Di konsorsiyûmê de şîrketên Tirk Kalyon GES Enerji û Cengiz Enerji û herwisa şîrketa Amerîkî Power International US jî cih digirin.
Di çarçoveya projeyê de dê li bakûrê Helebê santraleke bi kapasîteya 1,2 GW, li Dêrezor û Zeyzûnê her yekê 1 GW û li Mahardayê jî 800 MW were çêkirin. Herwisa projeyeke enerjiya rojê ya bi giştî 1 GW jî dê li cihên cuda were pêkanîn.
Balkêş e ku veberhênana nêzî 7 milyar dolarî, piştî ku hikûmetê di demek nêz de bihayên elektrîkê zêdetirî şeş qatan zêde kir, tê kirin.
Wezareta Enerjiyê diyar kir ku ev proje yek ji mezintirîn veberhênanên enerjiyê ye piştî şerê ku di 2011’an de dest pê kir û armanca wan ew e ku beşdarî nûkirina tora neteweyî û aramkirina dabînkirina enerjiyê bibin.
UCC Holding a navenda wê li Qeterê ye, beriya niha jî ji bo çêkirina balafirgeheke nû li Şamê peymaneke 4 milyar dolarî şanenav kiribû.
Binesaziya enerjiya welêt di dema şer de zirarên giran dîtibû; li hin herêman qutbûna rojane ya elektrîkê digihîşt zêdetirî 20 saetan. Piştî rûxandina rêveberiya Esed di 8’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de, hikûmeta demkî hewl dide ji bo ji nû ve avakirinê hevkariyên veberhênana herêmî zêde bike.

