Polîtîkayên bêcezatiyê yên dadweriyê û şîdeta ku ji hêla pergala baviksalar ve tê afirandin her meh dibe sedema komkujiyên nû yên jin û zarokan. Jin gelek caran ji hêla mêrên herî nêzîkî wan ve di malên xwe de têne kuştin. Tevî vê şîdeta sîstematîk a mêran ku li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dike, jin dev ji têkoşîna xwe ya ji bo azadî û jiyanê bernadin.
Li gorî daneyên ku ajansa JINNEWS’ê berhevkirine di meha Cotmehê de 25 jin û zarokek hatine qetilkirin. Mirina 8 jin û 3 zarokan jî bi guman e.
Li Edîrne jinek, li Kayseriyê 2, li Îzmîrê 5, li Yalovayê 1, li Denîzliyê 1, li Manîsayê 1, li Çanakkaleyê 1, li Stenbolê 4, li Enqerê 1, li Zonguldakê 1, li Mereşê 2, li Çankiriyê 1, li Boluyê 1, li Edeneyê 1, li Sêrtê 1, li Kocaeliyê jinek hat qetilkirin.
25 jin û zarokek hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya tundiyê ku ji aliyê JINNEWS’ê ve hatî parvekirin, di meha Cotmehê de 25 jin û zarokek hatine qetilkirin.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

