– Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
– Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk ku daxuyaniya dawî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê nirxand, diyar kir ku divê desthilatdarî êdî gavekî erênî biavêje û bilêv kir ku eger gav bê avêtin wê pêvajo erênîtir pêşve biçe.
– Sekreterê Şaxa Egîtîm-Senê ya Amedê ya Hejmara 1’an a Sînan Gunduz, destnîşan kir ku divê qanûnên ji bo perwerdeya zimanê dayîkê pêşwazî bike werin derxistin û got: “Divê dewlet dev ji ferzkirina tekparêziyê berde û ji bo hawirdorekî demokratîk gavê biavêje.”
– Prof. Alejo Vargas Velásquez, balkişand ku şertên Rêber Apo yên başkirinê wek astengiyeke ku nayê derbaskirin ê û got: “Di pêvajoyên aştiyê de avakirina baweriyê gav bi gav pêş dikeve. Tam bêçekbûn destpêk nîne, encama ku pêvajo digihîje ye.”
– Yuksel Genç û Huseyîn Kuçukbalaban ku vekişîna PKK’ê ji qada Tirkiyeyê nirxandin, diyar kirin di serî de Rêber Apo, PKK’ê û gelê Kurd ji bo aştiyê erkên xwe yên li ser wan dikeve pêk anîne û divê dewlet jî gavên pêwîst biavêje.
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		