Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand ku li Stenbolê ew ê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê û namzetên wan wê heta 9’ê Sibatê eşkere bibin.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî biryarên ku di civîna Desteya Rêveber a Navendî de hatine dayîn, li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê lidar xist.
Ayşegul Dogan ragihand ku li Stenbolê ew ê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê û namzetên wan wê heta 9’ê Sibatê eşkere bibin.
Ayşegul Dogan wiha got: “Em dibêjin ku ji bo Stenbolê niha dema DEM’ê ye, êdî wext hat. Ji bo Tirkiyeyê dema DEM’ê ye.”
Berdevka DEM Partiyê pirsa têkildarî namzetiya Başak Demîrtaş jî bersivand. Ayşegul Dogan dubare got ku wê heta 9’ê Sibatê navê namzetan parve bikin. Dogan diyar kir ku Başak Demîrtaş jî di nava hewza namzetiyê de ye.