ye ku domdar û qezencê ji dadwerî û rûmeta mirovî nirxtir dibînin.

Dîsa jî, wêrekî û berxwedana gelê Kurd,  çi qasî pişta xwe bide jî, me neçar dike ku em şahidiyê bikin.

‘TÊKOŞÎNA KURDAN QADEKE CERIBANDINÊ YE’

Hûn têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, di çarçoveya berfirehtir a têkoşînên dadwerî û azadiyê yên gerdûnî de, li ku bi cih dikin?

Berî her tiştî, min ê têkoşîna Kurdan wekî qadeke ceribandinê, laboratuwareke dibetiyan bixista navendê. Weke qadeke ku ruhê mirovî sînorên azadî û hêza xeyalê diceribîne. Ev ne belavkirina jiyanan li ber bayê rasthatî ye; berovajî vê, ew ceribandineke bi zanebûn, hema bêje pîroz e. Derketina holê ya vîzyona Abdullah Ocalan, siyasetê ne tenê wekî stratejiyekê, lê wekî nebza zindî ya demokrasiya rasterast û xebata azad a saziyên sincî û siyasî yên civakê dibîne. Vîzyona wî, azadî bi xwe ye ku bûye xwedî goşt û hestî.

Di navenda vê vîzyonê de rizgariya jinê geş dibe. Ji ber ku Ocalan, bindestiya jinan wekî siya ku di koka hemû serweriyên din de ye dibîne. Divê her şoreşeke rastîn ji vê jidiliyê çavkaniyê hilde; azadiya jinê, xîmê bingehîn ê azadiya mirovahiyê pêk tîne. Li gel vê, Ocalan xeyalek ekolojîk, nêzîkatiyek ku di pedagojiya krîtîk de wekî “eko-pedagojî” tê binavkirin, jî derdixe holê; ew civakekê xeyal dike ku tê de teknolojî, aborî û hewldanên mirovî dikarin bi dinyayê re di nav ahengekê de bijîn. Serhildanek li dijî pîşesazîbûna wêranker a ku modernîte birîndar kiriye.

Ocalan, bi reşên ceribandinên sosyalîzmê yên ku di sedsala 20’an de di bin bizarên pîşesazî yên dewlet-netewe û împaratoriyên kapîtalîst de hatine pelixandin re, rû bi rû dimîne û sosyalîzmê wekî qadeke jiyanê ya sincî û siyasî ji nû ve daxwaz dike. Qadeke jiyanê ya ku li ser bingeha modernîteya demokratîk, xwecihîbûna radîkal û rêxistinkirina baldar a kapasîteya mirovî ya ku dê cûdahiyên herêmî birêve bibe, hatiye avakirin.

Bi vî awayî, têkoşîna Kurd ji mijareke tenê man-û-nemanê an jî nasnameyê derdikeve; dibe laboratuwareke xeyala demokratîk a bi hêz, ceribandineke ku dinirxîne ka civakek dikare bi azadî nefesê bistîne yan na, bi hevsengkirina dadwerî, wekhevî û hişmendiya ekolojîk. Ev ceribandineke hebûnî ya potansiyela sincî û siyasî ya mirovahiyê ye; wêrekî, berpirsiyarî û hêza xeyalê ji hev nayên veqetandin û asoya dibetiyan ji tiştên naskirî û zanînê wêdetir diçe.

‘HELWESTA CIVAKA NAVNETEWEYÎ ANALÎZA OCALAN PIŞTRAST DIKE’

Rastiya ku civaka navneteweyî nikare van dibetiyan bigire – an jî dibe ku naxwaze – rastiya analîza Ocalan piştrast dike. Ev yek bi tundî tîne bîra me ku xeyala sincî û siyasî di cîhaneke ku li ser bingeha hêz û hesaban ava bûye de, çiqas şikestî ye. Ji ber vê yekê ye ku divê em banga hesabpirsînê li civaka navneteweyî bikin; berî ku ev ceribandin ji ber sersariyê winda bibin, û berî ku şoreşgerên mîna Ocalan bibin bermayiyên rabirdûyê.

Heke derfeta we hebûya ku hûn rasterast bi Abdullah Ocalan re biaxivin we yê bixwesta li ser çi bi wî re nîqaş bikin?

Min ê ji Ocalan bipirsiya ku divê di pêşerojê de çi were kirin, ew ji bo mirovahiyê bîne cem hev û tiştên ku wî dest pê kirine bi pêş bixe, dê kîjan rêyan biceribîne. Pirsîna vê yekê tê wateya rûbirûbûna bi peywira lezgîn a domandina vîzyoneke ku cîhanê neçar dike ku kapasîteya xwe ya dadwerî, wekhevî û azadiyê bi bîr bîne. Tê wateya ku em ji kesên ku li hemberî guhertinê xemsar in re bi bîr bixin ku heta ku di bin siya rehetîyê de be jî, hewldanên mirovahiyê yên ji bo ji nû ve avakirinê, xeyalkirinê û tevgerê nayên terikandin.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Sîstema ku gotin, raye û biryar di destê civakê de ye: Demokrasiya Muzakereyi
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Siberoja Rojava bi berxwedana şoreşê ve girêdayî ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku siberoja Rojava, girêdayî berxwedana gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hevşaredara Cizîrê salek û 3 meh ceza hate birîn

Li Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tûnç salek û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me!

KCK’ê têkildarî hevdîtinên şandeya Îmraliyê daxuyanî da û got, “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Rêber Apo re hat weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Wanê mirina bi guman a ciwanekî girtî

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump muzakereyên bazarî yên bi Kanadayê re bi dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Stenbolê 9 ciwan hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?