Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek li Girtîgeha Edîrneyê serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli kirin.
Heyetê piştî hevdîtinê li ber girtîgehê daxuyaniyek da. Hevberdevka HDK’ê û Parlamenter Meral Daniş Beştaş jî li Girtîgeha Kandirayê serdana Fîgen Yuksekdag kir. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Tulay Hatîmogûllari destpêkê silavên Demîrtaş û Mizrakli ragihand û anî ziman ku Doza Kûmpasê ya Kobanê di dîroka Tirkiyeyê de hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê siyasî ve deqeke reş û tarî ye.
Tulay Hatîmogûllari got, “Hevalên me bi rengekî neheq û bêhiqûqî nêzî 10 sal in girtî ne. Têkildarî vê yekê, weke ku raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê zane, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryareke gelekî girîng daye. Ne yek, sê biryarên DMME’yê hene. Ya yekemîn 20’ê Mijdara 2018, ya duyemîn 22’ê Kanûna 2020, ya sêyemîn jî 8’ê Tîrmeha 2025’an hate dayin. Di biryara dawî ya 8’ê Tîrmehê de roja dawî Tirkiyeyê îtiraz kir. Lê belê ev îtiraz ji aliyê DMME’yê ve hate redkirin. Bi vî rengî biryara DMME’yê ya 8’ê Tîrmehê tekez bû. Têkildarî vê yekê parêzerên partiyê û parêzerên Demîrtaş û ehvalên din ketin nava hewldanên pêwîst. Em niha li benda encamekê ne. Encama ku em li bendê ne jî ew e ku biryara DMME’yê bi cih bê anîn. Bêyî ku saetekê li bendê bisekine, bêyî ku deqeyekê li bendê bisekine divê Demîrtaş, Yuksekdag û hemû hevalên me yên ji Doza Kobanê girtî ne tavilê bêne berdan.”
Tulay Hatîmogûllari, piştre jî peyama Demîrtaş xwend. Peyam wiha ye: “Di serî de silav û hezkirinên xwe ji gelê me yê hêja û kedkarên çapemeniya azad re dişînim. Hêvî dikim ku komîsyona çareseriyê ya Meclisê di demekî herî nêz de biryareke dilwêrek bide û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Hêvî û daxwaza me ev e. Ji ber ku şerê 50 sal in didome, bi temamî ji holê radibe. Di van 50 salan de her tim polîtîkayên ewlehiyê esas hatin girtin. Di encama vê de mixabin bi deh hezaran ciwanên me canê xwe ji dest dan. Niha jî tişta heta niha nehatiye ceribandin tê ceribandin. Ger pêwîst bike divê wekîl rîskên siyasî bidin br çavan û ji bo rûpelekî nû yê aştiyê biçin Îmraliyê.”

