Şemî, 8 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tecrûbeyên komînê-1: Rêxistinbûnên destpêkê yên li dijî dewletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî pêşniyara guhertina xala 4’an a pêşnûmeyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yenî Partî: Em ê tevî kêmasiyan piştgirî bidin pêşnûmeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd deriyê hiqûqê vedibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Banga Birêz Ocalan banga aştiya Rojhilata Navîn e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Firat û şehîdên Ragihandina Azad li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Qereman Şukrî tevî efûya taybet jî li girtîgehê tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Em ê tu carî dest ji têkoşîn û daxwaza edaletê bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Em ê şînê veguherînin berxwedanê û jinûve ava bikin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Em ê şînê veguherînin berxwedanê û jinûve ava bikin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku li Hatayê bi mexdûrên erdhejê re civîna koma Meclîsê ya partiya xwe li dar xist got, "Em ê şînê veguherînin berxwedanê. Em ê jinûve ava bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîna koma Meclisê ya heftane li Hatayê ku di erdhejê de herî zêde welatiyan li vir jiyana xwe ji dest dabûn, li dar xist. Civîn, li eywana Komeleya Alîkariya Civakî û Piştevaniyê ya Harbiyeyê (HASYAD) hat lidarxistin û li gel endamên partiyê, parlamenter û gelek mexdûrên erdhejê û Dayikên Aştiyê yên li Îskenderûnê jî tev li bûn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî yekemîn salvegera erdhejê nirxandin kir û welatiyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. 
 
‘GEL TERKÎ MIRINÊ KIRIN’
Hatîmogûllari got ku tişta herî girîng a êş û hêrs mezin kirî ew bû ku bi zanebûn û bi dilxwazî gel terkî mirinê hatin kirin. Hatîmogûllari, wiha domand: “Hêrsa herî mezin, li dijî pergalê ye. Li dijî îktîdara ku bi hawara me nehat hêrs heye. Me di serî de got ku dewlet tune bû, bi ser re salek derbas bû lê hêj jî dewlet li holê xuya nake. Vaye hêj ji kêliyên ewil ve hemû derfet ji bo çeteya pêncan hatin seferberkirin. Heke dewletê derfetên heyî seferber bikira, heke ew makîneyên kar bi mehan piştre ne ji bo îhaleyan lê di dema erdhejê de ji bo xelaskirina birîndaran bihatina dê nîviya kesên me windakirin bihatina rizgarkirin. 
Di dema erdhejê de li Hatayê komên rizgarkirinê yên ji hêla şaredariyan ve hatine şandin ji  me re gotin; ‘heke hûn bikarin kemçeyan peyda bikin, em ê bikarin gelek kesan rizgar bikin. Li Samandagê em li her deverê li kemçeyan geriyan lê me tenê yek peyda kir. Em terkî mirinê haitn kirin û em bi sedan caran bimirin û dîsa zindî bibin jî dê vê ji bîr nekin. Dê hêrsa me tu caran danekeve. Dema digot ‘dewlet tune ye’ ji me re digotin çi eleqeya xwe pê heye. Ji saetên ewil ve li Hatayê bûm. Dema mirovan banga ‘min xelas bikin’ dikirin, me dît ku AFAD û kadroyên eleqeya xwe bi wan tune li kêleka rê temaşe dikirin. Me ji wan re kemçe, mer, tevir û hîltî anîn. Me dît bê ka saziyên vê îktîdarê çawa riziyane û çawa ji mirovahiyê derketine. Piştre em hîn bûn ku AFAD kon û konferveyan difiroşe. Me di vê erdhejê de ew rûyê kambax ê AFAD, Heyva Sor û îktîdarê dît. 
 
POLÎTÎKAYÊN TAYBET Û CIHÊKARIYÊ MEŞANDIN
Em spasiya torên piştevaniyê dikin ku di dema erdhejê de û niha piştgiriyê didin mexdûrên erdhejê. Hêj niha jî dewlet li herêmên erdhejê xuya nake. Em tevek dizanin ku li Hatayê polîtîkayeke taybet meşandin. Di serî de li dijî civaka elewî, me bi awayeke eşkere dît bê ka li Hatay û Antakyayê cihêkariyeke çawa hat kirin. Dê dîrok xêzik bi rêzik bi rêzik, peyv bi peyv, tîp bi tîp vê cihêkariya li me hatiye kirin binivîse. 
 
