Ji beşdarên Baskê Wanê yê Meşa Mezin a Azadiyê Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû got, “Di mijara misogekririna azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan de biryardariyeke mezin heye. Ev meş jî beşek ji vê biryardariyê ye.”
Parlamenter Ayten Kordû li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û got, “Li her devera ku em jê derbas dibin, ji aliyê gel ve bi coşeke mezin têne pêşwazîkirin. Bi rastî jî me hêz û moraleke mezin wergirt. Weke ku tê zanîn girtî di greva birçîbûnê de ne, bi pêşengiya xizmên girtiyan jî Nobeda Edaletê dewam dike. Di mijara azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan de biryardariyeke mezin heye. Ev meş jî beşek ji vê biryardariyê ye. Bi taybetî jin û dayikên me bi kelecaneke mezin me pêşwazî dikin.”
Kordû ragihand ku jin pêşengiyê ji vê meşê re jî dikin û got, “Hiştina Birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de tê wateya tecrîdkirina gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê. Tecrîdkirina mafên me ye. Ya rast, girtîgeheke mezin hatiye afirandin. Em hem ji bo azadiya xwe, hem jî ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan vê têkoşînê dimeşînin. Dema ku tecrîd bi dawî bû hingî wê çareseriya demokratîk destpê bike. Ji ber vê yekê azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan divê teqez bê pêkanîn.”
‘EM Ê BI MEŞA XWE SERKETINÊ MISOGER BIKIN’
Kordû diyar kir ku divê maseya danûstandinan ji nû ve bê danîn, diyalog ji nû ve bê destpêkirin û got, “Em jin baş zanin ku bi danûstandin û diyalogê dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Hem ji bo azadiya xwe, hem ji bo azadiya Birêz Ocalan hem jî ji bo azadiya gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê em ê vê Meşa Mezin a Azadiyê heta dawiyê dewam bikin. Em hemû zanin ku meşa me ya azadiyê ye. Em ê vê meşê teqez bi ser bixînin. Em ji vê bawer dikin. Bi moral û hêzeke mezin em tevdigerin.”