Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ve hate kirin.
Parêzeran serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan û ragihandin ku ew dixwazin bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin.
Peywendiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dinyaya derve re bi temamî hatiye qutkirin. Ti bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayê dayîn, di hin rewşan de piştî bi mehan ji parêzeran re dibêjin ku cezayê disîplînê heye.
Li gorî rapora dawî ya ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 17’ê Çileyê weşandî;
-Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve di navbera Gulan-Tebaxa 2019’an de tenê 5 hevdîtinên bi parêzeran re pêk hatin; ji vane hevdîtina dawî jî 7’ê Tebaxa 2019’an hate kirin.
-Ji sala 2014’an û vir ve tenê 5 hevdîtinên bi malbatê re pêk hatin.
-3’yê Adara 2010’an hevdîtina bi birayê wî re pêk hat.
-Ji roja destpêkê û vir ve tenê 2 caran (27’ê Nîsana 2020 û 25’ê Adara 2021’an) hevdîtina bi telefonê pêk hat.
-Hevdîtina bi telefonê ya 25’ê Adara 2021’an di nava wextekî pir kurt de di nîvî de hat qutkirin û ji wê rojê û vir ve agahî jê nayê girtin.