Rêber Apo di manîfestoya xwe ya dawî de bi taybetî anî ziman ku ji bo birêxistin û avakirina komunan şaredarî gelekî girîng in û bi plansaziyeke baş li ser rêveberiyên xwecihî pêvajoyên komunbûnê yên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dikare bigihêjin gel.
Li Kurdistanê bidestxistina şaredariyan ji aliyê tevgera siyasî ya Kurd ve serketineke gelekî mezin a têkoşîna azadiyê ye. Berxwedana ku ji asta kêmî sifirê destpê kir, veguherî ast û qonaxeke welê ku êdî nikare bê înkarkirin. Şaredarî ku qadên herî mezin ên bicihanîna nêzîkatiyên qirker û hegemonîk ên desthilatdariyê bûn, ketin destê rêveberiya tevgera siyasî ya Kurd.
Ya rast ev yek şoreşek e. Gelê Kurd ku Rêber Apo ji bo wê digot, ‘Gelekî ku newêrî bû navê xwe jî bilê bike” bêyî ku dewletekê ava bike, bêyî danîna sînoran rêveberiyên xwe xistibû destê xwe û gaveke bingehîn ber bi azadiyê ve avêtibû.
Di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de şoreş ne bidestxistina desthilatdariyê ye; şoreş bi gelbûyînê re rêvebirina gel a xwe bi xwe ye. Lewma pêvajoya ku di dawiya salên 1990’î de destpê kir, nîşaneya pêkhatina dirûşma wê demê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd e.
Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di nava salên 1990’î de dema ku digot, “Vejîn temam bû, dor hatiye rizgariyê” mebesta xwe ev bû.
Her çend kesên ku şaredarî bi rê ve dibirin neketin nava nêzîkatiyeke rast, nirxên hatin afirandin û destketî bi şaşitiyan paşve xistin jî baweriya gelê Kurd a bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û nêzîkatiya rexnegir a ku tevgerê da gel, di sererastkirina van şaşitiyan de roleke girîng lîst.
Gelê Kurd bi Tevgera Azadiyê re gihîşt asta gelekî welê ku xwe guhert, bi pêş ket û lêpirsî; ji asta binê sifirê xwe jinûve afirand. Ya rast di vir de mirov dikare rastiya nêzîkatiya komunê ya Tevgerê bibîne.
Gelê Kurd ku gihîşt wê astê ku kesên bi xwe hilbijartiye jî rexne dike, şaşitiyên wan tîne ziman, di dema nû de jî bi nêzîkatiyeke rast dikare komunbûnê bi ser bixîne. Ya pêwîst ew e ku yên di nava rêveberiyên xwecihî de xwedî wezîfe ne helwesteke rast nîşan bidin.
RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ Û KOMUN
Komun ew avanî ne ku jiyana rojane bi rêxistin dikin û her qada jiyanê bi mejiyekî jiyana nû bi rêk û pêk dikin. Dİ nava rêxistiniya komunê de wateyek dewlet an jî desthilatdariyê nîne. Armanca bingehîn afirandina rêxistinî û rêveberiya gel bi xwe ye.
Rêber Apo dema ku komunan weke avaniyeke nebe nabe ya têkoşîna sosyalîst pênase dike, wiha dibêje:
“Pêkan e ku komun li her qada jiyanê -qadên perwede, çandî, hunerî û zanistî- bê bicihkirin. Her wiha pêkan e ku jiyana civakî û polîtîk jî komun û demokratîk bibe. Welatî-kesayetê azad tenê di nava vê jiyana komunal a demokratîk de dikare bê afirandin.”
Diyar dike ku şaredarî di vê çarçoveyê de destketiyeke girîng e; bi rêya şaredarî û rêveberiyên xwecihî rêxistiniyeke mezin a komun dikare bê afirandin. Lê belê di vir de girîng e ev yek bê destnîşankirin: Rêxistiniyek tenê bi lêkirina navê ‘Komunê’ nabe komun. Piştî ku pêwîstiyên rêxistiniya komunê bi cih nehate anîn, lêkirina navê wê ne girîng e, ne bi wate ye. Mesele ne ew e ku navê wê ‘komun’ be; mesele ew e ku di pratîkê de eleqeya xwe bi pîvanên komunê hebe û ew pîvan bi cih bêne anîn.
Ji ber vê yekê Rêber Apo bi israr destnîşan dike ku rêxistiniya komun divê di nava jiyanê de bi cih bê anîn.
