Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Şîrvan Guçer, destnîşan kir ku ew ne tenê gotina jinan, birêxistinkirina biryar, îrade û çalakiya wan jî esas digrin û got ku ew her qada ku jin gotina xwe lê dikin, wekî mewziya azadiyê ya li hemberî tundî, newekhevî, milîtarîzm û zîhniyeta serweriya mêr dibînin.
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan nêz dibe. Meclîsa Jinan a DEM Partiyê xeta xwe ya polîtîk a derbarê pêvajoyê de û perspektîfa xwe bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyên ku banga mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî ya li ser bingeha wekhevî û azadiyê hatin kirin de, sernavên wekî nêzîkatiya bi perspektîfa jinê ji bo pêvajoya aştiyê, îradeya jinan a ji bo kirina gotina xwe, derbaskirina zimanê nêr a di medyaya heyî û derdora siyasetê de û girîngiya berxwedana kolektîf a li dijî şêweyên tundiya aborî û hiqûqî, derketin pêş. Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Şîrvan Guçer, bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re, têkildarî xeta têkoşînê ya ku jin bûne kirde û stratejiyên berxwedanê yên ku li hemberî gefên heyî hatine pêşxistin, ji ANF’ê re axivî.
Guçer diyar kir ku dirûşmeya “Em li dijî tundiyê, ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin” îfadeyeke nûjen a têkoşîna dîrokî û kolektîf a jinan e û wiha got, “Ev dirûşme, li dijî her curê tundiya pergala baviksalar, armanc dike ku xeta hevpar a piştevanî û îradeya azadiyê ya jinan ava bike. Ev îdiaya jinan a di her qadên jiyana civakî de bûyîna kirdeya aştî û îradeya azad û temsîliyeta wekhev, mezin dike.
Di demekê ku pêvajoya aştiyê tê axaftin de, ev xeta têkoşînê ne tenê bidawîkirina şer û pevçûnê, di heman demê de tê wateya avakirina aştiya civakî, edalet û wekheviyê ya bi pespektîfa jinan. Aştiyeke rastîn a ji bo jinan, tenê li ser bingeha wekhevî û azadiyê pêkan e.
Weke DEM Partiyê, dema ku em ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin, mezinkirina hêza rêxistinkirî ya jian, derketina li dijî tundiya her curî û avakirina jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ya di pêşengiya jinan de, dixin navenda têkoşîna xwe. Em vê xetê, ji herêmî heta navendê, ji Meclîsê heta kolanê, li her qadê vediguherînin xeteke polîtîk ku jin bi hev re têdikoşin.”
Guçer bilêv kir ku îro hawirdora siyasî û medya, xwedî karektereke ku gotina jinan sînordar dike, têkoşîna wan vedişêre û zimanê nêr ji nû ve diafirîne ye û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Ji ber vê yekê ger jin derkevin derveyî sînorên ku desthilatdariyê xez kiriye û qad, ziman û mecrayê xwe biafirînin, dikarin gotina xwe bikin.
Em wekî Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, têkoşîna jinan a ji bo kirina gotina xwe, li ser xetekî birêxistinkirî mezin dikin. Em avakirina medyaya jinan, pêşxistina torên ragihandinê ya alternatîf û li dijî her curê zext, sansur û manîpulasyonê avakirina xetekî hevpar a piştevaniyê, wekî stûnê bingehîn a vê têkoşînê dibînin.
Dema ku em di pêvajoya 25’ê Mijdarê de vê xetê mezin dikin, her qada ku jin gotina xwe lê dikin, wekî mewziya azadiyê ya li hemberî tundî, newekhevî, milîtarîzm û zîhniyeta serweriya mêr dibînin. Her ku jin gotina xwe bikin, hêza guherîn û veguherînê ya civakê jî mezin bibe.
Bi 11’emîn Pakêta Darazê re, mafên jinan ên hatine bidestxistin û hebûna kesên xwedî meylên zayendî yên cuda, rasterst tê hedefgirtin. Ev pakêt êrîşeke ji bo krîmînalîzekirina têkoşîna wekheviya zayendî ya civakî û kontrolkirina jinan e. Em li hemberî van êrîşên piralî, xeta xwe ya têkoşînê li ser bingeha perspektîfa azadiyê ya jinan ava dikin. Em ê li her kolanê, li her taxê, li Meclîsê berxwedan û gotina rêxistinkirî ya jinan mezin bikin.”

