Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyûrdê aktîvîtiya “Ji Îmraliyê re 1000 name” li dar xist. Aktîvîteya ku gelek ciwan tevlî bûn de bi rêzgirtinê dest pê kir. Di aktîvîteyê de her tim dirûşmeyên “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
Di aktîvîteya ku sînevîsyon hate pêşkeşkirin de Koma Hevra stran gotin û Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê jî şano lîst. Piştî çalakiyan ji bo ku ji Rêberê Geleê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re bên şandin name hatin nivîsîn. Ciwanan di nameyan de fikr û ramanên xwe yên ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandin û name şandin.