Rêber Apo hem di Manîfestoya Şaredariya Demokratîk de hem jî di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi girîngî destnîşan dike ku divê komun bi taybetî bi rêveberiyên xwecihî bê birêxistinkirin. Rêber Apo diyar dike ku rêveberiyên xwecihî bi derfetên li ber destê xwe, bêyî ku bikeve nava têkiliyeke aîdiyetê ya bi desthilatdariyê re li ser komunan xwe bi rêxistin bikin, li herêmên xwe gel tevlî rêveberiyê bikin û bi gel re bixebitin. Rêber Apo destnîşan dike ku şaredariyên ji aliyê tevgera siyasî ya Kurd ve hatine qezençkirin, ji ber vê yekê gelekî girîng in.
Rêber Apo dibêje, komun ne tenê di asta bajar an jî navçeyan de, dikare heta bi malan dakeve û xwe bi rêxistin bike.
KOMUN BERSIVA LI HEMBERÎ ZEXT Û QEYÛMAN E
Di feraseta komunê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de her mal, her kolan, her tax qadeke rêxistiniyê ye, amûreke belavkirina sosyalîzmê ye.
Ya rast ev fikir çareserkirin û pêşvebirina fikrê lîderê komunîst ê Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya ye ku gotibû, ‘Eger em mal bi mal, gund bi gund, bajarok bi bajarok, navçe bi navçe xwe bi rêxistin bikin em ê şoreşê mezin bikin’. Pergala îdeolojîk a ku Kaypakkaya li gorî mercên Tirkiyeyê bi rêk û pêk kir, Îro ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ve veguheriye sîstemekê û tê bikaranîn. Di encama vê yekê de jî rêxistiniyeke cidî derketiye holê.
Mejiyê ku fermandarê şehîd Atakan Mahîr bi vê gotinê pênase kiribû, “Gel ê me ye, ax a me ye. Nêta me ne bûyîna şaredar e; me ji bo wê şer nekir. Dikarim xwendin-nivîsandinê hînî zarokekî bikim, dikarim jê re toraqê bikirim, ew têrê dike” divê bibe dirûşma bingehîn a rêveberiyên xwecihî.
Rêveberiyên xwecihî bêyî li pey hêrs û daxwaza desthilatdariyê bikevin, bi zemînên rast divê veguherin qadên têkoşînê; ji bo vê jî heta bi nava malan divê rêxistiniyek bê afirandin. Bi rêxistiniya komun gel dikare xwe bigihîne kesên hilbijartiye, pirsgirêkên xwe ji wan re vebêje û tevlî pêvajoya çareserkirina pirsgirêkan bibe.
Eger ev nebe, wê rêveberiyên xwecihî bikeve rewşeke welê ku bi desthilatdariyê ve girêdayî bimînin; desthilatdarî jî kengî bixwaze karibe dest dîne ser şaredariyan. Polîtîkaya bingehîn a qeyûman pêşîgirtina li gelbûyîna rêveberiyên xwecihî ye.
Halbûkî li cihên ku şaredarî hatine bidestxistin birêxistinkirina komuneke qewîn û pêşîgirtina destwerdana burokratîk a li vê yekê tê wê wateyê ku qeyûm bê tayînkirin jî bi destê komunan têkoşîn dikare bê mezinkirin û dewamkirin. Eger bi desthilatdariyê ve girêdayî bimîne, bi qeyûm re wê tine bibe.
Lewma eger ji malan destpê bike û bi komunan pirsgirêk bêne çareserkirin, şaredarî bê desteserkirin jî ti wateya vê yekê nîne; ev polîtîkaya zextê ya desthilatdariyê wê pûç bibe.
Di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de li şûna komunên bi rêveberiyên xwecihî ve girêdayî, komunên serbixwe destketiyan bi xwe re tîne. Di îdeolojiya Rêber Apo de komun ew qad in ku bi ti cihî ve girêdayî nîne, gel xwe bi xwe bi rêxistin dike û bi îradeya xwe ava dike. Di nava vê serxwebûnê de dema ku gel pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dike, zexta desthilatdariyê jî bê bandor dibe û pûç dibe.
Ya ku divê bê kirin; bêyî ku bikeve pey hêrs û daxwaza desthilatdariyê, bêyî ku sîstemeke kastê bê avakirin, bi hilweşandina yên heyî re divê li ser xeteke rast bê meşandin. Her rêxistiniya komunê ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi zemînên rast bê avakirin, wê ji cîhanê re bibe ispat ku sosyalîzm dikare jinûve bibe hêvî.
Weke ku Rêber Apo got, “Hêvî ji serketinê hêjatir e.”