HÊVÎ BÛ BERXWEDAN
Li gundê Dîkmeceyê binêrin. Gelemperiya wê ereb in û bi lez û bez ji bo wê derê biryara îstîmlaqkirinê dan. Rojekê peyamek ji bo telefona we tê û hûn dibînin ku tapûya erdê we ne ya we ye. Ji mexdûrên erdhejê re dibêjin ‘herin pereyê xwe wergirin, me ew der îstîmlaq kir.’ Weke ku hûn jî dizanin gundiyên Dîkmeceyê li ber xwe dan û xwedî li xak, gund û darên zeytûnan derketin. Berxwedaneke bêhempa raber kirin û bi ser ketin. Ji hêla hiqûqî ve jî bi ser ketin. Ez spasiya xwe pêşkeşî wan tevan dikim. Berxwedana wan ji bo me bû hêvî û mînak. 
Di nava salê de qanûneke nû derxistin. Gelek dever weke qadên rezervê hatin ragihandin. Ev qanûn, qanûneke talûke ye. Ji ewil jî li Hatayê xistin meriyetê. Li Hatayê, Antakya, Defne û Samandagê 207 hektarên erd weke qadên rezervê hatin ragihandin. Êdî li vir çawa bixwazin dê wisa tevbigerin. Qanûneke wisa ye ku bi hezaran kesan mexdûr dikin. Dê Hatayê bi vê qanûnê weke laboratuarê bi kar bînin. Dê AKP her qadê li ber rantê veke. Derdê wan tenê ev e. Em careke din bang li AKP’ê dikin ku vê qanûnê betal bikin û xaka gel li wan vegerînin. 
 
BAL KIŞAND SER POLÎTÎKAYÊN KOÇBERKIRINÊ
Îktîdara AKP’ê çima li Hatayê tune bû. Li vir bi dehan sala ye polîtîkayên pişaftinê dimeşînin. Bi sala ye dixwazin erebên elewî ji vir bidin koçberkirin. AKP’ê erdhej weke firsend dît û dixwaze demografyaya herêmê biguherîne. 
Dibêjin dê bajarên ku bikarin xwe li ber erdhejê bigirin ava bikin. Lê ew ne qala bajarên saxlem, qala bajarên ku canê welatiyan tune dihesibînin dikin. Tevahiya çavkaniyên vî welatî pêşkeşî çeteya pêncan hatine kirin. Welatî mexdûr kirin. Piştî erdheja Golcukê bacên erdhejê hatibûn komkirin. Li gorî hesabên hevalên me, bi wan bacan dikarin milyonek û 300 hezar avahiyan ava bikin. 
Weke DEM Partiyê me guh da dengê mexdûrên erdhejê û me ji bo pirsîna aqûbeta kesên winda me li Meclisê xwest ku komîsyona lêkolînê bê avakirin lê bi dengên AKP-MHP’ê hate redkirin. Ew çi bikin jî em bi cihekî ve naçin. Em ê êşa xwe bi tu awayî ji bîr nekin. Em ê şîna xwe bigirin û hesaba wan ji berpirsyaran bipirsin. Em ê li vir bin û bajarên xwe bi hev re û jinûve ava bikin. Ez bi van hestan we bi rêzdarî silav dikim. Em ê bi hev re bi ser kevin.” 
 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HATAY

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di salvegera erdhejê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin
Nûçeya Pişt re Kesên li Silopiyayê hatin qetilkirin li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG: Herêmên Parastinê yên Medyayê 51 caran bi balafirên şer hatin bombekirin

HPG'ê ragihand ku Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Divê Kurd tevlî vî şerê hebûn û rûmetê bibin!

KCK: Ev êriş komployek li dijî Kurdan hemûyan e. Lewma divê her Kurd van êrişan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanan ji Rêberê Gelê Kurd re name şandin

Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Îmraliyê re 1000…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tecrûbeyên komînê-1: Rêxistinbûnên destpêkê yên li dijî dewletê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 8’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî pêşniyara guhertina xala 4’an a pêşnûmeyê kir

Ji aliyê Stêrk TV

Yenî Partî: Em ê tevî kêmasiyan piştgirî bidin pêşnûmeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?