Merasîma bîranînê, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê ve hate organîzekirin.
Merasîm, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê û berzkirina dirûşmeya; ‘’Şehîd Namirin’’ dest pê kir.
Beşdaran, têkoşîn û fedekariya Gabar Rojava ku bûye sembola hevgirtina enternasyonal dubare bi bîr anî.
Hevserokên Navenda Civakî di axaftinên xwe de diyar kirin ku Gallagher li peravên Kanadayê yên bêdeng di nava malbateke mutewazî de mezin bûye û guh daye wijdana xwe û berê xwe daye xakên Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: ‘’Em hevrêyê xwe yê ku ji bo rûmet û azadiya mirovahiyê giyanê xwe feda kiriye, bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin.’’
Ev gotinên dayika şehîdî Valerie Gallagherê, di merasîmê de dubare hatin bibîranîn: ‘’Gelekî biaqil, biînad bû û tişta rast bi awayekî teqez dikir.’’
Her wiha di merasîmê de ev gotinên Gallagher ên têkildarî têkoşîna enternasyonal hatin xwendin û bûn yek ji xemgîntirîn kêliya merasîmê:
‘’Ji bo pêşîlêgirtina bobelata ku em weke şaristaniyekê rû bi rû mane, ez amade me ku jiyana xwe feda bikim. Kurdistaneke azad, dibe ku ji bo enternasyonalîstan bibe armanceke baş. Lê belê em, bi qasî ku jiyana xwe ji bo tiştekî ku ji her tiştên nifşê me heya niha lê rast hatiye girîngtir û rasttir biavêjin rîskê, bi şens in.’’
Dayîk û xwişka şehîdî yên tevlî merasîmê bûn hêsirên çavên xwe negirtin û spasiyên xwe li Kurdistaniyan kirin. Dayîka şehîdî Valerie Gallagher got: ‘’We kurê min ji bîr nekir. Hûn hemû hevrêyên wî ne. Ez gelekî spasiyên xwe li we û gelê Kurdistanê dikim.’’
WIJDANA SERDEMEKÊ
Di daxuyaniya merasîmê de hate destnîşankirin ku Gallagher bes ne şervanek bû di heman demê de wijdana serdemekê bû.
Piştre ev yek hate gotin: ‘’ Ger Che Guevara, sembola serhildana sedsala 20’an be, John Robert Gallagher (Gabar Rojava) j, sembola rûmeta sedsala 21’an e.’’
Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê jî ev yek anîn ziman: ‘’ John Robert Gallagher ji bo me û mirovahiyê jiyana xwe feda kir. Em ê tu caran vê fedekariya wî ji bîr nekin. 60 milyon Kurd wê heya heyayê minetdarê wî be û em tim û tim ji wî hez bikin.’’
Merasîm, bi çepik û berzkirina dirûşmeya; ‘’Şehîd Namirin’’ bi dawî bû.

